Ehmed Delatî sedemên ku ew li dijî federalîzmê ne wiha anîn zimên:
“Eger em federaliyê ji bo pêkhateyekê qebûl bikin, wekî hûn dizanin gelê Sûriyeyê ji aliyê etnîkî û her wiha olî û mezhebî ve xwedî pêkhateyên curbicur e.
Loma, eger destûr were dayîn ku pêkhateyek rêveberiyeke serbixwe ava bike, dê pêkhateyên din jî heman tiştî bixwazin û bi vî awayî em ê ber bi perçebûnê ve herin.”
Delatî diyar kirk u dê çekdarên ne Sûriyeyî yên di nava Heyeta Tehrîr El Şamê (HTŞ) de li Sûriyeyê bimînin û pirsa “Naxwe, çima hûn li dijî hebûna çekdarên ne Sûriyeyî yên di nav hêzên YPGyê de ne?” wiha bersivand:
“Ji ber projeya wan a siyasî û girêdana wan a bi ajendayên derve ve. Me ji wan re got: Dev ji girêdana bi ajendayên derve berdin û dev ji bangkirina ji bo avakirina dewleteke serbixwe ya Kurdî yan hikûmeteke federal berdin.
Ev pêşniyarên siyasî xeta sor a hemû Sûriyeyiyan bin pê dikin û gefê li ewlehiya herêmî dikin.”
Ehmed Delatî li ser Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) got, “HSD tiştek e û Kurd tiştekî din in” û berdewam kir:
“Ji bo HSDyê, bi rastî heta niha helwesta wan ne zelal e ka dê bi awayekî rast tevlî rêveberiya nû ya Sûriyeyê bibin an na.
Pirsgirêka me ya bi HSDyê re diyar e, ew bi projeyeke siyasî ya cudaxwaz ve girêdayî ne û bi ajendayên derve ve girêdayî ne.
Hin pêkhateyên di nav HSDyê de bi xwe cuda ne û helwest û ajendayên wan ên cuda hene. Hinek bi me re li hev dikin, hinek hewl didin lihevkirinê xera bikin.
Bi awayekî xwezayî me niha biryara rûbirûbûneke leşkerî yan jî pevçûnê ji bo çareserkirina pirsgirêka têkildarî rojhilatê Feratê û hebûna HSDyê li wir negirtiye.
Em vê yekê bi rêya diyalog û nîqaşê dikin û kanalên ku em ji wan vê mijarê dişopînin hene.”
Berpirsê Birêvebiriya Operasyonên Leşkerî ya Sûriyeyê û Alîkarê Fermandarê Giştî yê Heyeta Tehrîr El Şamê (HTŞ) Ehmed Delatî pirsên Nalî Hesenê bersivandin:
Rûdaw: Ez dê dest bi diyalogê dest pê bikim. Konferansa diyaloga niştimanî kengî dê bê lidarxistin?
Ehmed Delatî: Silav ji we re û ji hemû temaşevanên me re, spas. Di destpêkê de, navê wê ne “Diyaloga Niştimanî” lê “Konferansa Niştimanî” ye. Bi xwestina Xwedê dê di vê meha bê de bê lidarxistin. Niha amadehiyên ragihandina Komîteya Amadekar tên kirin da ku bernameya kar were rêkxistin ku hemû pêkhateyên gelê Sûriyeyê beşdarî bibin û dema konferansê were diyarkirin. Dê di vê mehê de bê lidarxistin.
Rûdaw: Dê çend kes beşdar bibin?
Ehmed Delatî: Em dê hewl bidin ku hemû pêkhate û beşên gelê Sûriyeyê di vê konferansê de bên temsîlkirin û tê çaverêkirin ku zêdetirî hezar kesî beşdar bibin.
Rûdaw: Gelo kursiyên taybet ji bo Kurd, Tirkmen, Çerkez, Suryan, Asûrî, Elewî û Durziyan hene?
Ehmed Delatî: Rast e, dê hemû ol, beşên civakî û pêkhateyên gelê Sûriyeyê bên temsîlkirin.
Rûdaw: Beşdariya partiyên siyasî û komên çekdar dê çawa be?
Ehmed Delatî: Ji bo partiyên siyasî, di rewşa heyî de bi rastî partiyên siyasî li Sûriyeyê nînin, ji ber ku rejîma berê desthilat bi temamî ji bo berjewendiya Partiya Beasê zeft kiribû. Ji bo komên çekdar, Wezareta Parastinê hat ragihandin û li ser nehiştina komên çekdar û tevlîkirina wan a nav Wezareta Parastinê hat lihevkirin, ew niha beşek jê ne.
Bê guman, dê nûnerên komên çekdar di konferansê de hebin, da ku ew kesên ku beşdarî rizgarkirina welêt bûne, beşek ji vê bûyerê bin.
Rûdaw: Te got ku li Sûriyeyê partiyên siyasî nînin lê partiyên Eniya Niştimanî ya Pêşverû û her wiha partiyên di bin navê Encûmena Niştimanî ya Kurd a Sûriyeyê û partiyên din jî hene.
Ehmed Delatî: Armanca sereke ya Konferansa Niştimanî ew e ku em di çarçoveya rêveberiya nû de ji rewşa valahiya qanûnî ya Sûriyeyê derkevin. Divê bi awayekî qanûnî û fermî dawî li serdema rejîma berê were anîn.
Li Sûriyeyê jiyana siyasî ya rast nebû, ji ber vê yekê pêwîstiya me bi qonaxeke derbasbûnê heye ku em tê de destûrê nîqaş bikin û bigihîjin formulên zelal, û dest bi jiyaneke siyasî ya aram bikin. Rewşa Sûriyeyê di qeyraneke mezin de ye, zêdetirî nîvê gelê Sûriyeyê li derveyî welêt koçber bûye û heta yên li hundir jî ji deverên xwe koçber bûne. Her wiha pirsgirêkên qanûnî yên mezin hene, wekî mijarên jimartina nifûsê.
Ji ber vê, pêwîstiya me bi qonaxeke derbasbûnê heye ku em van rewşan çareser bikin û hawîrdor û civakê amade bikin ku karibe van mijaran bi awayekî zelal gotûbêj bike yan jî bi awayekî pratîk pêk bîne.
Rûdaw: Ma dê Encûmena Niştimanî ya Kurdî û HSD beşdarî vê konferansa niştimanî bibin?
Ehmed Delatî: Ji bo HSDyê, bi rastî heta niha helwesta wan ne zelal e ka dê bi awayekî rast tevlî rêveberiya nû ya Sûriyeyê bibin an na. Pirsgirêka me ya bi HSDyê re diyar e, ew bi projeyeke siyasî ya cudaxwaz ve girêdayî ne û bi ajendayên derve ve girêdayî ne.
HSD tiştek e û Kurd tiştekî din in. Ji destpêka şerê rizgarkirinê ve gotûbêj hebû ku ew dev ji ajendaya xwe ya siyasî ya derve berdin û bibin beşek ji civaka Sûriyeyê û xwedî heman maf û berpirsyariyên hemû pêkhateyan bin lê heta niha em negihîştine formuleke dawî di vî warî de.
Rûdaw: Ev konferans, dê bibe konferansa damezrîner an parlamentoya demkî?
Ehmed Delatî: Formulasyona dawî dê ji aliyê Komîteya Amadekar ve were diyarkirin ku dê bernameya kar û senaryoya konferansê gotûbêj bike lê bi giştî, ji aliyê qanûnî û destûrî ve, em dê hewl bidin bi awayekî zelal dawî li serdema rejîmê bînin, pişt re em dê serdemeke nû ya derbasbûnê yasayî bikin ku tê de destûr were nîqaşkirin û dest bi bicîkirina jiyana siyasî, civakî û hemû aliyên jiyanê li Sûriyeyê bibe.
Rûdaw: Dê çi cûre biryar ji vê konferansê derkevin?
Ehmed Delatî: Ev mijar ji bo Komîteya Amadekar û ya Qanûnî hatiye hiştin. Ji nav biryarên çaverêkirî: Hilweşandina Partiya Beasê, hilweşandina dezgehên ewlehiyê û artêşa bi sîstema xwe ya genî ya berê û pêşniyarên têkildarî rêkxistinên qonaxa derbasbûnê, wekî avakirina komîteyên pispor û amadekirina hawîrdorê ji bo gotûbêjkirina destûrê.
Rûdaw: Ma dê micahid û kesayetiyên ne Sûriyeyî yên ku bi we re li dijî rejîma Esed şer dikirin beşdar bibin?
Ehmed Delatî: Nûnertî dê ji bo hemû beşên Sûriyeyî be wekî min berê got.
Rûdaw: Ez behsa yên ne Sûriyeyî dikim.
Ehmed Delatî: Ez fêm dikim. Dê nûnerên komên leşkerî yên ku beşdarî operasyona rizgarkirinê bûne di konferansê de bên temsîlkirin.
Rûdaw: Hûn welatîkirin û tayînkirina van micahidên biyanî di hêzên çekdar ên Sûriyeyê de diparêzin. Sedem çi ye?
Ehmed Delatî: Sedem gelekî hêsan e, ev kes ji destpêkê ve beşdarî şoreşa Sûriyeyê bûn, bi me re qurbanî dan û doza me kirin ya xwe. Bi pratîkî bûne beşek ji civaka Sûriyeyê û niha hebûna wan wekî hevparên bingehîn li Sûriyeyê tiştekî normal e, heta ku ew pabendî siyaseta niştimanî ya giştî ya dewletê û çarçoveyên ku datîne bin. Ev ji bo me tiştekî xwezayî ye.
Rûdaw: Naxwe, çima hûn li dijî hebûna çekdarên ne Sûriyeyî yên di nav hêzên YPGyê de ne?
Ehmed Delatî: Ji ber projeya wan a siyasî û girêdana wan a bi ajendayên derve ve. Me ji wan re got: Dev ji girêdana bi ajendayên derve berdin û dev ji bangkirina ji bo avakirina dewleteke serbixwe ya Kurdî yan hikûmeteke federal berdin. Ev pêşniyarên siyasî xeta sor a hemû Sûriyeyiyan bin pê dikin û gefê li ewlehiya herêmî dikin.
Rûdaw: Federalî xeta sor e ji bo we?
Ehmed Delatî: Bê guman, bê şik.
Rûdaw: Çima?
Ehmed Delatî: Dîsa dibêjim, eger em federaliyê ji bo pêkhateyekê qebûl bikin, wekî hûn dizanin gelê Sûriyeyê ji aliyê etnîkî û her wiha olî û mezhebî ve xwedî pêkhateyên curbicur e. Loma, eger destûr were dayîn ku pêkhateyek birêveberiyeke serbixwe ava bike, dê pêkhateyên din jî heman tiştî bixwazin û bi vî awayî em dê ber bi perçebûnê ve herin. Her wiha, ev bi xwezayî bi proje û ajendayên derve ve girêdayî ye û dê bibe sedema qeyraneke herêmî û ewlehiyê li derdorê.
Berevajî vê, em dixwazin Sûriyeyê wekî yekîneyeke siyasî û erdnîgarî ya beriya şoreşê vegerînin, ku ji bo hemû zarokên xwe ji hemû Sûriyeyiyan re be û dawî li serdema zilm û zordariya ku rejîmê pêk anî û bandorên wê yên li ser gelê Sûriyeyê bînin.
Gelê Sûriyeyê birîndar e, êş û pirsgirêkên civakî û mirovî gelekî kûr in û pêwîstî bi hawîrdoreke aram û ewle heye ku em encamên hemû tiştên di dema borî de qewimîn çareser bikin. Federalî vê yekê nade, berevajî dê qeyraneke siyasî û navxweyî û yên din biafirîne, gefê li navçeyê bike û bibe hinceta destwerdana welatên derve, ango hawîrdoreke ne tendurist ava dike.
Rûdaw: Ma hûn piştgiriya sîstemeke navendî wekî berê dikin?
Ehmed Delatî: Bê guman.
Rûdaw: Sûriye dê navendî be?
Ehmed Delatî: Dê navendî bimîne, ev di berjewendiya hemû Sûriyeyiyan de ye.
Rûdaw: Lê Kurd li Sûriyeyê duyem neteweya herî mezin in, hûn dê vê pirsê bi destûrî çawa çareser bikin?
Ehmed Delatî: Bila em pratîk bin, lêkolîna ji aliyê etnîkî, neteweyî yan olî ve têketineke şaş e ji gotûbêjê re. Ew Sûriyeyî ne û dê xwedî maf û berpirsyarî bin. Kurd, wek hemû zarokên Sûriyeyê, ji aliyê rejîma Sûriyeyê ve hatine perçiqandin, li hemberî wan sûc hatine kirin û ji mafên xwe yên bingehîn hatine bêparkirin.
Beşeke mezin ji wan piştgirî da rejîmê û rewşa şaş a ku PKK îdia dike nûnertiyê dike ku bû sedema qeyranên ewlehiyê ji bo herêmê. Em û ew di sûcê ku rejîmê li hemberî Sûriyeyiyan kir de hevpar in. Ev e nêrîna me ji wan re: Em wan wek beşeke resen a civaka Sûriyeyê dibînin. Dema em bi perspektîva etnîk an olê dikevin gotûbêjê, em ber bi senaryoya perçebûn û parvekirinê ve diçin, ev jî ne di berjewendiya ti Sûriyeyiyan de ye.
Rûdaw: Bi dîtina te çareseriya destûrî ji bo pirsa Kurd li Sûriyeyê çi ye?
Ehmed Delatî: Pirsa Kurd bi çi wateyê?
Rûdaw: Mafên wan, pirsa siyasî û mafên wan ên çandî.
Ehmed Delatî: Dê xwedî heman mafên her Sûriyeyiyekî û heman berpirsyariyên her Sûriyeyiyekî bin, di çarçoveya qanûn û destûra ku dê ji aliyê gelê Sûriyeyê ve were gotûbêjkirin û pejirandin de. Têketina gotûbêjê ji aliyê “Mafê Kurd li kû ye?”, “Mafê Tirkmen li kû ye?”, “Mafê Sunî li kû ye?”, “Mafê Xirîstiyan li kû ye?” ve, dê me bixe tuneleke bêdawî.
Rûdaw: Lê ez behsa duyem neteweya herî mezin a Sûriyeyê dikim, mînak zimanê Kurdî?
Ehmed Delatî: Tu dîsa vedigeriyayî ser heman xalê, ez bi zelalî bersiva te didim: Ew dê bibin Sûriyeyî û xwedî heman maf û berpirsyariyan bin.
Rûdaw: Ma hûn dê zimanê Kurdî wekî zimanekî fermî li Sûriyeyê qebûl bikin?
Ehmed Delatî: Ev mijar dê di dema gotûbêja destûrê û di komîteyên ku dê destûrê nîqaş bikin de were behskirin.
Rûdaw: Neteweyên Yekbûyî, Amerîka û welatên Ewropayê tekez dikin ku pêwîst e Kurd û pêkhateyên din jî beşdarî rêveberiya nû ya Sûriyeyê beşdar bibin, hûn çawa li vê yekê dinêrin?
Ehmed Delatî: Em li benda ti aliyên hundir an derve nasekinin ku ji me re bibêjin em çawa li hemberî gelê xwe û welatê Sûriyeyê tevbigerin. Em wekî Sûriyeyî dixwazin hemû Sûriyeyî bibin hevpar, ne ji bo yasayîkirina siyasî yan piştgiriya ti aliyên hundir an derve, ji ber ku ev baweriyên me ne û ev têgihîştina me ji bo welatê me û gelê me ye.
Rûdaw: Federalî yan navendîtî, ev hem li Kurdistana Sûriyeyê û her wiha li parêzgeha Siwêdayê ya li başûrê Sûriyeyê jî tê xwestin. Di nav Sûriyeyê de daxwaza federalî yan navendîtiyê tê kirin. Nêrîna te çi ye?
Ehmed Delatî: Na, ti kesî ji Durziyan ne federalî ne jî navendîtî xwestiye. Em dê destûrê nedin ti federalî û rêveberiya navendî, û yasayîkirina ti rewşa li ser bingeha etnîkî, neteweyî yan olî. Ev xeta sor e ji bo hemû Sûriyeyiyan. Em hêvî dikin ku hemû pêkhateyên din li asta berpirsyariyê bin û bi hewldanên xwe û hebûna xwe di nav gelê xwe û pêkhateyên din de beşdarî avakirina welatê xwe bibin û li xwe ne ji perspektîfa olî yan neteweyî ya ku ew ser bi wê ve ne binêrin lê li tevahiya Sûriyeyê wekî erdnîgariyeke yekgirtî û gelekî yekbûyî binêrin.
Bi rêya gotûbêj û diyalogê, em bigihîjin destûreke yekgirtî ku tê de hemû di maf û berpirsyariyan de wekhev bin û mafê wan ê derbirîna jiyana siyasî û civakî hebe. Ev e ya ku di berjewendiya hemû Sûriyeyiyan de ye. Yê ku li ser rêbazeke din dixebite li dijî berjewendiyên hemû Sûriyeyiyan dixebite.
Rûdaw: Dê bê dûrxistin?
Ehmed Delatî: Yê ku projeyeke dijî daxwaza Sûriyeyê pêşkêş dike dê bixwe xwe bixin derveyî vê yekê, ne em wî dûr dixin.
Rûdaw: Êrişên komên Artêşa Niştimanî ya nêzîkî Tirkiyeyê li ser Bendava Tişrînê û Kobaniyê berdewam in, çima helwesta we li hemberî vê tune?
Ehmed Delatî: Pevçûnên ku li ser erdê diqewimin encama guherîna rewşa erdnîgarî ya piştî rizgarkirinê ye. Hin pêkhateyên di nav HSDyê de bi xwe cuda ne û helwest û ajendayên wan ên cuda hene. Hinek bi me re li hev dikin, hinek hewl didin lihevkirinê xera bikin. Bi awayekî xwezayî me niha biryara rûbirûbûneke leşkerî yan jî pevçûnê ji bo çareserkirina pirsgirêka têkildarî rojhilatê Feratê û hebûna HSDyê li wir negirtiye. Em vê yekê bi rêya diyalog û nîqaşê dikin û kanalên ku em ji wan vê mijarê dişopînin hene.
Rûdaw: Di nav HSDyê de kîjan alî bi we re li hev dike?
Ehmed Delatî: Em bi rêveberiya HSDyê re bi rêya kanalên taybet têkiliyê datînin.
Rûdaw: Rêveberiyê bi we re li hev kiriye?
Ehmed Delatî: Gotûbêj û diyalog pêk tên. Em rêbaza têkildarî gotûbêj û danûstandinê ji bo çareserkirina pirsgirêka têkildarî HSD û deverên rojhilatê bi kar tînin, ne pevçûna leşkerî.
Rûdaw: Di civîna dawî ya di navbera Ehmed Şer û rêveberiya HSDyê de li ser çi hat lihevkirin?
Ehmed Delatî: Li cem min hûrgiliyên gotûbêjê nînin. Gelek civîn çêdibin û dema lihevkirineke fermî û rêbazeke fermî hebe dê were ragihandin.
Rûdaw: Nexwe ev civîn berdewam dikin?
Ehmed Delatî: Têkilî berdewam in.
Rûdaw: Ma hûn dê komên xwe di Konferansa Diyaloga Niştimanî yan Konferansa Niştimanî de hilweşînin?
Ehmed Delatî: Erê, bê guman. Bi xwezayî, em wekî komên çekdar ên di bin Rêveberiya Operasyonên Leşkerî de ku em pê ve girêdayî ne, dê bi awayekî fermî bên hilweşandin û şervan û şiyanên wan dê bikevin nav çarçoveya Wezareta Parastinê.
Rûdaw: Hejmara şervanên we çend e?
Ehmed Delatî: Piştî avakirina Wezareta Parastinê, bi xwezayî wezaret bi xwe dê hejmara hêzên ku dê tevlî bibin ragihîne.
Rûdaw: Gelekî spas birêz Ehmed Delatî, tu ji Şamê mêvanê me bûyî. Gelekî spas dikim.
Ehmed Delatî: Spas.
Rûdaw