Siddik BOZARSLAN
Di Kurdî da peyveka pêşîyan heye, weha ye:
”Av çi qas di golê da bimîne ew qas genî dibe.”
Mirov dikare vê peyvê li tevgerên sîyasî, xasma li tevgerên azadîxwazîyê û rizgarîxwazîyê bîne. Tevger û vêkxistinên ku azadî û rizgarîya neteweyên xwe ji xwe ra kirine amanc, ew jî wek avê livîn û herikîn dixwazin. Eger nelivin û neherikin, hema di cîyê xwe da wisa sekan bimînin, hingê ew jî wek ava golan genî dibin. Genîbûna wan şikestina hêvî û moralê endamên wan e, daketina potansîyela nava dilxwazên wan e, peydabûna dubendîyê ye di nava qorên wan da, parçebûn û belavbûna wan e.
Em vê rastîyê di tevgera Komela Pêşketina Kurdistanê da bi awayekî eşkera û berçav dibînin. Ji ber ku komelê xebat û têkoşîna xwe nebirîye ser axa Kurdistanê û li wir hazirîya bizaveka neteweyî nekirîye û li Stanbolê demeka ne kurt desgirêdayî rûniştîye, rojek hatîye ku di nava kargêr û endamên wê da dubendî peyda bûye; ji rûyê wê dubendîyê jî komele parçe bûye. Wek ku li jor jî me dabû zanîn, li gora nivîsîna Zinnar Silopî, rojnamên Tirkan li Stanbolê li dijê Serekê Komela Pêşketina Kurdistanê Seyîd Evdilqadir qampanya vekirine û jê xwestine ku yan ji serekîya Şûrayê Dewlet, yan jî ji serekîya Komela Pêşketina Kurdistanê vekişe. Wî jî gotîye ku ”Kurdistana xweserî naxwaze, otonomi dixwaze”. Li ser wê peyva wî, birek ji endam û kargêrên komelê ji komelê veqetîyane û ”Komela Vêkxistina Civakî” (Teşkilat-i Îctîmaîye Cemîyetî) saz kirine.
Wisa tê zanîn ku piştê wê parçebûnê pêşewayên Kurd ên li Stanbolê, bi kêmayî kargêrên komela nû, xetayê xwe fam kirine û çûyîna Kurdistanê pêwist dîtine. Belam ew poşmanî dereng maye û êdî fêde nedaye. Lewra Kemal Paşa heta wê demê rîya Kurdistanê li wan girtîye. Ji ber wê yekê , Komela Vêkxistina Civakî, biryar daye ku heyetek bi ser Kurdistana Jêrîn ra bişîne Kurdistan Jorîn. Li gora wê biryarê Kemal Fewzî, Xelîl Ramî Bedirxan, Mistefa Paşayê Yamulkî û Mewlanzade Rif´et, sala 1921´ê ketine rê û çûne. Lê îcar jî dagirkerên Îngliz li ser sînorê Îraqê ew sekinandine, destûr nedane wan ku têkevin Kurdistana Jêrîn û ew vegerandine.Tenê destûra Mistefa Paşayê Yamulkî dane ku têkeve Kurdistana Jêrîn; lewra ew ji Silêmanîyê bûye. (Zinnar Silopî, eynê eser, r. 60)
Bi wî awayî, li Kurdistana Jorîn Kemal Paşa hatîye ji newalê, bûye xwedîyê malê; li Kurdistana Jêrîn jî Înglistan hatîye ji newalê, bûye xwedîyê malê. Ku malxoyê malê li mala xwe xwedîtî neke, xelk weha ji newalê tê dikeve malê, nahêle ku malxo têkev´ê jî.
Paşê parçebûneka dî jî di nava pêşewayên Kurd da qewimîye. Îcar Kemal Fewzî, Necmeddîn Huseyn, Memdûh Selîm û Ezîz Baban partîyek bi navê Partîya Neteweyê Kurd (Kürd Millet Partisi) saz kirine. (Zinnar Silopî, eynê eser, r. 60)
Belam êdî pirr dereng mane; Komela Pêşketina Kurdistanê jî, her du vêkxistinên nû jî nekarîne tiştek bikin û ”vêkxistinên qartonî” mane, paşê jî tune bûne çûne.”(M. Emîn Bozarslan, Jîn, Cild I, r. 41-42)
Divê ku em kêmayîyên xwe bibînin
”Em careka dî jî bêjin ku amanc û daxwaza me ji nivîsîna van rexneyên jorîn ên ku me li ser sîyaseta pêşewayên Kurd, xasma li ser sîyaseta Komela Pêşketina Kurdistanê nivîsîn, ne ev e ku em xebata wan neçê binumînin, yan leke bînin ser xatira , yan jî rûmet û qedrê wan nizim bikin û xatira wan li ber çavê gelê Kurd reş bikin. Na amanc û daxwaza me qet ne ev e.
”Ew, xebatkarên Kurdistanê, yên gewre bûne, şopa azadîxwazî û rizgarîxwazîya gelê Kurd di sedsala xx. da bi xebata xwe vekirine, doza gelê Kurd birine civîn û konferansên navberneteweyî û bi cîhanê dane zanîn. Paşê, çend kes ji wan di rîya azadîya neteweyê Kurd da jîyana jî fîda kirine, di kabên qolonyalistên rehkar û hov da gan dane, bûne şehîdên me yên ezîz. Ên ku ji kab filitîne jî li derê welêt derbider bûne, li xerîbîyê di rewşên zor û giran da jîyana xwe domandine, heta hilma wan a paşîn jî kovan û evîna Kurdistanê di dilê wan da bûye. Xatira wan hemîyan li bal me ezîz û bilind e. Em li pêşberê xatira wan serê xwe bi rêzdarî ditewînin.
Daxwaza me ji nivîsîna wan rexneyên jorîn ev e ku, wek neteweyekî dîl em kêmayîyên xwe yên berîn bînin ber çavê gelê Kurd, xasma ber çavê xwenda û zana û xwendekarên Kurd ên nuhayîn.
”Rêzdarî û qedirgirtina xebatkarên berîn tiştek e, dîtin û nivîsîn û hêjandina kêmayîyên wan, rexnedana li xetayên wan jî tiştekî dî ye. Ew kêmayî, di eslê xwe da kêmayîyên me Kurdan in. Divê ku em bi dilekî vekirî û bi bêhneka fire kêmayîyên xwe bibînin, qebûl bikin, li ser wan bipeyivin, binivîsin û biaxifin. Neteweyekî dîl tenê bi pesindana şehîdan û bi pesinîna bi şehîdan rizgar nabe; tenê bi gunehkarkirina dijmin û bi qala zordestî û barbarîyên dijmin jî rizgar nabe. Divê ku mirov ji xebat û têkoşîna şehîdan jî, ji qusûr û kêmayîyên wan jî ders û tecrube bistîne, di pêşedemê da careka dî meydan nede qusûr û kêmayîyên wisa.
Em bawer dikin ku di vî beşî da me karî em bergehê sîyasî yê Komela Pêşketina Kurdistanê û yê kovara ”Jîn” pirr-hindik bidin zanîn. Di eslê xwe da xebata wê demê û bizavên Kurdistanê yên pey wê demê, lêgerîn û lêkolaneka taybetî û fire dixwazin. Di rûpelên pêşkêşîyek da ancax ev qas mimkun dibe.” (Jîn, Cild I, r. 43)
”Li pêşîya dijmin jî divê em texsîr nekin ku şaşîyên xwe gengeşe bikin.” (Lenin)
”Ev têkçûna mezin e ku ji çîna şoreşger û partiyên şoreşger ra diyalektikeka dîrokî û fêdeyeke mezin dide, bêrawestan ji wan ra şerê sîyasî were qalkirin û gotin da ku ders jê bê girtin. Însên, di dema felaketê da dostên xwe yên rastî nas dike. Salên têkçûnê, dibistaneka baş e.” (V. İ. U. Lenin, Sol Komünizm Bir Çocukluk Hastalığı, jêdergirtî kitêba min r.9)