Dr. Elî Ehmed behsa polîtîkayên welatên Ereb û Tirkiyeyê yên Lîbyayê kir û wiha got, “Dewletên Erebî bi rastî (Bibûrin ez vê gotinê bikar tînim) amûr in, heta Tirkiye û Misir jî, ew amûrên di destên dewletên wekî Rûsya û Amerîkayê de ne.Ew hemû dê li pêşiya projeyên Rûsya û Amerîkayî bi dawî bibin. Ango dewletek e Erebî pişgiriyê dike yan nake, ji bo me wekî Lîbyayiyan mijareke bê qîmet e.”
Dr. Elî Ehmed li ser rewş û şerê navxweyê yê Libyayê got, “Ev ji me re nîşaneke zelal diyar dike, ew e ku destwerdanên rojavayiyan û destwerdana biyaniyan bi giştî heye.
Hewl didin hevsengiyan pêk bînin, li deverên rojhilat Rûsya heye û alîkariyên lojîstîk ji Misrê werdigire û li deverên rojava Tirkiye û Amerîka hene û hin welatên Ereb alîkariya wan dikin.”
Dr. Mihemed Ebû Sax li ser ziyareta xwe ya Herêma Kurdistanê wiha got: “Pêşketinên ku min li Herêma Kurdistanê dîtine, nîşana hişmendî û rewşenbîriyê ne. Her wiha xelkê wê jî xwedî ezmûn û şiyan in. Ez bi hêvî me rêveberiya projeya vê asoya mezin li cîhana Erebî jî çêbibe”
Serokê Dîwana Wezareta Xwendina Bilind a Lîbyayê Dr. Elî Ehmed û Birêveberê Navenda Lêkolînên Stratejîk a Lîbyayê Dr. Mihemed Ebû Sax di dîbeyeteke taybet de bûn mêvabê Dilbixwîn Dara.
Rûdaw: Temeşevanên hêja, dema we baş be. Li ser Lîbyayê ye îro dîbeyteke taybet pêşkêş dikim. Ev dîbeyta taybet li ser rewşa Lîbyayê ye, li ser şerê navxweyî yê Lîbyayê ye, li ser du hikûmetên li Lîbyayê, rewşa keşûhewayê, rewşa xwendinê, rewşa siyasî li Lîbyayê ye.
Gelek pirsgirêkên ciddî li Libyayê piştî rêjîma berê ya Lîbyayê Muemer Qezafî derketin. Piştî sala 2011an şerekî navxweyî yê mezin çê bû. Du hikûmet li Lîbyayê hatin avakirin, yek li Binxazî û ya din li Terablusê ye û heta niha jî ew lihev nehatine.
Ez dê van mijaran li gel mêvanên xwe yên ji Lîbyayê hatine gotûbêj bikim. Her wiha pêwendiyên navbera hikûmet û gelê Lîbyayê gel hikûmet û gelê Kurdistanê de gotûbêj bikim. Bêguman ev peywendî berê hebûn lê niha rewş çawa ye.
Bi Serokê Dîwana Wezareta Xwendina Bilind a Lîbyayê Dr. Elî Ehmed Salim û Dr. Mihemed Ebû Sax Rêveberê Lêkolînan ê Navenda Cifara ya Lîbyayê re biaxivim. Hûn bi xêr hatin Rûdawê, hûn bi xêr hatin Kurdistanê. Ev yekem car e hûn serdana Kurdistanê dikin?
Dr. Mihemed Ebû Sax: Belê yekem car e.
Rûdaw: Bi hêvî me hûn demeke xweş li Kurdistanê derbas bikin.
Dr. Mihemed Ebû Sax: Di destpêkê de em spasiya we û hemû tîma Rûdawê dikin, em serkeftinê ji we re dixwazin. Bi rastî ev yekem serdana me li Hewlêrê ye li Îraqê. Em gelekî kêfxweş in.
Bê guman ev ziyaret dê bibe destpêka ziyaretên dema pêş, ji ber ku Wezareta Xwendina Bilind û Lêkolîna Zanistî yên Lîbyayê ya ser bi hikûmeta Yekîtiya Niştimanî girîngiyê dide pêwendiyên navneteweyî yên hemû aliyan bi taybet yên bi saziyên Perwerde û Xwendina Bilind.
Hewlêr jî bi rastî di Xwendina Bilind de ezmûneke pêşeng e. wekî min gotiye em bi hêvî ne bibe destpêk ji serdanên dema pêş re û hevkariya di navbera me û zanîngehên Îraqê de berhemdar be.
Rûdaw: Em jî bi hêvî ne, Dr. Elî, xwendina li zanîngehên Lîbyayê piştî ketina rêjîma Muemer Qezafî çawa bû? Ango piştî sala 2011an?
Dr. Mihemed Ebû Sax: Bê guman Lîbya di salên borî de, bi taybet beriya hatina hikûmeta Yekîtiya Niştimanî, welat di parçebûneke siyasî re derbas dibû û welatiyên şerê hev dikirin, bi rastî bi hatina hikûmeta Yekîtiya Niştimanî, bi saya Xwedî şer rawestiya û êdî mijara girîng vegerandina jiyanê bi taybet ji saziyên Xwendina Bilind û zanîngehan re bû û vê yekê barê Wezareta Xwendina Bilind a hikûmeta Yekîtiya Niştimanî girantir kir.
Bi rastî tevî bargiraniyê me karibû karê xwe berdewam bikin nemaze bi rêya hebûna vê wezaretê û hebûna zaniyar û rêveberê wê Dr. Umran Mihemed. Bi pejirandina hejmareke zanyarên di warê Xwendina Bilind û Lêkolînên Zanistî de ku cihê xwe di postên vê wezartê de wergirtin û rasterast stratejiyên wan ên demkurt û demdirêj hebûn. Li ser asta demkurtiyê bê guman ew bû ku em çawa atmosfêreke guncaw ji xwendekaran re saz bikin da ku ji eniyên şer vegere ser maseyên xwendinê, ji ber ku gelek xwendekar beşdarî şerê navxweyî bûbûn.
Rûdaw: Dev ji xwendina xwe berdan û beşdarî şer bûn?
Dr. Mihemed Ebû Sax: Gelek ji wan beşdarî nava grûpên çekdar bûn lê bi saya Xwedê wezaretê karibû atmosfêrekê çê bike û xwendekaran vegerîne cihên wan ên asayî li ser maseyên xwendinê. Her wiha me rewş ji bo kadroya perwerdekirinê jî asayî kir da ku vegerin zanîngehan, bi rastî jî jiyan li zanîngeha vegeriya. Yekem durişmeyên wezaretê bilind kir, “Guhertina çekê bi pênûsê ye” û “Guhertina binkeyan bi holên xwendinê” bûn.
Rûdaw: Doktor, meteryalên xwendinê li Lîbyayê yên li Bin Xazî û Terablusê yek in?
Dr. Elî Ehmed: Heman meteryal in, ti ferqek tune ye.
Rûdaw: Dr. Mihemed, ji ber ku hûn Birêveberê Lêkolînên Zanistî yê Navenda Cifara ne. Wekî hûn dizanin guhertinên keşûhewayê bandor li seranserî cîhanê kir. Gelo bandorên guhertinên keşûhewayê li Lîbyayê çi ne? Gelo guhertinên keşûhewayê çi bandor li atmosfêra Lîbyayê kiriye?
Dr. Elî Ehmed: Di destpêkê de zor spas ji vê vexwendina we re li Rûdawê. Bi rêya we ez silavên xwe ji gelê Îraqê re dişînim. Bi taybet li Herêma Kurdistanê. Ev ziyareta me ya yekem e, em bi hêvî ne dubare bibin. Pêwendiyên me bi gelê Îraqê re dîrokî ne, rihên me gelekî ji hev nêzîk in.
Derbarê posta min de pêwîstî bi zelalbûnê heye, ez Birêveberê Birêveberiya Lêkolînên Stratejîk li Navenda Lîbyayê ya Lêkolînên Stratejîk a Ewlehiya Niştimanî me. Ev navend girêdayî encûmena wezîran a li Terablusê ye. Herwiha ez mamosteyê akademiyê li kolêja teknîkên zîndewerî li Zanîngeha Cifara me û lêkolînerê stratejiya me li Navenda Lîbyayê ya Lêkolînan. Li ser pirsa we ya li ser guhertinên keşûhewayê bê guman li Lîbyayê jî bandor çê bûye.
Bûyera li Dernayê bûye gelekî dijwar bû. Atmosfêra Lîbyayê di 4 qonaxan re derbas dibe. Jiyana min li devereke xeta ekvatorê bû û atmosfêr li wir buhar, havîn, payîz û zivistan e. Baranê li deverên peravê di meha 9an de dest pê dikir lê niha ji ber guhertinên keşûhewayê li Lîbyayê di encama baranbarîna ne aram, di meha 6an de baran dibare.
Herwiha ji ber van guhertinan gelek nexweşî derdikevin. Bahoza li bajarê Derneyê pêk hatiye, êşeke mezin ji Lîbyayê re bû ku di dîroka Lîbyayê de tiştekî wiha nebûye.Di encamê de bi hezaran bûn qurbanî û ji ber lehiyan ji sedî 30yê xelkê ji bajêr bi temamî çûn. Herwiha bajarê Sûs jî ket ber lehiyan.
Herwiha ev bêtirî 5 sal in li herêmên rojava hişkesalî heye. Guhertinên keşûhewayê yek ji bargiraniyan e. Navenda Lêlolînan jî girîngiyê dide vê mijarê, me gelek lêkolîn li ser vê mijarê girêdayî guhertinên keşûhewayê de amade kirin. Ango Lîbya wekî welatên din gelekî bi guhertinên keşûhewayê bi bandor bûye. Pileyên germê zêde bûne.
Rûdaw: Niha pileyên germahiyê li Herêma Kurdistanê nêzîkî 40 pile ye.
Dr. Elî Ehmed: Heman tişt e, heman pileya germahiyê Lîbyayê ye
Rûdaw: Doktor ji ber ku hûn pisporê karûbarên ewlehiyê ne, niha du hêzên sereke hene, hêzek li Terablusê ye û ya din jî li Binxazî ye. Gelo paşeroja Lîbya li gel vê rewşa nearamiyê dê çawa be?
Dr. Elî Ehmed: Wekî min ji we re gotiye ez lêkolerekî stratejîk im. Du stûnên sereke yên Navenda Lîbyayê ya Lêkolînan hene, stûnê stratîjiyan û stûnê ewlehiyê. Li ser lêkolînên ewlehiyê girîngiyê dide mijara koçberiya ne yasayî ya li Lîbyayê, girîngiyê dide buherên sûcdariyan, teror û spîkirina pereyan. Di aliyê stratejîk de girîngiyê dide çareserkirinên dozên bi pirsgirêk. Derbarê pirsa we de, Lîbya ji cîhanê ne cûda ye, ew bi hemû dewletên derdorê bi bandor dibe.
Buyêrên di 2011an de dest pê kirine ku jêre dibêjin buhara Erebî, li Lîbyayê, li Tûnis, li Misrê, li Yemenê, li Sûriyê û hin welatên din hebûn, her wiha beriya wan jî li Îraqê. Ev diyar dike ku projeyeke dewletên rojavayî heye ku van welatan ji hev bixe û jinûve rêk bixe.
Mixabin em qurbaniyên vê projeyê ne di baweriya me de hemû jî girêdayî statûya siyonîzmê ne ku van mijaran birêve dibe. Niha li Lîbyayê ji sala 2011an ve gelekî êş ji şerê navxweyî dît, hin cara heta astekê aramî pêk tê û piştre dîsa tevlihevî derdikeve.Ev ji me re nîşaneke zelal diyar dike, ew e ku destwerdanên rojavayiyan û destwerdana biyaniyan bi giştî heye, hewl didin hevsengiyan pêk bînin, li deverên rojhilat Rûsya heye û alîkariyên lojîstîk ji Misrê werdigire û li deverên rojava Tirkiye û Amerîka hene û hin welatên Ereb alîkariya wan dikin.
Rewşa Lîbyayê ji ber van destwerdanan wêneyekî ne zelal nîşan dide. We pirseke gelekî girîng pirsî, bi nêrîna min em hemû Lîbyayî qurbaniyên vê projeya dewletên rojavayî û projeya navdewletî bi giştî ne. Di dema niha de rê nadin Lîbya aram bibe, ango projeyeke welatbûn û parçekirinê heye. Parçekirina Lîbyayê ji bo 3 yan 4 welatan û cîbicîkirina hejmareke mezin ji welatiyên dewletên cîran yên hejar, ji ber ku Lîbya welatekî dewlemend e, niştecihên wê tenê 7 milyon in.
Lîbya xwedî petrol e û cihê wê yê ciyografîk jî girîng e. Ev yek jî rê dide ku dahata xwe têrê bike. Li ser welatên cîran de 300 milyon in, di navbera Misir, Sûdan, Çad, Nîjerya, Cezayîr û Tûnisê de. Em behsa 300 milyonan dikin û li pêşiya wan dewleteke dewlemend heye hejmara niştecihên wê tenê 7 milyon in. Ev projeya metirsîdar li Lîbyayê projeya welatîbûn û parçekirinê ye.
Eger hêzeke niştimanî li beramberî vê projeyê dernekeve dibe ku di van 30 ya 40 salên bê de hejmara welatiyên Lîbyayê bigihêje 100 milyonî. Her wiha dibe ku Lîbya bo 3 yan 4 dewletan were parçekirin. Ji ber vê yekê tişta ku li Lîbyayê rû dide, şerê navxweyî, bi rastî ew e ku şerekî siyasî ye, ne projeyeke niştimanî ye, şerê li ser destkeftiyan e. Dibe ku hemûyan jî li vê rewşê lihev kiribin.
Rûdaw: Doktor, ferq û cûdahiya di navbera beriya 2011an û piştî wê de çi ne? Ferq û cûdahî di navbera rewşa Lîbya ya niha û berê de? Gelo ev ferq û cûdahî erênî yan jî neyînî ye?
Dr. Mihemed Ebû Sax: Bê guman, li ser rewşa perwerdeyê bi giştî zanîngeh û saziyên perwerdeyê bi bandor bûn û gelek sedemên wê hene, ji ber nebûna ewlehî û aramiyê bê guman bandor dê neyînî be. Bi rastî niha tişta ku diyar dibe, bi hatina hikûmeta Yekîtiya Niştimanî û rawestandina şer di navbera welatiyan de, niha piraniya zanîngehan piştî 10 salan xwendin vegeriya ye.
Piraniya zanîngehan kargehên nûjen lê hatine zêdekirin, piraniya zanîngehan ji qonaxa 3yemîn derbasî qonaxa yekemîn bûn. Wekî min gotiye vegerandina xwendekaran, rêvekirina li pêş kadroya perwerdehiyê û tîmên pîşeyî yên kargehan, piştre em derbasî qonaxa pêxistinê û çaksaziyê bûn. Niha em di qonaxa nirxandina meteryal û derbasbûna di rêzbendiyên navneteweyî de ne.
Niha em di qonaxekê de ne ku ne xirab e, em dibêjin perwerdehiya me hêjî baş e. Tenê pêwîstiya me bi demê û aramiyê heye. Ev hêviya me ye em ji Xwedê hêvî dikin ku hilbijartin li welatê me Lîbyayê nêzîk bin. Wekî rêhevalê min Mihemed gotiye, ne ji destwerdana dewletên derve bûya, Lîbyayî li hev dikin û wekî malbatekê ne.
Em hemû yek malbat in, heta di mijarên siyasî de nakokî di navbera bira û birayekî din ên heman malbatê hene. Ev mijar dozê têk nabe û divê bandore li projeya niştimanî neke, ew e ku avakirina dewleteke xwedî serwerî be. Em dizanin pêwîstiya welatiyên me bi perwerdehiyeke baş heye, bi aramiyê heye û jiyaneke xweş heye, çima na û welatê me bi samanan dagirtî ye û cihê wê stratejîk e.
Rûdaw: Destwerdanên dewletên derve bandor li rewşa perwerdehiyê kir?
Dr. Mihemed Ebû Sax: Bê guman, her destwerdanek bandora wê li ser hemû saziyên dewletê neyînî ye, kerta perwerdeyê ne cûdayî kertên din e. Wekî min ji we re gotiye aliyên ewlehiyê, aliyekî bingehîn in li welat, di encamê de dema ku ji sala 2021an de şer rawestiya, bi saya Xweda niha geşepêdan di her warekî de hene.
Rûdaw: Li Lîbyayê Hikûmeta Yekîtiya Niştimanî heye, lê hemû Lîbyayê kontrol nake, pirsgirêk ev e?
Dr. Mihemed Ebû Sax: Em wekî Xwendina Bilind peywendî û civînên me li zanîngehan berdewam in, wekî saziyên Xwendina Bilind kargeh û konferansên me berdewam in. Bi rastî ji ber ku kesayetên dewletê li xwe digire û girîng dibînin ku divê Lîbya yek parçe be. Em wekî Wezareta Xwendina Bilind dibînin ku tevî ku bandora wê ewqas ne mezin e lê dîsa hêviya me ew e ku ev hikûmet di bin sîwana yek hikûmetê de kom bibin.
Her wiha çareseriya guncaw li Lîbyayê hilbijartinên serokatî û parlamentoyê ne ku endamên niştimanî berhem bîne. Em di wê baweriyê de ne ku hişmendiya welatiyên Lîbyayê niha li pêş e û dê kesên pispor û xwedî şiyanên niştimanî hilbijêrin ku bikaribin rêveberiya welat bikin û welat ber bi aramiyê ve bibe û welatiyên Lîbyayê ber bi kêfxweşiyê ve bibin.
Rûdaw: Dr. Mihemed, gelo şanseke vegera kurê Muamer Qezafî, Seyf Qezafî heye, yan jî kurekî Muamer Qezafî vegerin desthilata Lîbyayê?
Dr. Elî Ehmed: Bi nêrîna min mijara Dr. Seyf El-Îslam, projeyeke niştimanî ye. Gelek alîgirên wî li Lîbyayê hene, wekî xwediyên projeyên din, wekî Mûşîr Hefter an jî Ebdilhemîd El-Dibîbe ku xwedî proje ne. Pirsgirêk ev e; ez eşkere bêjim, aliyên dewletên Rojavayî û Amerîka li pêş projeya Seyf El-Îslam rêgir in.
Niha li Lîbya pêşwazî li wî tê kirin lê dîsa jî em dibînin ku projeya Seyf El-Îslam bibe projeyeke lihevhatinê beriya ku bigihîje hilbijartinan. Eger rêya derketinê ji Seyf El-Îslam re were vekirin ku ti metirsî li ser wî tune bin û projeya lihevhatinê li Lîbyayê li xwe bigire, ev ji projeya hilbijartinên siyasî baştir e.
Hilbijartinên siyasî em dikarin bêjin ku xefk e û dê rewşa dewleta Lîbyayê ya têkçûyî bêtir têk bide. Bi taybet ji aliyê rojava ve, ji ber ku Rûsiya xwedî li projeya Seyf El-Îslam derdikeve, ne ku ji wî hez dike tenê ji bo dijberiya bi Amerîkayê re bike wî karî dike.
Em li Lîbyayê gihîştine wê baweriyê ku divê projeya me niştimanî be. Li dijî parçebûnê û niştecîkirinê be kî dibe desthilat bila bibe, ji ber ku hikûmet erk e. Niha hin aliyên Lîbyayê û heta hin dewletên Erebî têgehan bikar tînin û dibêjin em naxwazin kesek hukimê li me bike, lê em dixwazin xizmeta gel were kirin.
Ev çand, ji aliyê Seyf El-Îslam yan Mûşîr Hefter an jî ji kîjan alî ve be, were birêvebirin, pêşwazî lê tê kirin, dema ku proje niştimanî be. Ji ber vê yekê ez bawer dikim ku vegera Seyf El-Îslam li Lîbyayê ne asteng e, pirsgirêk bi taybet tenê li aliyê Amerîkayê û civaka navneteweyî de ye. Ev mijar niha veşartî tê gotin ku Amerîka û hin caran jî eşkere tê gotin ku Seyf El-Îslam bombeyek e.
Rûdaw: Gelo dewletên Ereb hene ku piştgiriya vegera Seyf El-Îslam ji bo qada siyasî dikin?
Dr. Elî Ehmed: Ez bawer nakim dewletên Erebî hebin, em eşkere bêjin, ji ber ku siyaset berjewendî ne. Dewletên Erebî bi rastî (Bibûrin ez vê gotinê bikar tînim) amûr in, heta Tirkiye û Misir jî, ew amûrên di destên dewletên wekî Rûsya û Amerîkayê de ne.
Ew hemû dê li pêşiya projeyên Rûsya û Amerîkayî bi dawî bibin. Ango dewletek e Erebî pişgiriyê dike yan nake, ji bo me wekî Lîbyayiyan mijareke bê qîmet e. Qîmeta me ew e ku em çawa lihev bikin û wekî Diktor Elî gotiye, em wekî Lîbyayî gelekî ji hev nêzîk in.
Nîşana vê yekê jî di buyera Derneyê de derket. Hemû Lîbyayî li Derneyê kom bûn. Her wiha buyera bilindbûna asta avê li bajarê Zîtê, piştgiriyeke ne normal ji aliyê herdu hikûmeta ve werdigire û herdu alî alîkariya wê dikin.
Ango em wekî Lîbyayî em dikarin li hev bikin eger aliyên cîhanê destên xwe ji nav me vekişînin, cîhana rojavayî û bi taybet Amerîka û Yekîtiya Ewropa û bi taybet Brîtanya, Fransa, her wiha Rûsya eger destên xwe ji nava me vekişînin, ez di wê baweriyê de me ku mijara vegera Seyf El-Îslam nabe dozeke girêkok û ti kesên din jî nabin dozeke girêkok.
Rûdaw: Dr. Elî, ez dê pirseke ewlehiyê ji te bipirsim, wekî mînak gelek koçberên Sûriyeyê dema ku hewl didin xwe bigihînin Îtaliyayê û piştre derbasî dewletên din ên Yekîtiya Ewropayê bibin li Lîbyayê rastî pirsgirêkan tên. Gelo ev rewşeke giştî ye, yan taybet bi xelkê Sûriyeyê ye? Lîbyayê wekî transît bikar tînin. Xaleke transîtê da ku xwe bigihînin Îtaliya û ji wir derbasî dewletên din ên Yekîtiya Ewropa bibin.
Dr. Mihemed Ebû Sax: Ev pirs dibe ku Diktor Mihemed bersiva wê bide. Ew di vê mijarê de ji min pisportir e, spas. Yekem tişt ew e ku Lîbya dewleteke derbasbûna ber bi Ewropayê ve ye. Ez bawer dikim rêjeya Sûriyeyiyan nagihîje ji sedî 10 ji koçberên ku ji Lîbyayê diçin Ewropayê, hemû dewletên Afrîqa, Çad, Malî, Nîjerya, hemû di wî cihî re derbas dibin. Berûvajî wê ez bawer dikim ku danûstandina bi koçberên Sûriyeyê re ji yên din baştir e.
Sûriyeyî li Lîbyayê gelekî hene, hevxemiyeke ne normal di navbera gelên Lîbyayê û Sûriyeyê de heye. Li Lîbyayî pêkve dijîn. Koçberiya Sûriyeyiyan bi rêya Tirkiyeyê û hin deverên din dibe, gelek ji wan ji bo kar berê xwe didin Lîbyayê, ez bawer dikim ku ji 10 hezar kesan dibe ku di nava wan de 5 kes Sûriyeyî hebin. Her wiha di nava wan de Lîbyayî bi xwe jî hene.
Rûdaw: Gelo ew rastî girtin û îşkenceyê û şelandinên nabin?
Dr. Mihemed Ebû Sax: Ka ez tiştekî bêjim, sûcdarî li her deverekê heye. Em vê yekê înkar nakin û ev mijar karê mafyayan e, mafyayên navneteweyî vî karî dikin. Ji mafya li Îtaliyayê dest pê dike û hin endamên wan li Lîbyayê û dewletên Afrîqayê hene.
Hin caran kesên xwe rûbirûyî van projeyan dikin, divê ew berpirsiyariyê li xwe bigire, ewên li Lîbyayê ne di bin kontrola dewletê de ne, gelo tu ji sûcdarekî çi guman dike û dê çawa danûstandina kesekî bike. Her çiqas ev sûcdar li Îtaliyayê yan jî li Lîbyayê be, yan jî kîjan dewletê be, danûstandinên wan tund in, fîdiya distînin, kesan dişelînin û wan dixapînin ku dê derbasbûna wan hêsan bikin.
Danûstandin giştî ye, dozeke giştî ye, ne dozeke taybet bi Sûriyeyiyan e.
Berovajî wê tişta ku ez dibînin danûstandin bi Sûriyeyiyan re baş e, gelê Lîbyayî pişgiriya gelê Sûriyeyê dike, bêyî ku mezheba wan an jî nêrîna wan a siyasî di berçavan re bigrin.
Rûdaw: Dr. Elî gelo di kerta perwerdeyê de, mamoste, doktor ji Sûriyeyê hene?
Dr. Mihemed Ebû Sax: Ez dixwazim ji we re piştrast bikim ku Wezareta Xwendina Bilind û Lêkolînên Zanistî ya Hikûmeta Yekîtiya Niştimanî rê li pêşiya xwendekarên Sûriyeyê vekiriye.
Her wiha ji xwendekarên Yemenê, xwendekarên Sûdanê, xwendekarên Filistînî û hemû welatên alozî li wan hene û danûstandina bi hemûyan re, bêyî ti pereyek ji wan were wergirtin, hemû mafên xwendekarê Lîbyayî hebin mafên wan jî hene. Xwendekarê Filistînî jî bi rastî wekî xwendekarên Lîbyayî hikûmetê pere jî ji wan re vediqetand.
Niha jî wezîr nivîsek belav kir ku hemû xwendekarên van welatan bê pere bixwînin. Her wiha derî ji hemû kadroyên perwerdeyê re vekiriye. Wergirtina erêkirina Wezareta Xwendina Bilind demjimêrek dirêj nake. Rêkarên erêkirin wekî yên hemû endaman in, çi ji Sûriyeyê yan jî ji Îraqê be gelekî tên pêşwazîkirin. Em jî piştgiriya vê yekê dikin û danûstandina bi wan re wekî ya bi Lîbyayiyan re ye.
Rûdaw: Dr. Elî, Muamer Qezafî piştgiriya doza Kurdî û serxwebûna Kurdistanê dikir, gelo hevsoziya gelê Lîbyayê bi gelê Kurdistanê re heye?
Dr. Mihemed Ebû Sax: Bê guman, doza Kurdî, em hemû dizanin ku tişta ku gelê Lîbyayê ji xwe re dixwaze, ji gelê Kurdistanê re jî dixwaze, li gel hemû taybetmendiyan. Em hêvî dikin ku di yek asoyê de bijîn. Wekî hûn dizanin em her tim piştgiriya yek asoyî dikin, ne tenê li navçeyê lê belê li seranserî welatên Ereb û Afrîqayê.
Tişta ku niha li cîhanê heye, çima kesên lawaz nas nake. Bi rastî pêwîstiya me bi asoyeke mezintir heye. Em hêvî dikin, bi rastî pêşketinên ku min li Herêma Kurdistanê dîtine, nîşana hişmendî û rewşenbîriyê ye. Her wiha xelkê wê jî xwedî ezmûn û şiyan in. Ez bi hêvî me rêveberiya projeya vê asoya mezin li cîhana Erebî jî çêbibe.
Pisporî hene, em di wê baweriyê de ne ku rola biçûkkirinê namîne, nemaze li gel cîhana niha ya bilokan. Yekîtiya Ewropayê niha di nava hev de hevgirtî ye. Em jî niha di wê baweriyê de bin ku em bi tena xwe bijîn, divê asoyeke mezin were avakirin.
Di nava vê asoyê de hemû maf werin dayîn, wekî mînak divê saman li hemû herêman werin dabeşkirin û bi awayekî dadmend bê belavkirin. Di heman demê de divê yek asoyê ava bikin da ku em bikaribin li ser zemîn û di bin rojê de bi hêz bijîn. Tu jî birayekî rojnameger ê navdar e, tu dibîne ku çi li cîhanê rû dide.
Rûdaw: Em jî ji gelê Lîbyayê hez dikin
Dr. Elî Ehmed: Bi rastî em birayên xwe yên li Îraq û Herêma Kurdistanê gelekî nêzîkî xwe dibînin. Gelek pêwendiyên me hene, dema min li zanîngehê dixwend, gelek hevalên min ên Kurd hebûn, ew gelekî nêzîkî dilê me ne.
Rûdaw: Doktor Mihemed, pirseke dawî, ew jî girêdayî ewlehiyê ye, di rojên şerê navxweyî li Lîbyaya berya çend salan de gelek çeteyên Sûriyeyê yên girêdayî opozîsyona Sûriyêyê hebûn. Bi hikûmeta Serac re li dijî Xelîfe Hefter şer dikirin û mûçeyeke mezin werdigirtin. Ez guman dikim her leşkerekî mehane 2 hezar û 500 dolar werdigirt. Gelek ji wan ên Opozîsyonê ji Efrînê diçûn Lîbyayê û şerê Hefter dikirin. Gelo Lîbyayî vê rewşê çawa dibînin?
Dr. Elî Ehmed: Rewşa serbazê Sûriyeyê ku wekî çete şer dikir. Ez eşkere bêjim, ew bi xwe qurbanî ye, ew qurbaniyê komployekê ye. Ev serbazê ku xwe wekî opozîsyona hikûmeta Sûriyeyê bi nav dike, bi rastî ew qurbaniyê dagirkeriya Tirkiyeyê ye.
Kê ew anîn? Erdogan ew anîn, dema ku Serokê Tirkiyeyê û hêzên Tirkiyeyê bi hikûmeta Terablusê re li hev kir. Wekî me gotiye pirsgirêk di dewletên rojavayî de ye.
Heman tişt li cem Mûşîr Hefter jî heye ku Rûsya di dema şer de destwerdan kir. Tirkiyê jî destwerdan li herêma rojava kir. Ango çeteyên Sûriyeyê hatin û di bin ala Tirkiyeyê de şer dikirin. Mijara mûçeya li beramberî nirxê mirovahiyê 2 hezar û 500 dolar ne tiştek e.
Gelê Lîbyayê wan kesan wekî welatiyekî Sûriyeyê nabîne, ew tenê qurbaniyê projeya Tirkiyeyê ye. Min hin kesên Tirk dîtin û min şîret li wan dikir û min ji wan re digot, erê rola Tirkiyeyê demekê li Lîbyayê hebû ku girîngî dida aliyê aborî ev mijareke girîng e. Niha jî Tirkiye li herêma rojhilat heye û di warê aborî de li herêma rojava heye. Herwiha Misir jî heye kompaniyên wê li Terablusê hene.
Wekî me gotiye erkdariyeke siyasî bû lê em Tirkiyeyê wekî dewleteke dost dibînin, dewleteke Îslamî ye, herwiha em Misrê jî wiha dibînin, lê em loman ji wan dikin ku wekî birayekî mezin ji Lîbyayê re ku beşdarî projeya parçekirina Lîbya dibin, projeya Amerîka û projeya Rûsyayê ye.
Serokê berê ku rêkeftin li gel Tirkiyeyê îmze kir, tenê ji bo xwe û malbata xwe ji êrîşa Mûşîr Hefter li Terablusê biparêze, wî bawer dikir ku dê bi vê yekê karibe ji terorîstan xelas bibe. Vê yekê hişt ku ew alîkariyê ji Rûsyayê bixwaze û alîkariyê ji Tirkiyeyê bixwaze, Sûriyeyî jî qurbaniyên vê yekê bûn, Sûriyeyî wekî Lîbyayiyan qurbanî ne.
Rûdaw: Zor spas ji we re, ez bi hêvî me hûn rojên xweş li Herêma Kurdistanê derbas bikin.
Rudaw