Do, Îro û Sibê….

Cano AMEDÎ

Hiqûq, dadwerî û wîjdan

Hişmendîya neteweyî, tifaqa milî û tekoşînek hevbeş ya li dijî dagirkeran dikare rê li ber serkeftinên mayînde veke.

Di dîroka tekoşîna neteweyî ya giştî de têra xwe mînak, têra xwe tecrube û têra xwe rê û rêbazên serkeftî hene. Û têra xwe aktorên ku doh rê li ber têkçûnê xweşkirine û bi serneketine hene! Qet nebe em ji wan ezmûn, kiryar û pratikên doyin yên têkçûnê dûr bikevin û jê ders bigirin! Divê her dem ji wan ezmûnên doyin sûd wergirin û li gorî wê rastîyê tevbigerin.

Di bin Ala Kurdistanê de, li ser nîrx û prensîbên milî, bi şert û mercên hiqûqa giştî û li ser zemîna berjewedî û daxwazên neteweyî yên stratejîk, pêwistîya me bi xebatên hevbeş û çîrokên serkeftinê heye. Bi bîr û bawerîyên dozê heye.

Îro li her çar perçeyên Kurdistanê mafê me yê ji milletbûnê tê, yê dewletbûnê, yê desthilatdarîyê ku em bidestbixin heye. Dem û demsalên siyasi, civakî û tekoşînê ber bi bihara Kurdî ve diçe. Divê miletê kurd, alîyên siyasî, rewşenbîr û hemû beşên civakê vê rastîyê bibînin û li gorî wê tevbigerin.

Pêwîstîya me bi demsalên qeyran û zivistanên reş tune ye. Lewra wek milet me têra xwe ew demsal dîtîye, jiyaye û dijîn… Divê em tu carî jibîrnekin ku her tim miletê kurd, ji ber nakokîyên bê aqûbetîyê, di nav demsalên reş û tarî de, di nav qeyranên civakî de, di wargehên bêrêxistinî de, bi bobelatên giran re rûbirû bûye û tekçûye. Îro jî em li wê “Erefê” ne!

Rexne kirin mafê herkesî ye û divê her dem ev mekanizma li ser bingeha çêkirinê, alternatîfbûyinê û li xwe zêdekirinê aktîf be. Jîndar be û xwedî hiqûq be. Li gorî pîvanên ehlaq û wîjdan tevbigere, ji rastîyan dûr nekeve. Rê nîşan bide, bal bikşîne ser kêmasî û şaşiyan, berpirsîyarî bigire, destê xwe bixe bin bar û di nav hewldanên avakirinê de be. Di bin navê rexneyan de heqaret, sixêf, derew, bê îtîbarkirin û niyetxwendin wêneya xwedîyê xwe radixe ber çavan.

Divê herkes ji mala xwe, ji ciran û gundê xwe; ji bira û xûşkên xwe, ji birazî û xarzîyên xwe; ji zarok û nevîyên xwe destpê bike ku bingeha hişmendîya netewî xurt bike, rê li ber enîya milî xweştir bike. Tenê bi gotinên gilover, bi nivîsên ser cemedê, bi ajitasyon û propagandayên reşkirinê an jî li ser tora ragihandinê em nikarin rewşa rasteqîn biguherinin. Ji ber wê yekê divê li gorî pîvanên hiqûq û tekoşînek hevbeş em tevbigerin. 11.01.2026

Cano Amedî

Hinek nivîsên din:

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *