Dîrok şade ye
Dîrok şadê rewş û berxwedanên me
Wexta koledar hatin ketine warên me
Xerabû sitara me û nema rehetiyan me
Ji hingê ve şûrê şerîatê ranebû li ser me
Şêx û melan her vexwarin xûna mîletê me
Beg û axan bi hezaran kuştine neferên me
Kevneperestan timî şewitandine malên me
Koledaran nehîştiye tûcarî vebin çavên me
Weha gelek caran diyarkirine fermanên me
Bi zohrê ji me sitandine ser ax û bin axa me
Gava diketine tengasiya soz û bext didane me
Di peyre dîsa di pelişandin gund û bajarên me
Lewma jî bext û wîjdanê hûkûmdaran qet tûne
Ewan timî bizanistî belakirine ol û erkanên me
Me jî herwextî bi zahmet parastiye çanda xwe
Me nehîştiye qet wenda bive nav û dengê me
Em hîna jî serfiraz û şadin bi rêz û rêzanin xwe
Kemal Tolan, berhevkar û xemxwarê kevneşop- zargotina Êzdiyatiyê , „Hebûn û Tûnebûna Êzdiyan tev Romanên Zindî ne“ sala 2000