SIRRA DI NAVA SEETÊ DE (SAATİN İÇİNDEKİ SIR) -3

Birêz Salih dibê: ‘‘Bernameya perwerdeya hefsê, ji dêbla me welatperwer û zana bike, xwedî naveroka ku me dikir yek reng û fanatîk. Di perwerda me de, lênerînek kevneperest, sûcdarkirin, navtêhildan (etîket), lênerîna dîrokê ya yekalî serwer bû. Nifşekî pêşdaraz, bi zanînên kevn û bi çavkanîyên ne rast, bi derbasbûna xwe re bîyanî û neyar amade dikirin.‘‘

Bernameya perwerdeyê, wer xwanêye li gorî lênerîn û tesbîtên apo tê kirin: ew bername, dîmenek Kurd û Kurdistan ya mirî xêzdikir. Digotin: `hemû serhildanên Kurdistanê, bi pêşkêşîya feodalan,  ji karekterek millî bêpar, li ser bingeha berjewendîyên eşîrî û bi mejîkî dînî pêkhatin. Malbata Berzanî jî bi vî şêweyî dinîrxandin; bi hevkarîya Turkîye û emperyalîzmê sûcdar dikirin. Li Bakur jî hin kesên di bin bandora malbata Barzanî de man, partîyên xwedî mejîyê feodal, netewperestên kevnar, hevkarê neyar avakirin. Hinek grubên di bin bandora ruhê şoreşgêr yê nifşê 68an de man û bi rêxistin bûn jî lê ji karaktera Kemalîzmê, burjuvazîyê biçûk û reformîstî rizgar nebûn; kesî ji wan xeta rizgarîya neteweyî û serxwebûna Kurdistanê neparast.` Çiqas partî, rêxistin, komel û navdarekî Kurd hebû, dihatin mahkumkirin. Ya herî girîng jî digot: `malbata Kurd, sazîya şerê taybet e. Ev dendika şerê taybet ya paşverû ku bûye ajanê dewleta mêtinkar, divê bê hilweşandin.`

Li gorî ‘‘serok‘‘ `gerek berê me li hember malbata xwe, eşîret û edetên civatî, piştre li hember sîxur û Kurdîtîya sexte dikin, netewperestên kevnar; piştre li hemberî mêtinkarîyê tekoşîn bida.` Endam û alîgirên partîyê, her roj bi van lênerîn û weşanên partîyê yên yekalî, serê wan dihat dagirtin û rêvebiran destûr nedidan ku weşanek din bixwînin.

Wek hemû partîyên îdeolojîk, totalîter û antî demokratîk ku hemû raman û rêbazên partîyê ji alî serok ve tên xwanêkirin, ev lênerîn û rêbazna jî tu şik û kêmanî tê de tune ye. Partî serok bi xwe ye. Uslûp û jargonê serok dibe yê partîyê. Êdî her endam û terefdar ji bo ku serok bê şaşî û bê kêmanî dibînin ku mecbûr in wanî bibînin, li hemberî hev jî gotinê serok bizar (texlît) dikin.

Endam yan terefdarekî partîyê, ger bi çavê lêpirsîn an rexneyê li ramanek an fermanek serok binêre, `ew xwedî ramanên xeter e û nexweşîyên burjuvazîyê biçûk pê re heye`, yan ‘unsûrekî objektîf yan subjektîf ajan e yan îlkel mîlîyetçî‘ ye. Ji xwe ji xeynî serok, her endam yan terefdar objektîf xayin e û di xizmeta dijmin de ye. Çi gavê ‘‘serok‘‘ yan rêvebir bixwazin, karin herkesî bi sûcê ‘‘objektîf ajantî‘‘yê ceza bikin!

Yên ji Marksîzm-Lenînîzmê bêtir yan ji gotinê Apoizmê bêtir bi ziman, çand û dîroka Kurd re têkildar bibin, `neteweperwerê kevnar` (îlkel mîlîyeçî) in. Kesê bi çand û rûmetên netewî ve xwe girêdayî bibîne, ew `paşverû û hov` tê dîtin. Têgeha ‘‘neteweperwerîya kevnar‘‘ piştî 1980, îcada Apo û Duran Kalkan e ku dema PKK diçe Başûr, dibe cîranê PDK û YNK, ji bo ku endamên pkk ji rûmetên netewî sar bikin û bikin dijminê netewetîya Kurd û ji van partîyan dûr bixin û li hember wan bixebitînin tê îcadkirin.

Trajedîya mezin jî afirandina nefret û dijmintîya li dij Kurdan e. Berpirsên Pkk, êrîşkirin, neyartî û kuştina pêşmergeyên Kurdistana Başûr, wek pêngava dudoyan ya 15yê Tebaxê bi nav dikin. Vê helwesta neyartîya li dij Kurdên ku doza Kurdistan dikin, bi hemû endamên xwe dane qebûlkirin û yên rast nabînin jî ne xwedîyê mafê bertek û rexneyê ne.

Ev dijmintîya Pkk û YNK ya sala 1994-5 li dijî PDK, bi planên her çar dewletên mêtinkar, di serî de jî yên Îran û Sûrîyê dimeşîya. Di wê demê de PDK ji bo mafê otonomî yan federal bi dest bixe, di nav hewldanek dîplomasî û leşkerî de bû. Amerîka û Ewropa jî erênî nêzî vê daxwazê dibûn. Loma Îran û Sûrîye, Pkk û YNK handida ku bi PDKI re şer bikin. Van her du partîyan jî êrîşî PDKI kirin.

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *