„DÎROK, RASTÎ Û SERPÊHATIYÊN DİLŞEWAT, YÊN KURDÊN ÊZDÎYÊN KAFQASÊ

Kemal Tolan

Di dîroka Êzidiyan de 73 ferman hene ku komkujî, xwîn û hêstir tê de hene.

Êzdiyên îroyîn li Kafkasyayê ku, berê ji wan re digotin Êzdiyên Serhed ê; di serdema Osmaniyan de bi fermanekî ba ji Şêxan-Şengalê sirgûnê herêma Serhed ê hatin kirin.

Dîrok divê dawiya salên P.Z.1500 be…

Di nava kesên hatine sirgûnkirin de bi dehan eşîrên Kurdên Êzdî yên weke Sipkî, Şemskî, Belî, Mikaîlî, Zixurî û Hesinî jî hebûn…

Yekemîn niştecihên herêma Serhedê; Ev parêzgehên wek Wan, Agirî, Mûş û Bedlîsê bûn.

Armanca vê sirgûnê; Bi bicihkirina Êzdiyan li vê herêma Serhedê ya bi darê zorê, ew bû ku têkiliyên wan bi herêma Şexan-Laleş re, ku navenda olî û dinyayî ya Êzdiyan bû, qut bike û bi asîmîlekirina wan di nav Kurdên Misilman ên vê herêmê de bike îslam.

Beşek ji armanca vê sirgûnê roj bi roj pêk hat.

Di dora salên 1800 î de, zêdetir nîvê Êzdiyên Serhedê nav Kurdên Misilman yên herêmê, bi zextê an jî bi dilxwazî, bûn misilman.

Mînak, eşîra Sipkî de bereka wek Xelesînî û Mankî bûne misilman. Lê bereka wê yên weke Îsedizî, Ûtî û Mixayîlî baweriya Êzdiyatiyê domandin.

Êzdiyên ku Misilman bûn, li ser axa Osmanî mayîna xwe berdewam kirin.

Lê Kurdên Êzîdî ku îslamê qebûl nakin; piştî şerê 1828-29-ê Osmanî-Rûsyayê, ji ber sedemên ewlehiyê neçar man koçî herêmên Qers, Îdir û Erdexanê kirin, ku ev herêm di bin desthilatdariya Rûsyayê de bu.

Ev sirgûna wan a duyemîn bû li herêma Serhedê.

Erdnîgariya Osmaniyan de tenê êzîdiyên ji eşîra Zixurî li Wan’ê dimîne

Êzdî; demekê li Qersê û derdora wê ya ku di bin desthilatdariya Rûsan de bû, bi serbestî dijiyan.

Lê çarenûsa wan a bêbext, ku tijî komkujî û sirgûnî bu, carek din xwe dubare kir.

Bi şerê Cîhanê yê Yekem re komkujiyeke nû hat ber deriyê wan.

Dema ku artêşa Rûsyayê bi Şoreşa Cotmehê ya sala 1917an ji şer vekişiya û Qers, Îdir û Erdexanê ku nêzî 100 salan di bin desthilatdariya wan bûn, ji Tirkan ra hişt.

Li alîyê Artêşa Osmanî ya ku di bihara 1918’an de kete herêmê û ji aliyê Kurdên Misilman ve hatibûn xurtkirin, Ermenî û Êzidîyên li vir dijîn hatin qetil kirin.

Yên ku ji qetlîamê xilas bûn û karîbûn ji ava kaniya çemê Arasê ya li ser sînorê Rûsyayê derbas bibin; Penaberî Gurcistanê û Ermenîstanê bûn…

Ev sirgûna sêyemîn û herî bi êş a Êzidiyên herêma Serhatê bû.

Di dawiya sala 1918’an de, di encama komkujî û sirgûnan de, li herêma Serhedê yek Kurdekî Êzdî

nema.

Tirkan jî heman qederê anîn serê Ermeniyan.

Lê mixabin; hinek Kurdên Misilman beşdarî qetlîamên hevwelatiyên xwe yên Êzdî bûn. Haya wan Kurdên Misilman jê tune bu ku “Şûrê Osmaniyan ku li

hember Ermenî û Êzdiyan rakiribe rojekê wê li wan vegere”.

Kurdên Êzidî bi rastî ne artêşa Osmanî ba hat kûştin; Xiyaneta heman netewêyên Kurdên misilman ew kuştibû…

Êzîdî wêran bûne ku Kurdên Misilman, ku ji heman milet, heman eşîr û heta ji heman malbatê bûn, di komkujiyê de alîkariya artêşa Osmanî kirin…

Ev ne birîneke biçûk bû ku were jibîrkirin. Birîneke kûr û êşeke giran bu…

Ji ber vê yekê pîr û kalên Êzidî yên ku komkujî dîtibun; heta mirinê bi salan ji zarok û neviyên xwe re behsa wê rojên reş kirin. Bîranînê wanên zêdetîr “pismam û kîrîv”ê wanên Kurdên Misilman, bi tevî artêşa Osmanî ba wan çawa kuştine li ser wî bu.

Ji ber ku Katiam di sala 1918-an de bi bîranînên êşên giran tije bû: jinên ku rastî tecawizê hatin, jinên ducanî yên ku zikê wan hatin qelişandin, pîr û kalên ku çavên wan hatin derxistin û zarokên di ava sar a çemê Aras ê de hat xeniqîn…

Mixabin, ew bîranîn nedihat jibîrkirin…

Îro, hin ji Êzdiyên Gurcistan û Ermenîstanê xwe wek kurd qebûl nakin, tenê xwe wek ”Êzîdî” pênase dikin û helwêsta wan a dûr a li hemberê Kurdan heye, sedema wê helwestê hebûna paşxaneya dîrokî ya dramatîke…

Trajediya Kurdên Êzdî an jî Misilmanên Serhedê hîn jî didome.

Ez ji eşîra Sipkî me, yek ji wan eşîrên êzîdiyan ku sirgûnî Serhatê bûne û hinek ji wan jî piştre bûne misilman. Ji eşîra me yên ku Îslam qebûl kirine îro li Agirî û derdora wê dijîn; Yên ku dev ji ola Êzidîtiyê bernedan îro li Ermenîstan û Gurcistanê jiyana xwe didomînin.

Tiştê ku îro Kurdên Sipkî yên Êzidî û Kurdên Sipkî yên Misilman ên kû heman eşîrin û ji yek bavî belav bûne, navbera wan da tenê têla sînorê Tirkiye û Ermenîstanê heye.

Lê ji aliyê ruhî ve ji hev gellek dûr in…

Ji ber ku ji bilî têkiliyên van salên dawî di asta rewşenbîrî de, ev zêdetirî 150 sal in di navbera van kurdan de diyalog çênebûye.

Zûlm û zordarî; em, ku ji heman malbatê ne, me parçe kirîye, kirîye sê welatên cuda û du olên cuda, em ji hev kirîyê û em ji hev dûr xistîye…

Ev yek ji dramayên tîpîk ên bêdewletbûna Kurdan e…

Me bi salan li bîranînên mezinên xwe yên li ser Kurdên Êzîdî guhdarî dikir… Em bi stranên wanên di radyoya Êrîvanê de mezin bûn.

Mixabin, tenê van demên dawî da wan xûşk û birayên xwe yên Êzdî min dît û naskir. Dereng be jî dîtina wan kêfxweş û serbilind bûm. Ev hevnasîn ji bo jîyana min de gellek taybet û pîroze…

Lewra min hesreta dilê xwe yê sedsalan zêdetir temirand.

EM KURDÊN ÊZÎDÎ YÊN SOVYETÊ RE GELLEK DEYNDARİN.

Yên ku ji qetlîama 1918’an rizgar bûn û xwe gihandin Ermenîstan û Gurcîstanê; ji jinên bê mêr, zarokên sêwî yên ku dê û bavên wan hatibun kuştin, kal û pîrên bêkes û malbatên şikestî û destek Kurdên êzîdî yên feqîr ên ku pariyek nanê wan tune bû, pêk dihat.

Lê ev Kurdên Êzîdî yên hêjmar kêm; kû ji birçîbûn, nexweşî û tenêtiyê wêran bibûn; Piştî demekê di serdema Sovyetê de mucîzeyekê bi dest xistin û di jiyana çandî ya Kurdan de yek ji girîngtirîn serdemên ronakbîriyê afirandin.

Ji yekem alfabeya kurdî ya latînî heta romana yekem a kurdî, ji yekemîn fîlma kurdî heta radyoya kurdî ya yekem, şoreşeke çandî ya kurdî ya bêhempa pêk anîn…

Ev kurdên êzîdî, ku hejmara wan nedigîhîşt 100 hezarî; Di serdema ronakbîriya Kurd a Sovyetê de di navbera salên 1922-1980 de warê Kurdolojiyê de hema hema li temamîya her çar parçeyên Kurdistanê zêdetir xebat pêk anîn.

Em her û her sipasdar in ji bo keda wan a binirx ji bo doza Kurd û Kurdistanê.“*

 

*Engin Yilmaz :

https://www.facebook.com/permalink.php?story_fbid=pfbid0MszUbSiQPWNZnVuXfw1YLKaeyGC9iT75XdfRmT7Z5A8JHkMsHqtDiUbLZXx3JeT5l&id=100002448067455

.

 

Gelek spas ji bo kekê rêzdar Engin Yilmaz, gava min ev gotara wî bi zimanê tirkî xwand* pê ve, min ji cenabê kekê rêzdar daxwazkir ku, ew vê gotara*  wergerîne ser Kurdî.

 

Malî ava kekê rêzdar Engin Yilmaz ev daxwaza min anî cîh !

Ez hêvîdar im ku, hûn jî vê „DÎROK, RASTÎ Û SERPÊHATIYÊN DİLŞEWAT, YÊN  KURDÊN ÊZDÎYÊN KAFQASÊ“*yê bi baldarî bixwînin.  

 

Em tev de fêrbibin , hîn zêdetir dîroka xwe nasbikin û ji hevûdinê  fêhmbikin!

 

Kemal Tolan

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *