DÎERG: Divê li dibistanan jî Newroz bê pîrozkirin

Însiyatîfa Şopandina Perwerde û Reformê ya Amedê (DÎERG) ji Wezareta Perwerdeyê ya Tirkiyerê re pêşniyar kiriye ku Cejna Newrozê li dibistanan bê pîrozkirin.

DÎERGê di pêşniyarnameya xwe de diyar kir ku di nivîsên Ehmedê Xanî û Ewliya Çelebî de diyar dibe ku Civaka Kurd Cejna Newrozê ji sedê salan ve pîroz dike.

DÎERGê ragihand ku Civaka Tirk roja 21ê Adarê bi navê Nevruz, Faris jî bi navê Navruz pîroz dikin.

Însiyatîfa Şopandina Perwerde û Reformê ya Amedê bi daxuyaniyeke nivîskî Wezareta Perwerdeyê ya Tirkiyerê xwest ki Newroz li dibistanan bê pîrozkirin.

“Dê di nav dibistanê de ji bo hişmendî, zanîn û xurtkirina rêzgirtina ji neteweyên cûda re bibe alîkar”

Însiyatîfa Şopandina Perwerde û Reformê ya Amedê (DÎERG) di daxuyaniya xwe de wiha got:

”Di nivîsên Ehmedê Xanî û Evliya Çelebî de Cejna Newrozê wekî cejna ku Kurd bi sedê salan e pîroz dikin hatiye binavkirin.

DÎERG pêşniyar dike ku Wezareta Perwerdeyê ya Netewî 21ê Adarê bi navê `Newrozê` li hemû dibistanan pîroz bike.

Bi vî awayî ji xwendekaran re tê ravekirin ku Newroz cejneke aştiyane, bihevrejiyan, bi coş a civaka Kurd e û civakên cuda yên Rojhilata Navîn bi navên cuda vê rojê pîroz dikin.

Divê di bernameya pîrozbahiyê de bi kurtî ji xwendekaran re girîngî û wateya Newrozê ji bo civaka Kurd bê vegotin û piştre jî bi çend stranên Kurdî govend bên gerandin.

Bi vî awayî wê xwendekarên ku dê û bavên wan ne Kurd bin jî li ser Newrozê agahdar bibin.

Bi vî awayî ew dê di nav dibistanê de ji bo hişmendî, zanîn û xurtkirina rêzgirtina ji neteweyên cûda re bibe alîkar.

Di hefteya Newrozê de mamoste û xwendekar dikarin di nava dibistanê de çalakiyên ji bo danasîna Newrozê li dar bixin û li vîdeoyên danasîna Newrozê temaşe bikin.

Dibe ku xwendekarên keç û xort werin teşwîqkirin ku bi cilûbergên gelêrî beşdarî pîrozbahiyê bibin.

DÎERG ji Wezareta Perwerdeyê ya Neteweyî re pêşniyar dike ku 21ê Adarê bi navê cejna Newrozê bikeve nava lîsteya Roj û Hefteyên Taybet.”

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *