Di YNK-ê de dîsa şerê desthilatdarî ya hiyanetkaran heye  

Îbrahîm GUÇLU 

Wek tê zanîn di van rojê dawî de di nav YNKê de guhertinek û şerek heye. Ev şera, di nav serokatiya YNKê de û derveyî serokatiya YNKê ye. Ev şer şerê kurê Celal Talabanî û nêviyê Îbrahîm Ehmed Bafil Talabanî,  biraziyê Celal Talabanî Lehor Cengî ye. Ev kesan di nav avabûn, dîrok, têkoşîna YNKê de ne xwediyê kedekê û ceribandinekê ne.

Evan kesan piştî ku ji Kerkukê re xiyanetî kirin (Cotmehas 2017) û ji îşgala Kerkukê re bûn pêşeng, diviya bûn ku dadgeh bibûyan û bihatan darizandin û siza kirin. Hezar mixabin wusa nebû xiyanetkar hatin taltîf kirin, di nav YNKê de bûn hêzeke xûrt. Di Kongreya dawî ya YNKê de wek grûbekê jî bûn desthilatdar. Bafil Talabanî û Lehor Cengî Talabanî bûn hevserokê YNKê.

Ev gruba û çeteya û serokên wan Bafil Talabanî û Lehor Cengî Talabanî him li Kurdistanê û him li Sileymaniyê û  him jî di nav YNKê de xirabiyên mezin kirin. Xwediyê YNKê bê fonksiyon hatin hîştin. Ew kesên karizmatik yên di nav YNKê de û berpirsiyarên YNKê bêqîmet bûn. Rola wan ya siyasî hat şikandin. Ew bêrûmet hatin kirin. Beşekî wan jî hatin tasfiye kirin.

Ev gruba xiyanetkar, ji bona ku Sileymanî ji Kurdistanê were veqetandin û bi  Hikûmeta Federal ya Iraqê re bê girêdan gelek şert pêk anîn. Lê ji bona ku Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî veqetandina Sileymaniyeyê ji Kurdistanê, wek sedema şer  îlan kir, nikarîn  ku hewla veqetandinê bidin.

PKKê wek rêxistineke dagirker, terorîst, ne yasayî, projeya dewletên kolonyalist dixwaze ku Dewleta Federe ya Kurdistanê têk bibin. Ev gruba xiyanetkar ji wan re dibe alîkar.

 Grûba xiyanetkar piştî ku ewqas xirabî bi hev re kirin, ev car dinya xirabiyê ji wan re teng hat. Di navbeyna wan de nekokî û şer dest pê kir. Berjewendiyên wan hatin hemberî hev. Ji bona ku hevûdu tasfiye bikin, dest bi xebatê kirin. Di encamê de lawê Celal Talabanî û nêviyê Îbrahîm Ehmed zora biraziyê Celal Talabanî Lehor Cengî Talabanî bir. Bafil Talabanî xwe wek serokê YNKê îlan kir. Lehor Cengî Talabanî ji hevserokiyê dûr xist.

Di encamê de jî serokatiya YNKê bi tevayî ji Bafil Talabanî re bû piştgir û Bafil Talabanî wek serokê YNKê îlan kirin. Di nav YNKê de derbaya Bafil Talabanî bi serket.

Diyar e ku nekokî û şerê di nav YNKê de dê zêdetir bibe.

Gor beşek şirovekarên siyasî ev qewimandinên di nav YNKê de erênî/pozîtîf in. Dibêjin ku ev qewimandinan dê di YNKê de ji guhertinên nû re bibe bingeh.

Beşek şirovekar û pisporên siyasî jî, qewimandinên di nav YNKê de wek reformekê şirove dikin.

Ev nêrînan şaş in. Bûyer û qewimandinên di nav YNKê de sedema gelek tiştên nexweş û nekokiyan e.

Di YNKê de guhertinên erênî ne di rojevê de ne.  Tiştên dibin ne reform in. Şerekî qirêj yê desthilatdariya xiyanetkarên Kerkukê ne. Darbeyeke nû ya din û gelek aşkereye di nav YNKê de. Dûr nîne ku zêdetir dê zirar bide Dewleta Federe ya Kurdistanê û YNKê.

Biraziyê Celal Talabanî û terefterên wî diyar e xurttir bûne û ji bona ku desthilatdariya YNKê jinûve bixin deste xwe, hewl didin. Li hemberî vê hewildanê jî kurê celal Talabanî û neviyê Îbrahîm Ehmed ji bona ku pêşiya pismamê xwe Lahor Cengî bigre, terör dike û tereftarên Lehor Cengî înfaz dikin û wenda dikin.

Mixabin ev şera, li Sileymaniyeyê rewşê aloztir dike. Lewra PKKê û rêxistinên din yên ji Dewleta Îranê re taşeronî dikin, li Sileymaniyeyê terörê dikin ku ji bona zirarê bidin desthilatdariya bajêr û Dewleta Federe ya Kurdistanê. Ew şerên navxwe yê YNKê ji bona karên terorîstî yên PKKê û rêxistinên terorîst yên din, derfeteke mezin û rewşeke tarî li Sileynmaniyeyê diqewimîne.

Divê hemû kurd û bi taybetî jî Hikûmeta Federe ya Kurdistanê û Hikûmeta Federal ya Iraqê qewimandinên di nav YNKê de û li Sileymaniyeyê tên holê, ji nêzik ve bişopînin.

Dûrketina YNKê ji Meclîsa Kurdistanê û Hikûmeta Kurdistanê jî ji xirabiyan re rê vedike. Divê ev pirsgirêke Meclîsê û Hikûmetê bi lezûbez çareser bibe.

Tatvan, 07. 07. 2023

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *