Di şewata arazî de bi sedan kewarên mêşên hingiv şewitîn

Li bakûrê Kurdistanê li bajarê Rihayê li navça Sêweregê bi sedan kewarên mêşên hingiv di şewata arazî de şewitîn. Şewat li gundê Işıldarê ku ji navçê 5 km dûre çêbû.

Sedema şewatê nehat zanîn lê di demekî kurt de agir belav bû. Gundî xebitîn da agir vemirînin û hem xeberê dan îtfaiyê.

Agir xistin bin kontrolê lê bi sedan kewarên mêşên hingiv şewitîn. Sarkirina ciyê şewatê dewam dike lê xelk dibêje ku agir ji têlên elektrîkê derketiye.

PK

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *