Dİ PÊVAJOYA 25 ÎLONÊ Û 16 COTMEHÊ DE ŞERÊ DERÛNÎ! (1)

Gelek caran em guh nadin gotinên bapîrên xwe, lê belê her gotinek, her metelokek weke pirtûkek kevnar xwedî naverokek kûr û tijeye. Mirov gava ji dil li ser wan metelokan difikire an şîrove dike, dibîne ku her yek weke guharekî zêrîn e di gohê me de cîh girtîye. Lê mixabin, pirî caran em li ser wateya wan nasekinin û tênagihîjin çi peyam dide me! îro jî, di bin sîya ewrê xemgînî û êşê de, ev metelok rojeva me ronî dikin. Werin em bi hevre guh bidin bapîran, ka çi gotine:
Neyarê bavan, nabe dostê lawan!
Rîh dibe bihost, lê dijmin nabe dost!
Gava Ga ket, kêr pir dibin!
Çavên li derîyan, xwelî serîyan!
Kurmê darê ne ji darê be, dar narize!
Di van rojên dawî de, li bakûrê Kurdistanê devê kê vedibe, di bin navê rexnegirîyê de jahra mejîyên xwe dirijînin. Hinek kes di bin kirasê “rewşenbîr û sîyasetmedar”îyê de, hinek jê jî, bi nasnama komel û rêxistinî şûrên xwe dihejînin. Çi dibêjin, çi difikirin, çi diparêzin ne dîyar e! Yekem armanca wan ew e, îxaneta navxwo paqij bikin û bidin ji bîrkirin. Şev û roj destê xwe vekirine û duayên têkçûnê dikin. Wekî hun jî baş dizanin, qibla xwefiroş û kurmokan Şam, Ankara, Baxda û Tahran e!
Keda xwe, dîroka xwe, hêvî û daxwazên gelê xwe davêjin ser sergo! Di nav sergoyê rizî de, xewnên “biratîya gelan” dibînin. Li welatê dagîrkeran, çiqas gur û dêlegurên kurmî hene, danîne ser serê gelê Kurd, weke “rêber” ferz kirine. Bi rastî mirov gava li çand û zimanê bi jahr dinhêre, bawer nake ev Kurd bin, lê mixabin ew jî Kurd in!?
Hinek jê karmend û sixurên dewleta dagîrker in; li ser navê rêxistin û partîyên Kurd benzînê li agir dikin. Li ser tora medyaya civakî an di nav civatê de xwe weke alîgir û endamên sîyasî nîşan didin. Bi zimanekî jahrî, heqaret, tawanbarî û fesadîyê dikin. Karê wan, mîsyona wan ev e! Bê minet in, wezîfa xwe dikin û li gor daxwazên xwedîyê xwe tevdigerin.
Hinek jê hene bi kodên kîn û nefreta salan tevdigerin û dixwazin “heyfa xwe” bigirin. Xewn û xeyalên wan koran, hêvîyên pûç in. Dixwazin di nav ava şolî de “masîyan” bigirin! Ji bo vana hebe tune be, xewnên heyf girtinê ne! Ev kesên hanê di rojên xweş de serê dîlanê dikişînin, lê di dema tengasî û rojên teng de xençera xwe dikişînin. Çîroka “ax pişta min” ji vir tê.
Hinek jê, mesul û berpirsên rêxistinên berê yên îdeolojîk in, îro têkçûne. Do rêber bûn, serok bûn, bi navûdeng bûn, xwedî erk û qudret bûn. Lê îro li ser pişta wan sêlika hêkan tuneye. Zimanê wan, klavye û pênûsa wan tûj e. Ji bilî “min gotibû” mirov tu tiştek ji rexnên wan fam nake. Hebe tunebe, dixwazin herkes weke wan têkbiçe û wunda bike. Bi nexweşîyek mezin ketine; di gilî, gazin û dilşikestinê de di ser wan re kes tune.
Beşekî mezin heye, weke kerîyê pez li gor bilûra şivan tevdigerin. Yên herî xedar û tahlûke ev derûdorên hanê ne. Li ku şînayî an xwarin bibînin li wir diçêrin. Di rojên reş û teng de, zû cîh duherin, zû direvin, zû peyamên serdestan digirin û li gor wan peyaman tevdigerin. Ne pîvanên heq û hûqûqê nas dikin, ne jî li gor çand û ehlaka sîyasî tevdigerin. Yekem armanca wan berjewendîyên kesayetî ne. Guhertinên wan li gor berjewendîyên wan e! Di kolanan de, di qahvexane û çayxanan de, li ber derîyê mixgeft û qadên cîhê bêkaran weke teyrê papaxan tiştên fêrbûne dubare dikin. Di nav civatê de, pilêya hejmara wan beradayan têra xwe zêde ye. Nexweş in, birçî ne, bêhêz û tirsonek in, her tim dixwazin di bin sîwana serdestan bijîn.
Beşek jê heye, murîd in, na fikirin, napirsin û şîrove nakin. Ji bo wan herî girîng destûr û kelamên şêx in. Li dijî rastîyan her tim hevalbên xirabî û fesadîyê ne. Rastîyan reş dikin, xirabî û îxanetên navxwoyî jî paqij dikin û diparêzin. Di asoyên wan de rojên azad û serbixwe tuneye. Lewra ditirsin û dixwazin her tişt li gor tirsa wan tevbigere. Têkçûn û şikestinên demkî kêfxweşîyeke mezin dide wan, xirabî û îxanetên xwe dixwazin bi dijîtîya hinekan paqij bikin. Şikeştin û têkçûnên destkeftîyên gelê Kurd, moralê xwefiroşan xweş dike. Ev jî nîşan dide ku tu derdekî wan yê Kurdistanî tuneye!
Di nav civatê de beşek heye, bi tu hêz û derûdoran ve ne girêdayî ye, lê bi qasî hêzekî xwedî bandor in. Di jiyana xwe de tu carî bi ser neketine û herdem li ber derîyan çêrîyane û çavbirçîne. Di bazirganîyê de, di sîyasetê, di têkilîyên civakî û malbatî de her tim têkçûne û bi rolekî negatîf tên naskirin. Xewn û xeyalên wan reklam û berjewendîyên kesayetî ne. Zimanê wan gelek dirêj e û rexnên wan tûj in! Tu carî nebûne xwedî berpirsîyarîyek civakî. Ji ber van sedeman, ev derûdorên hanê naxwazin sîstemên serdest têkbiçin û di jiyana wan de guhertin çêbibin. Xulamtî û alîgerîya dîktatoran ji bo wan hêsan e û bê rîsk e(!)
Ez çima vana dinivîsim? Bi rastî di demên tengasî û zordarîyê de nasname û rûyê mirovan derdikevin holê. Reş û sipî ji hev zelal dibe. Di jiyana rojane de, min gelek car dîtîye, bûme şahid an jî rastî wan kesên durû bûme. Kî serdest be hevalbendîya wan dikin. Ji bo berjewendîyên xwe, dikarin xirabîyên mezin bikin. Gelek caran bi hinekan re munaqaşe û pefçûnên devkî çêbûye.
Dewlet bi metodên cuda mirovan ceza dike an jî jiyana mirovan di bin bandora hinek tengasîyan de dihêle da ku tu xwe radestî sîstemê bikî. Gava tu di zanyarî û bawerîyên xwe de israr bikî, wê gavê rêya zîndan, îşkence, penaberî û dorpeçkirina debara jiyana maddî derdikeve pêşîya mirov. Dewleta dagirker, bi hemû îmkan û derfetên xwe dixwaze rê li ber şoreşa kurdîstanê bigire. Ji bo wî jî, rêya hêsan û ya bi serketî, bi tevna civatê dileyize û rê li ber rizîbûnê vedike. Gava nîrxên civatê ber bi rizandinê here, êdî ew civat ji rastîyên xwe dûr dikeve û ber bi tevlîhevîyekî dihere. Pîvanên heq û hûqûqê, hêjayî û nîrxên civatê ji holê radibin û jiyan li ser pergalên darên zorê û çavsorîyê tê meşandin. Cano Amedî 20/11/2017
Wê bi dome…

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir