DI NAV GARANA GUR Û ÇEQELAN DE, REWŞA GELÊ KURD

Cano AMEDİ

Gotinek Efrîkî heye, dibêjin: “Heta şêr dîroka xwe nenivîsin, wê di çîrokên  nêçîrvanîyê de, her tim pesnên nêçîrvanan bê dayîn.”

Civatên di nav qeyran û kaosan de dijîn, pirî caran hêvî û dahatûya xwe bi celadên xwe ve girê didin. Ji ber ku ne xwedî hişmendîyek netewî ne û li gorî hûqûqa dijmînatîyê jî tevnagerin, her hewldanên dijî xwe weke “hêvîyek nû” dinîrxînin. Weke qurbanê li ber kêrê, ji şûr û tevgerên celadê  xwe, hêvîyekê dibînin an jî çêdikin. Ji ber sedemên tirs û bê taqatîyê, ji ber bêhêvîtî û bêhêzbûna xwe, ji ber xofa têkçûnên jiyana xwe, her gef û hewldanên celadên xwe de “li çirûskên ronahîyê” digerin. Gava di kûrahîya hêvîyên xwe de çirûskekê nebînin jî, ji bo tirsa xwe berteraf bikin di xeyalên xwe de “çirûskan” diafirînin û pê bawer dikin. Ev jî realîta îro em tê de dijîn bi xwe ye.

Ev nêzîkî sîh salî ye ku civata me hatîye hipnoz kirin, hatîye kedî kirin, hatîye mobîlîze kirin. Sîyaseta desthilatdar ya entegrasyonê her hewldan û startên pêvajoyên dijwar weke “pêvajoya aştîyê, pêvajoya çareserîyê” pênase dike û rê li ber xirabîyan xweştir dike. Mixabin ew alîyên “muxalîf” ku dixwazin ji wê pêvajoyê sûdê bigirin, berîya herkesî dest bi lîrandinê dikin. Ev jî dide xuya kirin ku em bi aqlê Kurdî tevnagerin û weke sed sal berê  hê jî, di nav demsalên “bêçareserîyê” de diçin û tên. Ev jî dide xuyakirin ku sîyasetek serbixwe û bi hêz îro jî ne amadeye bibe rol modela rojevê.

Ji ber wê yekê, em dikarin bi hêsanî bibêjin, milletên dîroka xwe nizanibin û ji wargehên zanabûnê bêparbin, wê her dem bi hişmendîya desthilatdarên xwe tevbigerin. Alîyên ku xwe wek temsîlkarên civatê pênase dikin, gava dîroka xwe ji serdestên xwe fêr bibin, bi berçavkên wan derbasbûyîna xwe binîrxînin, bi hişmendîya wan tevbigerin û bertekan nîşan bidin wê gavê pêwîst nake bibêjin dijmînê me heye.

Nîrxandina bûyeran divê li gorî şerd û mercên demê be û divê  sosyolojîya civatê, konjonktora dinê bê analîz kirin. Ji bo sîyasetek serkeftî, divê avantaj û dejavantajên pêvajoyê baş bêne nîrxandin û li gorî wê realîtê jî  bi plansazîyek rêxistinî û bi stratejîyek netewî tevbigere.

Îro li ser dabeşkirina bazara dinê, di nav hêzên desthilatdar de nakokîyên mezin hene û dewletên xwedî hegomanya bi rêya şerê wekaletî sîyaseta xwe dimeşînin. Her alî berjewendîyên xwe li ser hev ferz dikin. Li gorî berjewendîyên xwe îtîfaqên herêmî û demkî derdixin pêş. Ji bo cîh li hev teng bikin û ji xwe re derfetên nû bidest bixin li hemberî hev kemîn û lîstîkên nû peyder dikin. Ji bo êrîşên ser xwe sivik bikin, pirî caran hevkar û aparatên xwe weke diyarî pêşkêşî dijberê xwe dikin. Ji ber wê yekê divê gelê Kurd berjewendîyên xwe yên netewî derxe pêş û ji bo mafên xwe yên rewa têbikoşe. Divê hemû alîyên Kurdî ji dîrokê, ji bûyerên derbasbûyî sûdê vebigrin, xêr û guneyên xwe di ber çav re derbas bikin û cardin di nav garana Gur û Çeqelan de nebin qurban…  

Gelo di parvekirina bazar û guhertinên sîyasî de rola kurdan çi ye? Çiqasî xwedî stratejîyek netewî ne, hêza wan ya dîplomasîyê di çi astêde ye? Ev derfetên derketine holê emê çiqasî jê sûdê bigirin. Emê di nav pergala îtîfaqan de çewa tev bigerin û berjewendîyên xwe yên netewî li ser desthilatdarên dinê ferz bikin. Gelo emê xwe ji listok û kemînên dagirkeran çewa dûr bixin.  

Em baş dizanin ku di navbera hêz û alîyên sîyasî de nakokîyên curbecur, bêdengîyek kûr  û elimandinên îdeolojîk rê li ber derîyê dîyalogê û xebatên hevbeş xetimandîye. Ji ber wan sedeman îro jî di nav taxên kurdî de bêdengîyek û bêdîyalogîyek kûr heye. Ev rewşa hanê bi serê xwe astengîyek mezin e. Ji ber wê yekê pêwîstîya me bi hişmendîyek netewî, bi sînerjîyeke millî, reorganîzasyoneke guncaw heye.

Em dibînin ku di hemû taxên kurdî de tu alî, tu kes li hevdû gohdar nakin. Yên qaşo li hevdû gohdar dikin jî hevdû çewt fahm dikin. Yên hevdû çewt fahm dikin jî lêborîna xwe naxwazin, her tim dixwazin derkevin pêş. Ev rewşa hanê bûye qada şerê “egoya grûbên berjewendîperest” û gelê Kurd bi wî şerî hatîye dorpêç kirin. Mafê tu hêz û grûbekê tuneye ku doza netewekê, doza milletekî bike qurbana egoya kesayetan.

Em baş dizanin ku mirovên zana û zîrek ji herkesî û ji her tiştî fêr dibin. Kesên ji rêzê, ji kiryar û pratîka xwe fêr dibin. Mirovên cahîl û nezan, di her warî de xwe zana û pispor dibînin, bi cesareta nezanîyê tevdigerin, lê gava tengasî, tahlûke yan sînyalên zirarê bibînin, xwe ji her tiştî dûr dixin û pêwîstîya fêr bûnê nabînin, her dem li hemberî  rastîyan jî bêdeng û bê helwestîyê dipejirînin. Divê dilsozên doza Kurdistanê li hemberî demsalên reş û tarî bêdeng, behelwest nemînin. Lewra bêrêxistinbûn û lawazîya hişmendîya netewî, me dizivirîne rewşa sed salên borî, hêvî dikim hemû alîyên kurdî bi berpirsîyarîya netewî û dîrokî erkên xwe bicîh bînin. Hêvî dikim hemû beşên civata Kurd, pêşeng û alîyên berpirsîyar bi hişmendîya netewî tevbigerin, bi stratejîyeke netewî  daxilê pêvajoyê bibin.    

Îro, destpêk û garantîya yekem ya ku kurd mafên xwe bidest bixin, hevkarî û tifaqa di navbera potansîyela herî berfireh a Kurd û Kurdistanîyan e. Ji alîyekî ve divê ji bo tifaqên stratejîk yên neteweyî, niştimanî gav bêne avêtin, ji alîyekî ve jî, wek destpêk, li ser daxwazên acîl yên miletê Kurd divê hevkarî, hevxebat bêne hûnandin. Bi vê hişmendîyê em dikarin di çareserîya pirsa kurd û Kurdistanê de mixatabîyeteke milî, demokratîk ava bikin û em dikarin rê li ber wê yekê bigrin ku, çareserîya pirsa me, hewaleyî partîyên desthilat û mixalefet ên Dewleta Tirkîyeyê bê kirin. Herweha hêzên milî, demokrat ne  yekgirtîbin û ne xwedî însîyatîf bin, xeterîya ku daxwazên miletê me yên meşrû bêne paşguh kirin û bibin qurbanê berjewendîyên şexsî û grûbî.

02.11.2024. 

Cano Amedî

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *