Îbrahîm GUÇLU
Demeke dirêj e ku di Dewleta Tirk de atmosfer û xîret û xebateke xurt a hilbijartina serokkomarî û ya giştî heye. Girêdayî vê atmosferê û xebatê di siyasetê de bazarkirinek jî bi gelek cûreyan/awayan dom dikir. Lê ew bazar kirin, gelek aşkere nebibûn. Mixalefetê piştî du-sê erdhejan îdia dikir ku serokkomar û hikûmeta wî dê hilbijartinê paş de bavêjin. Loma jî dijîtîyeke diyar dikirin. Rastî, wek nêrînên mixalefetê derneket. Serokkomar diyar kir ku hilbijartin, dê di wextê xwe de çê bibe. Vê yekê jî di nav mixalefet û Tîfaqa Milet de tevliheviyek çêkir. Lewra mixalefetê, yanî Tîfaqa Milet hîn berhilbijêrê xwe yê serokkomarî tespît nekiribû. Di Tîfaqê de qrîza Partiya Nû/Meral Akşenerê jî derketibû. Nûha jî diyar bû ku hilbijartina serokkomarî û giştî, dê di 14ê Gulana 2023an de çê bibe. Seokkomar, îro yanî di 10ê Adarê de roja hilbijartinê 14ê Gulanê diyar kir.
Demeke dirêj e ku diyar e du blok û tîfaq dê beşdarî hilbijartina serokkomarî û giştî bibin. Ew du tîfaq jî wek tê zanîn “Tîfaqa Komarî” û “Tîfaqa Milet” e. Wek her demê û her hilbijartinê, siyaset û qempanya ya hilbijartinê, ji derveyî çanda demokratîk û înasanî û exlaqî didome.
Tîfaqa Komarî, di rewşeke stabilîzî de ye. Berhilbijerê wan, yê serokkomarî diyar bû. Di nav wan de lihevkirinek heye û di navbera 3 partiyan de diyar dibe ku bi awayekî danûstandin û kar bi awayekî “maqûl” didome.
Tifaqa Milet, ji destpêkê de di gelek mijaran de xwediyê pirsgirêkan e. Du pirsgirêkên Tîfaqa Milet hebû. Yek pirsgirêk, di derbarê berhilbijêrê (namzetê) serokkomarî de bû. Pirsgirêka din ya girîng, dê bi kê re û bi HDP/PKKê re tîfaq bikin an na? Di tîfaqa Fethûllahiyan de pirsgirêk tûne bû. Lewra Fethûllahiyan siyaseta xwe bi dizî û neaşkere didomandin. Piştgiriya Tîfaqa Milet dikin. Lê HDP/PKKê re pêşî ji Tîfaqa Milet û pişt re jî 6 qolî daxwaza tîfaqa aşkere dikir. Dixwest ku di Tîfaqa Milet de bibe partiya 7emîn.
Di Tîfaqa Milet de diyar bû ku dê di mijara berhilbijêrê Sertokkomarî de pirsgirêkê derkeve. Endamên Tîfaqa Milet, di destpêkê de, bi giştî nedixwestin ku Kemal Kiliçdaroğlıu bibe berhilbijêr. Wî jî, ji bona ku hêvî nedikir ku ew dê serokkomarî qezenç bike, loma jî, ji vê daxwazê re, bi awayekî “erê” digot. Bi taybetî jî Seroka Partiya Nû di vê mijarê de xwediyê helwesteke hişk bû. Wê daxwaz dikir ku Serokên Şaredariya Stenbolê û an jî Serok Şaredarê Enqereyê bibe berhilbijêr. Endamên din yên Tîfaqa Milet, ji derveyî partiyan berhilbijêrekî serokkomarî dixwestin. Lê ji bona ku ne bi hêz bûn, nedikarîn ew daxwaza xwe bînin ser zimên.
Piştî demekê, Kemal Kiliçadaroğlu hat wê baweriyê ku dê sewrokkomarîyê qezenç bike. Ji bona bibe berhilbijêr hesabên xwe yên siyasî kir. Loma jî, ji bona ku herdu serokşaredariyên partiya xwe bide aliyekî û di mijara serokkomarî de tasfiye bike, siyaseteke komployî meşand.
Di encamê de, di qonaxa dawî ya tespît kirina serokkomarî de, di nav Tîfaqa Milet de qrîzeke mezin derket. Partiya nû û Seroka Partiyê Meral Akşenerê, eleqeya xwe ji Tîfaqa Milet qetand.
Piştî Meral Akşener ji Tîfaqa Milet veqetiya, bi awayekî gelek hişk li hemberî Tîfaqa Milet û partiyên di nav tîfaqfaqê de û bi taybetî jî ji bona CHP-Kemal Kiliçdaroğlu nêrînên gelek hişk anî ser zimên. Gelek aşkere diyar kir ku Tîfaqa Milet, ne tîfaqa Milet e û ji bona berjewendiya milet ava nebûye. Di serî de Kemal Kılıçdaroğlu serokên partiyên di nav Tîfaqa Milet de, ji bona berjewendiyên xwe yê rojane, parlamenterî tevdigerin.
Ev gotinên Meral Akşenerê, wek bombayek atomê ket nav Tîfaqa Milet û li Tirkiyeyê teqiya.
Hevalbend-Tereftar-Murîdên CHP-Kemal Kıiliçdaroğlu, bi awayekî ji derveyî exlaqa siyasî û civakî û çapemenî êrişî Meral Akişenerê kirin. Ji bona Akşenerê bitirsînin, ji destê wan çi hat ew kirin, gef li Akşenerê xwarin. Rûyê qirêj û ne demokratîk û ne însanî ya li Tirkiyeyê careke din bi vê qewimandinê derket holê.
Diyar bû ku di siyaseta Tirkiyeyê de guhertinek çênebûye. Ew siyaseta Îttîhat Terakkiyê di rojevê de ye. Rûyê xwe yê sar û balyozî nîşan da.
Di nav Partiya Nû de derba çêbû. Endamên Partiya Nû, dest bi îstifayan kirin. Derket holê ku li pişt Partiya Nû jî hêzên din yên dizî hene.
Pişt re encama ew siyaseta ne demokratîk û qirêj, bi awayekî hîn xirab encamek derxist holê û her kes şoke kir. Meral Akşenerê, wek qet tiştek nebûye vegeriya nav Tîfaqa Milet. Endamên din yên Tîfaqa Milet, wek Meral Akşenerê qet ji wan re tiştên giran û xirab negotine, qebûl kirin. Ji raya giştî re jî tiştek nehat gotin. Careke din derket holê ku di siyaseta Tirkiyeyê de însan hecet û wesîte ye.
Diyar e ku beriya hilbijartinê bazarkirin dê bidomin. Tîfaqa Milet zêdetir di nav bazarekê de ye. Tîfaqa Milet xwediyê îdiayê ku dê demokrasiyê li Tirkjiye xurttir bikin û ava bikin. Ji mafên herkesi re dê xwedî derkevin. Tê zanîn ku li Tirkiyeyê mijara Kurd û Kurdistanê, mijareke gelek girîng û stratejîk e. Ji bona çareseriya pirsgirêka Kurd û Kurdistanê, di dewletê de guhertineke stratejîk pêwistiyek e. Hezar mixabin, dema însan bazarên Tîfaqa Milet, însan şirove dike dibîne ku pirsa Kurd û Kurdistanê hîç bi awayekî ne di bazar kirin û rojevê de ye. Zêdetir li pirsên teknîkî û qezençkirina serokkomarî û hilbijartina giştî bazarkirin heye.
Nûha ji bona Tîgfqa Milet û bi taybetî jî, ji bona CHPê-Kemal Kiliçdfaroğlû bazariya girîng bi HDP/PKKê re xuya dike. Qewimandin û hişmandiya CHP-Kemal Kiliçdaroğlu diyar dike ku di vê bazar kirinê de jî pirsa Kurd û Kurdistanê tune ye. Beşek kurd jî hêvîdar in ku HDP bi Tîfaqa Milet re di derbarê mafên milî yên neteweya kurd, çareseriya pirsa Kurd û Kurdistanê de bazarê bike. Ev nêrîna xeyelak e. Ceribandina hilbijartinên bihûrî ku HDP/PKKê piştgiriya Tîfaqa Milet de derketiye holê ku HDP/PKKê di mijara stratejîk ya Kurd û Kurdistanê de û ji bona mafên neteweyî yên kurdan nikare bazarê bike.
Tê zanîn ku HDP dibêje ku “ez ne partiyeke Kurd û Kurdistanê me.” Di hemandem li dijî dewletbûna kurdan û mafên kolektîf yên neteweya kurd in. Li dijî Dewleta Federe ya Kurdistanê ne. Li Rojavayê Kurdistanê navê Kurdistanê guhertin, kirin, “Bakurê Sûriyeyê”. Kurdistan bi “Kemera Ereban” nebibû ereb, lê PKK Rojavayê Kurdistanê kir ereb. Li dijî mafên kurdan şer dike û mafên kurdan binpê dike. Loma jî di bazara wan de mafên neteweya kurd nabe helwesteke stratejîk.
HDP/PKKê dixwazin ku xwe xelas bikin. Ji bona HDPê ji aliyê Dadgeha Makezagonê ve neyê girtin, di bazarkirinê de daxazeke wan ya dê bibe xaleke esasî; azadkirina S. Demîrtaş û kesên wek wî yên endamên HDPê ne, dê daxwaz bikin ku şaredarî ji qeyyûma bên girtin û teslîmî wan bibe. Kesên raste rast mirov nekuştine af bibin. Opreasyonên li Başurê Kurdistanê û li Rojavayê Kurdistanê bên rawestandin û . daxwazên wek van.
Loma ez di encamê de dibêjim ku di bazara siyasetê de mijara Kurd û Kurdistanê û mafên neteweyî yên Kurdan tune ye. HDP/PKKê jî dê di bazar kirinê de mafên neteweya kurd nîne rojevê.
Diyarbekîr, 10. 03. 2023