Di 6 mehên destpêkê yên salê de 34 kolber hatine kuştin

Kolbernewsê hejmara kolberên li ser sînorên rojhilatê di nava 6 mehên destpêkê yên salê de hatine kuştin û birîndar bûne belav kir.

 Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê ku ji Kolbernewsê wergirtiye di 6 mehên destpêkê yên îsal de, bi giştî 270 kolber li herêmên ser sînor û rêyên di navbera bajarên rojhilatê de, di encama êrişên hêzên Îranê de her weha ji ber karesatên xwezayî yên weke aşût, serma, mayîn û ketina ji çiyê mirine ango birîndar bûne.

Hat diyar kirin ku ji 270 kolberan, 34 kolber hatine kuştin û 236 kolber jî birîndar bûne. Li gorî nûçeyê ev hejmar li gorî sala borî zêde bûye.

Her weha ji kolberên ku hatine kuştin ango birîndar bûne jê zarok in.

BK

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *