Dana Gasê li ser Qada Gazê ya Kormorê daxuyanî da

Dana Gasê ragihand ku wan ji bo ewlehî û tenduristiya karmend û xebatkarên xwe bi awayekî demkî berhemanîna gazê rawestand.

Dana Gas kompanyayeke Îmaratên Erebî ye û li Kormor û Çemçemalê gazê hildiberîne.

Kompanyaya Dana Gasê îro li ser Qada Gazê ya Kormorê daxuyaniyek da.

Kompanyaya Dana Gasê anî ziman:

“26ê vê mehê saet 18:40î depoyeke gaza kondensatê bû armanca êrişa dronên terorîstan.

Di encama êrişa trajîk de 4 karmendan canê xwe ji dest da û 8 jî bi sivikî birîndar bûn ku karê temîrkirina depoyê re mijûl bûn.”

Dana Gasê di daxuyaniya xwe de herwiha got:

“Ewlehî û tenduristiya karmend û xebatkaran ji bo Dana Gasê tiştê herî girîng e.

Herçend zerereke hindik gihîştibe tesîs û kelûpelan jî me bi awayekî demkî hilberîn rawestand û prosedurên xebatê guherandin.”

Çi bûbû?

Qada Gazê ya Kormorê roja înê danê êvarê bû armanca êrişa dronan.

Qaymeqamê Çemçemalê Remik Remezan ji Rûdawê re ragihand ku êriş bi dronên bombebarkirî hatiye encamdan.

Qada Gazê ya Kormorê li nahiyeya Qadir Keremê ya navçeya Çemçemala Silêmaniyê cih digire.

Qada Gazê ya Kormorê bi armanca hilberîn, bipêşvebirin û firotina berhemên petrolê sala 2007an hat avakirin û sala 2008an jî berhemanîna gazê dest pê kir.

Salên 2022 û 2023yan jî gelek caran êrişî Qada Gazê ya Kormorê hatibû kirin.

rûdaw 

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *