Komeleyê bal kişandiye li ser kuştina rojnamegeran ên li herêmên şer li wan berdewam e. Her weha behsa edîtorê Rojnewsê Silêman Ehmedî hatiye kirin ku 72 roj in agahî jê nayê wergirtin.
Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) rapora xwe ya sala 2023yan aşkere kir.
Rapor di çaremîn salvegera damezrandina DFGyê de, li navenda Komeleyê ya li Semta Ofîsê ya Amedê bi civîneke çapemeniyê, hate ragihandin. Hevserokê DFGyê Serdar Altan, endam û rêveberên komeleyê û gelek rojnameger tevli daxuyaniyê bûn.
Serdar Altanî tirkiya raporê, rojnameger Hakki Boltanî jî kurdiya wê xwend.
Boltanî behsa bûyerên bûne sedema kuştinên rojnamegeran kir û diyar kir ku “li ser rûyê erdê pêwîstî pê heye ku herî zêde rojnameger bên parastin. Mixabin binpêkirinên sala 2023an jî ji vê nirx û rûmetê bê par e û derbarê binpêkirinên mafên rojnamegeran de wek tabloyeke reş disekine.”
Boltanî bal kişand li ser daxuyaniya Federasyona Rojnamegeran a Navneteweyî (IFJ) ya di 31ê Kanûna Pêşiyê ya 2023an de daye. Li gorî vê daxuyaniyê, 11 jê jin 120 rojnameger û xebatkarên medyayê di sala 2023yan de hatine kuştin. Federasyonê desnîşan kiriye ku isal li cîhanê ji sedî 68ê rojnamegeran li Gazzeyê hatine kuştin. Her weha li Suriyeyê jî 3 rojnameger hatine kuştin.
Hakki Boltanî rewşa edîtorê Ajansa Rojnewsê Silêman Ehmedî bibîr xist û got ku 72 roj in ji aliyê asayîşa PDKyê ve hatiye revandin.
“Tirkiyeyê dev ji zextên li ser rojnamegeran berneda”
“Di 2023an de li walatê me jî pêkhatina azadiya çapameniyê û azadiya raman bi tabloyeke berovajiyê hêviyan derî li xwe girt. Tirkiyeyê wek her salên borî di sala 2023an de jî dev ji siyaseta xwe ya zext û binpêkirinên li ser rojnamegeran berneda. Serdema krîza erdhejê dihat jiyîn jî hevpîşeyên me yên ku li qadê karesata erdhejê dişopandin bi polis û cendirmeyan hatin astengkirin. Bi dehan rojnameger ji ber nûçeyên xwe yên li ser karesata erdhejê lêpirsînê re rû bir û man.
“Di dema karesata erdhejê de rojnamegeriya ku li gor feyde û berjewendiyên civakê pêk dihat ji aliyê desthilatdariyê ve hat astengkirin. Desthilatdariya heyî mafê wergirtina agahiyan ya gel bi van kiryarên xwe tune dihesiband. Di çarçoveya mijarê karesata erdhejê de ji bo ku tedbir nehatin girtin û di erdhejê de 25 xebatkarên çapameniyê jiyana xwe ji dest dan em wan bi rêzdarî bibîr tînin.
“Hevseroka me Muftuoglû hîna girtî ye”
“Dema em binpêkirinên mafên rojnamegeran ên di nava salê de pêk hatine û di binê 5 sernavan de hatin qeydkirin mêzekin emê bibinin ku li dehan rojnamegeran lêpirsîn hatine vekirin, hatine binçavkirin û bi rengeke keyfî û bê hiquq hatine girtin. Di çarçoveya lêpirsîna ku navenda xwe Amed bûn û di 8 Hazîran 2022an de dest pêkir 16 rojnamegerên kurd hatin girtin piştî 13 mehan ji girtîgehê hatin berdan. Di lêpirsîna 25ê Cotmeha 2022an ku ji navenda Enqereyê dest pêkir û 9 rojnamegerên kurd bi zilmeke heman rengî hatin maxdurkirin. Di 25 û 29ê Nisana 2023an de jî bi du lêpirsînên din rojnamegerên hatin binçavkirin bi mehan di girtîgehê de hatin hiştin. Hevseroka me Dicle Muftioglu ku di nav wan de bûn hê jî di girtîgehê de ye û nehatiya berdan. Desthilatdariya AKP-MHPyê li gel van hemû mînakan di 2023an de imza xwe avêtin binê vê kiryara nû ya qaşo ‘rojnameger bi nûçeyên xwe peywirdarên li dijî terorê hedef didin nişandan’.
Qanûna sansurê
“Rojnameger bi van angaştan hatin tewambarkirin. Bi vê munasebetê rojnameger hatin binçavkirin. Fırat Can Arslanê ku di nava 5 rojnamegerên hatin binçavkirin de cih digirtin bi xala TMK 6/1 a 1991an hate girtin. Dîsa Edîtorê Gerçek Gundemê Furkan Karabay bi boneya ‘peywirdarê li dijî terorê hedef nişan daye’ û ‘tomet li wan kiriye’ hat tewambarkirin û di rojên dawiya salê de hat girtin.
“Bi van minakan aşkera bû ku zagona 7418 ku bi navê ‘zagona dezeformasyonê’ desthilatdariyê di 2022de derxist çewan berovajiyê armanca navê zagonê, weke zagona sansurê bikar tîne. Ji ber zagona sansurê derbarê rojnamegeran de lêpirsîn dan destpêkirin û wan kirin bin çavan. Rojnamegerê destpêkê de bi vê zagonê hat girtin Sînan Aygul e. Rojnameger Tolga Şardan, Edîtor Dinçer Gokçe û Nûçegihan Cengiz Erdinç hatin binçavkirin. Ji wan Tolga Şardan hat girtin. Di sala destpêka ku ev zagon ket meriyete de bi kêmanî 26 rojnameger hatin binçavkirin, hatin darizandin û hatin girtin. Ên ku tên zanîn bi giştî 29 bûyer hatin qeydkirin.
“Dema em li van bûyeran mêzedikin rojnamegeran di sala 2023an de pirtirê mesaîya xwe li ber deriyê dadgehan û eywanên edliyeyan derbas kirine. Desthilatdariya AKP-MHPyê bi van lêbirsînên ku derbarê rojnamegeran de dane destpêkirin, dozên ku li wan vekiriye ji rojnamegeran re dibêje ‘em destur nadin we ku hun rojnamegeriyê bikin’. Wek nimûne di nava salê de 280 rojnameger herî kêm 821 car derketine pêşberî dadgehan.
“Di 2023an de bi dehan car rê li rojnamegeran hat birîn û şopandina nûçeyan hat astengkirin. Li gel astengkirina şopondina nûçeyan rojnameger rastî êrişan hatin û hatin derbkirin. Li Navçeya Tetwanê ya Bedlîsê Sînan Aygunê ku rojnamegeriyê dike û angaştên gendeliyên şaredariyê aşekera kir rastî êrişa polîsê parazvanê Şaredarê Tatwanê Emîn Geylanî û xebatkarê şaredariyê tê.
“Hejmareke zêde malper hatin girtin”
Wek ku em di daneyan de jî aşkera dikin hêjamereke zêde malperên sîteyê hatine girtin. Xwe gîhandina bi hezaran nûçeyan û naverokên medyayên dijital hatin astengkirin. Dîsa Desteya Bilind ya Radyo û Televizyonan (RTUK) ceza li ser cezayan li dehan kanalên televizyonan birî. Di rojên dawî ya salê de hê bêtir lez da van kiryarên xwe yên bê yom. Wisa ku her roj imza xwe datîne binê rekora cezayên nû.”
(FD)