Dewleta Kurdistanê û Statuya Kerkukê û Pêşniyara Şanda Emerîkayê…

Dewleta Kurdistanê û Statuya Kerkukê û Pêşniyara Şanda Emerîkayê…

Îbrahîm GUÇLU

(ibrahimguclu21@gmail.com)

Ji Referandûma Serxwebûna Kurdistanê re deh (10) roj maye. Ez dikarim bibêjım ku atmosfer her ku diçe, germ dibe. Ji aliyê kurdan mijar gelek zelal e. Diyar bû ku di referandûma serxwebûna Kurdistanê de paşve gav avêtin dê nebe.  Lê dîsa jî navbeyçiyên navneteweyî xebata xwe didomînin. Duho (14.09. 2017) şandeka fireh ku ji Neteweyên Yekbûyî, ji Emerîkayê, ji Engilîstanê, ji Fransayê pêk tê, bi serokê Kurdistanê re hevûdîtin kirin.

Serokê Kurdistanê di derbarê vê hevûdîtinê de li xwepêşandina Zaxoyê agahdarî da.

Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî behsa civîna ligel Nûnerê Taybet yê Serokê Amerîka Brett McGurk, Nûnerê Taybet ê Sekreterê Giştî yê NY Jan Kubis, Balyozê Amerîka li Iraqê Douglas Silliman, Balyozê Brîtanya li Iraqê Frank Becker kir û got:

“Ew hatibin û pêşniyazên xwe gotin, me guhdariya wan kir, me jî nêrîn û helwesta xwe ji wan re diyar kir. Ew dibêjin, em ligl mafê gelê Kurdistanê ne, lê ji bo pirsgirêk dernekevin, niha dema guncaw e. Me jî got, bedîlê baştir nebe, gelê Kurdistanê razî nabe. Em referandûmê dikin û çi dibe, bila bibe. Encûmena Asayişê hate ser xetê, heger bedîlekî baştir hebe, serkirdayetiya siyasî lêkolînê li ser dike, lê heger armanca wan tenê paşxistina rederandûmê be, bi ti awayekî bipaş naxin.”

Herwiha got: “Em her bacekê bo serxwebûnê didin û divê em daxwaza mafê xwe bikin. Amade ne ji bo her erkekî. Her rojekê ew grûpa ku niha di desthilatê de ne, heger ji destê wan bê, destkeftekê ji Kurd re nahêlin.”

Lê serokê Kurdistanê ji şanda navneteweyî re çi pêşniyar kirine, ew diyar nekir. An jî pêşniyara şande çi bûye, ew jî diyar nekir.

Lê diyar e ku min berê jî nivîsandibû. Ji bona ku referandûma serxwebûna Kurdistanê bê paşve xistin; du alternatîf hene.

Alternatîfa yekemîn: Divê dema paşvexistina Referandûma Serxwebûna Kurdistanê diyar bibe. Dema ku di wê demê de referandûm hat li darxistin, ji referandûmê “erê” derket, divê ku dewletên mezin ji Dewleta Kurdistanê re bibêjin “erê”.

Alternatîfa duyemîn: Bila dewleta federal ya Iraqê bibe dewleteke konfederal.

Hezar mixabin piştî ku min berdevkê Serokê Emerîkayê Breet McGurt guhdar kir, ez gihîştim wê qenaate ku daxwazên ji aliyê serokatiya Kurdistanê û serokê Kurdistanê de hatine kirin, dê bi cî û cî nebin. Loma jî wek Serokê Kurdistanê di xwepêşandina Zaxoyê de diyar kir, dê referandûma serxwebûna Kurdistanê bê li dar xistin. Dê ji bedel û baca wê re jî bê tehemûl kirin.

Em hêvîdar in ku Emerîka careke din rola xwe ya negatîf ku di sala 1975an de lêhîst nûha jî nelîze. Wek tê zanîn Emerîkayê bi daxwaza Dewlata Îranê, di sala 1975an de piştgiriya xwe ya Otonomiya Kurdistanê û Mele Mistefa Barzanî birî, Baas di şerê 1975an de biserket û Otonomiya Kurdistanê hat rûxandin. Ji bona miletê kurd kereseteke mezin çêbû. Li Kurdistanê pêvajoya erebkirinê dest pê kir û demografiya Kurdistanê hat gûhertin.

Lê vê encamê pêşiya şerê milî yê Başûrê Kurdistanê nikarî bigre û gûrtir kir. Di Gulanaa 1976an de Şoreşa Milî ya Kurdistanê cara duyemîn dest pê kir.

Ev car jî (25ê Îlona 2017an), pêşî li referandûma sexwebûna Kurdistanê girtin, daxwaza Dewleta Islamî ya Kolonyalîst ya Îranê ye. Divê Emerîka û Ewrûpa ji Îranê re nebin bertal. Xizmetî berjewemndiya dewleta Îranê nekin. Li Îranê desthilatdarîya mustemlekê ya Îranê xûrttir û firehtir nekin.

                                           *****

Wek tê zanîn di pêvajoya referandûma serxwebûna Kurdistanê de, him ji aliyê dewletên li dijî serxwebûna Kurdistanê ve û him jî ji aliyê hêz û kesên kurd li dijî serxwebûna Kurdistanê de ne,  gelek mijarên negatîf hatin holê ku pêşiya referandûma serxwebûna Kurdistanê û avakirina dewleta Kurdistanê bê girtin.

Lê di nav pêvajoyê de gelek sedemên negatîf yên ji bona referandûma serxwebûna Kurdistanê hatibûn diyar kirin ji holê rabûn. Bi taybetî jî Serokê Kurdistanê di gelek civînên girseyî de ev mijaran zelal kirin. Loma jî, ji referandûma serxwebûna Kurdistanê re piştgirî xûrttir bû.

Di pêvajoya referandûma Serxwebûna Kurdistanê de gelek mijarên girîng û stratejîk hatin ronî kirin. Ez dixwazim li ser du mijarên stratejîk rawestim.

Dewleta Gel an Dewleta Barzaniya. Dewleta Kurd û An Dewleta Kurdistanê?

Ew hêz, dewlet, kesên li dijî referandûma serxwebûna Kurdistanê ne, ji bona ku gelê Kurdistanê, kêmneteweyan û kêm olan/mezheban ji referandûma serxwebûna Kurdistanê dûr bixin, di mijara dewletê de du tiştên nerast diyar kirin.

Diyar kirin ku dewleta ava bibe dê nebe dewleta gelên Kurdistanê, dê bibe dewleta Barzaniyan. Ev nerîna bi her awayî ne rast bû û ceribandina dîrokî ya Barzaniyan jî vê yekê derevîn derdixist.

Wek tê zanîn, Barzanî, ji Şêx Evdilselam heta îro ji tevger û şerê milî yê Kurdistanê pêşengî dikin. Gelek caran derfet dîtine ku li ser navê gelên Kurdistanê bibin desthilatdar. Ew desthilatdarî tu wext nebûyê desthilatdarî û hikûmdarî û dîktatoriya Barzaniyan.

Bi taybetî jî, di 11ê Adara 1970yî de di bin serokatiya Mele Mistefa Barzanî û PDKê de Otonomya Kurdistanê ava bû. Wê demê tu partiyên din jî tune bûn. Otonomiya Kurdistanê nebû Otonomiya Barzaniyan. Ne li hûndir û ne jî li devre tu kesî û tu dewletekê ew otonomiya wek otonomiya Barzaniyan bin av nekir. Jiyan û ceribandina Otonomiya Kurdistanê jî diyar dike ku Otonomiya Kurdistanê, Otonomiya Barzaniyan nebû.

Ji aliyê din de di vê qonaxê de hîç derfet tune ye ku dewleta Barzaniyan ava bibe; Lewra Dewleta Federe ya Kurdistanê, dewleteke plûral, demokrat, parlamenterîst e. Bes li Kurdistanê partiyek, partiya PDKê nedesthilatdar û nehikûmet e. Hikûmeta Dewleta Federe ya Kurdistanê ji hemû partiyên Kurdistanê ava bûye. Di pêşerojan de jî, desthilatdarı dê dîsa bi riya demokratîk û hişlbijartinên giştî ava bibe.

Ji aliyê din de jî qerektera Barzaniyan û bi taybetî jî qerektera Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî, ji dîktatoriyê re girtiye. Mesûd Barzanî mirovê gel e. Ji bona wî mewkiya/posta mezintir, pêşmergebûn e.

Îdiaya din ya girîng di derbarê dewletê de, dewleta bê avakirin dê bibe “Dewleta Kurd”, kêmnetewe û kêmol/mezhep dê ji derveyî dewletê bimînin, dê nebin xwediyê dewletê.

Di van rojên dawî de Serokê Kurdistanê, bi berpirsiyarên kêmneteweyan, kêmol/mezhebiyan re civîn çêkir. Di wê civînê de gelek aşkere diyar kir ku dewleta bê avakirin, dê bibe Dewleta Kurdistanê. Dê bibe dewleta hemû kurdistaniyan, kurdan, kêm neteweyan, kêmoliyan/mezhebiyan.

Serokê Kurdistanê diyar kir ku ji bona Dewleta Kurdistanê sembolên nû, aleke nû û merşeke nû dê çê bibe.

Statuya Kerkukê…

Serokê Milî Mistefa Barzanî dibêje ku “Kerkük dilê Kurdistanê ye.” Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî û hemû kurd jî vê nerînê parve dikin.

Ev jî diyar dike ku Kerkuk ji bona miletê kurd û Kurdistaniyan gelek girîng e. Heta mirov dikare bibêje ku Kurdistan Kerkuk e, Kerkuk Kurdistan e.

Ji bona dewletên kolonyalîst yên Kurdistan îşgal û îlxak û kolonî kirine; ji bona dewletên emperyalîst yên rojavayê jî, ji bona Emerîkayê jî Kerkuk ciyekî gelek stratejîk e. Sedema şerên li Rojhilata Navîn e.

Loma jî statuya Kerkukê her dem girîng bûye û li Kerkukê dê kî desthilatdar be, ev yeka her dem bûye mijareke stratejîk.

Hîç şik tune ye ku Kerkuk bajarê Kurdistanê ye. Lê li Kerkukê ji derveyî kurdan kêmneteweyên din jî dijîn. Di vê qonaxê de jî kurd û hemû kêmnetewe bi hev re desthilatdar in û bi hev re Kerkukê birêve dibin.

Kerkuk ji bona ku bajarê Kurdistanê ye; Ereban û Dewleta navendî ya Iraqê nexwestiye ku bi Otonomiya Kurdistanê re bê girêdan, di sala 1975an de bû sedema şerekî dijwar.

Wek tê zanîn di 11ê Adar a 1970yî de di navbeyna Hikûmeta Navendî ya îraqê û Kurdan de Peymana Otonomiyê pêk hat. Gorî vê peymana biryar hat girtin ku statuya Kerkûkê bi plebîsîtê bê tespît kirin. Kurd û kurdistanî bi vê yekê razî bûn. Diviya bû ku di çar salan de statuya Kerkukê diyar bibe. Lê ji bona ku Hikûmeta Navedndî ya Iraqê baş dizanî ku encama plebîsîtê di derbarê Kerkukê de dê ji bona kurdistaniyan û miletê kurd pozîtîf be; pêşiya plebîsîtê girt. Di sala 1975an de êrişî Otonomiya Kurdistanê kir.

Di encama şer de Otonomiya Kurdistanê hat rûxandin.

Di sala 2005an de encama referandûma makezagonê Iraq bû dewleteke federal. Kurdistan bû dewleteke federe. Di makezagonê de hat tespît kirin (Xala 140î) ku statuya Kerkukê di sala 2007an de bi referanmdumê diyar bibe.

Lê dîsa jî Hikûmeta Malîkî ya Mezhebî ya şiatî dizanî ku encama referandûmê Kerkuk dê bi Kurdistanê re bê girêdan, pêşiya referandûmê girt.

Di vê qonaxê biryar hat girtin ku girêdayı referandûma serxwebûna Kurdistanê statuya Kerkukê û herêmên din yên ji derveyı desthilatdariya Kurdistanê jî, çareser bibin.

Lewra Meclîsa Kerkukê di derbarê statuya Kerkukê de biryareke dîrokî da.

Hikûmeta Mezhebî ya Abadî him bi giştî li dijî referandûma serxwebûna Kurdistanê ye. Him jî li dijî referandûma Kerkukê ye.

Loma jî him ji bona referandûma serxwebuna Kurdistanê û him jî ji bona Kerkukê di Meclîsê de biryar hat girtin ku referandûm li dijî makezagonê ye. Waliyê Kerkûkê jî ji wezîfeyê hat wergirt.

Biryara Meclîsa Iraqê  li dijî hiqûq û makezagonê ye. Loma jî parlamenterên Kurdistanê Meclîs terk kirin û dengên xwe bi kar neanîn.

Hîç şik tune ye ku referandûma serxwebûna Kurdistanê dê statuya Kerkukê jî zelal bike.

 

Amed, 15. 09. 2017

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *