Dewleta Fars, li ser kavilê dewleta Kurd avabûye

Sîyaseta serwerên Farisan ya li hemberî gelê Kurd, ev 2500 sal in nehatîye guhertin. Ev sîyaset li ser derew, durûtî, xayintî, xapandin, dekûdolab, kemîn, zîndankirin, îşkence, malwêranî, koçberî û tevkujîyan avabûye û heta îro bi hemû leza xwe berdewam e.

İro, li gorî daxwîyanî û raporên sererkanîya tirk yên veşartî ku eşkere dibin, em fêr dibin ku ji bo li her çar beşên Kurdistanê Kurd mafê xwe yên rewa bi dest nexin, destketinên Dewleta Kurd ya Federal bête sînorkirin û yên hatine bidestxistin jî bên xerakirin, bi dewleta Îran re bi peyman, hevbeş û koordînekirî kardikin û operasyona dimeşînin.

Mîna berpirsên dewleta tirk, gava serokkomarê Îranê li Iraqê bû û serokkomarê Iraqê yê Kurd re hevdîtin pêktanî, ordîyên Îranê jî Başûrê Kurdistan misêwa bombebaran dikir.

Gava ku serokwezîrê Kurdistan û cîgirê serokwezîrê Iraqê B. Salih jî li Îranê bû û bi rayedar û serokkomarê Îranê re hevdîtin dikir, ordîyên Tirk û Îranê her yek ji texma xwe de bombebarana xwe berdewam dikirin. Ji bo herdu dewletan jî bahane, hêzên ku di bin kontrola wan de bû ku qaşo li hemberî wan şer dikirin, bû. Lê em tev zanin ku rastî, bi çi rêyê dibe bila bibe, bi sînorkirin û ji holêrakirina tevgera Kurd e.

Ahmedînejad`ê ku îro serokê dewleta Îranê ye, ku rayedarên Kurdistana Federal mecbûr in biçin devê derîyê wî, ew bi xwe terorîstekî ku serokekî Kurd mîna A. Qasimlo yê zaniyar, demokrat û aştîxwaz bi xayintî kuştîye. Dewleta Îran ya sofîkan, bi banga hevdîtinê û gotûbêja çareserîya aştîyane ya ji serok û rêberên Kurdistana Rojhilat re kirin, him li hember Qasimlo û him jî li hember Dr. Şerefkendî û hevalên wan kemîna xayinane danîn û ew şehîd kirin!

Şah jî bi yek şêwe komployê, serokê tevgera Kurd (ya salên 1919 – 1930) Simko yanî Îsmaîl Axa`yê Şikakî dabû kuştin!

Di dema serhildana Agirî de, Îhsan Nûrî Paşa, zen kiribû ku Faris, hemnîjadê gelê Kurd in û bi rastî soz dane, wê alîkarîya wan bikin. Lê piştî ku tevgera Kurd, zorê li dewleta tirk dike, tirk jî diçin bi îran`ê re rûdinên, Agirî`yê biçûk dide Îranê, îran jî li tevgera Kurd hemû rêyan digire û tevgera Kurd bi tirkên Kemalîst didin fetisandin. Îhsan Nûrî, divê: “me bawerî bi Farisan anî, me got, qey Faris hemnîjadê me ne, wê alîkarîya me bikin, lê me nizanîbû ku bêûjdan û xayin in ku wê xencerê li pişta me bidin!”

Dewleta fars û ya Osmanî, ji bo serwerî û talana Kurdistanê, li ser erda Kurdan û tevlî hêzên Kurdan şerê sedsalan meşandin. Kurdistan seranser wêran kirin, gelê Kurd pelaxtin, tarûmar û perîşan kirin. Di dawîn de bi peymana Qesra Şirîn ya di 1639 an de, Kurdistan kirin du parçe. Ji wê rojê de gelê Kurd rojek bi xêrûxweşî derbas nekir. Li herdu alîyan misêwa serhildan, koçkirin û tevkujî bû para gelê Kurd!

Li gor saloxdana dîroknasê Girîkî Herodotos, keyxanê Med, yê împaratorîya Kurd, Astyages, ji ber xewnekê ku nevîyê wî yê ku ji keça wî re çêbibe, wê textê keyxanîyê ji dest bigire, keça xwe ya bi navê Mandane bi Persîyekî re dizewicîne. Kurekî ku ji keça wî re çêdibe, fermana kuştina wî dide sererkanê xwe Harpagos, lê piştre fêrdibe ku nevîyê wî sax e! Ew jî Harpagos, bi kuştina kurê wî ceza dike.

Ev çîrok çend rast e yan derew e li alîyekî, lê ya rast ew e ku sererkanê wî yê “Kurd” û nevîyê wî yê Faris yê bi navê Kuruş (Cyrus), pê re xayintî kirin, Împaratorîya Med ji holê rakirin û di şûna wê de ya Fars (Pers) avakirin.

Ji wê rojê û virde gelê Kurd tu demê serwerîya Farisan qebûl nekirin û berxwedan. Lê farisan jî (piranî jî bi xayintî) wer îşkence û tevkujîyên giran bi serê Kurdan de anîne ku heta îro jî Kurdan nikarîbûye xwe bide hev û xwe rizgar bikin. Kurdên ku berxwe dane, poz û guhên wan jêkirine, çermên wan gurane û bi îşkenceyên nedîtî ew kuştine. Hîna jî gava zulmek mezin bi serê mêr an jina Kurd de tê, dibên: “Ma qey ez hêsîrê Hemedanê me?!”

Di dema avakirina Komara Mahabad te, dîsa soz û bext dan serokên Mahabat ku ew bêşer radest bibin, ew`ê bi wan re bi rêyên aştîyane li hev bikin û kesî nakujin. Lê piştî radestîya Kurdan, serokê Kurdan li ber çavê gelê Kurd dardakirin. Lê ji bo ku xwedîyê Azerîyan hebû û bi Farisan re peyman çêkir, serokekî Azerî jî nehat dardakirin.

Hinek Kurdên dîndar yan Çep yên welatperwer, bi hestên dîndarî ku qaşo Îran dewletek musluman e, yan jî antîemperyalîst e, li hemberî xerakirina rejima Îran dertên. Ev xwe xapandin û xwe wendakirinek netewî ye.

Dewleta Fars, li ser kavilê dewleta Kurd avabûye. Dewleta Kurd jî encax li ser kavilê dewleta Fars avabibe.

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *