Devedevê salvegera şorişa Jîna yê de, rêjîmê dehan kes li Kurdistanê binçav kirin

Gorî raporên rêkxistinên mafê mirovî, li heyamê Hefteya derbasbûyî de û li devedevê duyemîn salvegera şorişa Jin, Jiyan, Azadî yê de, hêzên ewlehiye rêjîmê dest avêtine reşbigîriyekî berfireh ji xelkê Rojhilatê Kurdistanê.

Gorî amarên ku hatinî piştrastkirin, nêzî 20 kesan ji bajar û deverên cuda cudaye Kurdistanê ji aliyê hêzên tepeserkare rêjîmê ve hatine binçavkirin.

Gorî raporan 4 kes li bajarê Pîranşehr û derdora vê hatine girtin, 4 kes li bajarê Şino û derdor hatine girtin, 4 kes li bajarê mihabadê û ku nav û nasnameya wan 12 kesan hatine aşkera kirin.

Herwisa li bajarê Sine, Seqiz, Merîwan, Kirmaşan, Ciwanroyê jî di heyamê wan çend rojên dawiyê de, çendîn kes hatine girtin û kevtine ber jêpirsînê.

Gorî wan raporan ev kesan bi awayê hovane û bi tund û tîjî û bi dadana ser malan û lêdan û kutana wan û kes û karên wan, hatine destbiserkirin.

Di nava wan girtiyan de malbatên şehîdên şorişa Jîna yê, Hunermend, çalakvanên medenî, helbestvan, û bazarî û … hene.

Rêjîm ji tirsê serhildana xelkê de, bi armanca çavtirsandina xelkê Kurdistanê ev reşbigîriye dest pê kiriye.

KM

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *