Dem guhirî û Radyoya Rewanê jî pê re

undefined

Wêne: (Jinên kurd Radyoya Rewanê guhdar dikin (Rêya Teze, 26-4-1956))

Dema wextê radyoyê dihat dîya min digo: “Kuro hela wê pişkoka radyoyê bizvirîne!”

Danê esrê dema wextê radyoyê dihat, dîya min her roj hişyarîyek dida me: “Kuro hela wê pişkoka radyoyê bizvirîne!” Ditirsiya bo wextê wê nebihure wê demê saet-maet jî tune bûn. Me tenê zêde guh dida kilam û stranên kurdî, daxwazên guhdaran yên kilamên populer û hezkirî hebûn. Bêjerên radyoyê navê guhdaran û cîhên ku name ji hatine yek bi yek dixwind, carna dirêj dikirin.

Êdî sebra dîya min nedima! Dema em li deverên Qaxizman/Qers û li aliyê Îdirê bilincîhan digeriyan me gelek caran havînê kingê dinya sayî bûya ji dûrve çîyayê Agiriyê û bajarê Rewanê jî didît, tavilê Radyoya Rewanê dihate bîra me. Ji ber ku herdu dever nîzîkî hev bûn, dengê weşanên radyoyê gelekî zelal bû. Navê vê radyoyê carina cihê tê gotin û nivsîn, wek Radyoya Rewanê (Êrîvanê), yan jî Beşa Kurdî ya Radyoya Ermenistanê, carina em di çavkaniyan de rastî Radyoya Kurdî û Weşana Kurdî ya Radyoya Rewanê jî tên.

Di salên 1970yî de li Tirkiyê li dijî Ermenistan û Sovyetê dijminahîke mezin hebû. Lê kêfa me gelekî ji weşanên Radyoya Rewanê re dihat. Bi zimanê me nûçe digotin û kilam distran. Kilamên ku di nav wan de peyva Qersê derbas dibû, bala min zefî dikişandin. Ev kilam avîtibûne ser cîh û warên ku berê yê wan bû jî, niha em lê diman. Wek mînak kilama Belga Qado “Kura Çayê Tapê Qersê”, kilameke hunermend Kubara Xudo jî hebû: “Lo Dilo”, di nav gotinên wê de jî ev rêzan hebûn: ”Em ê îşev li ku bin/Li ser pira Qersê bin” Di derbarê wê de berî çend salan nivîseke min bi navê: “Dengbêjeke jibîrbûyî: Kubara Xudo” hat weşandin (Dilop, nr 22/2021). Me ji kilama Zadîna Şeker Dêre Sorê Piçûkê jî gelekî hez dikir.

Peyva dêre li Serhedê li şuna fîstanên jinan tê bi kar anîn. Ev peyva dêre mixabin bi salan e pir caran wek “dêra sorê” (kilîsa sor) şaş hatiye gotin û nivîsîn. Dîroka Radyoya Rewanê herweha dîroka muzîka kurdî ya perçekî muzîka Serhedê û Ermenistanê ye jî. Di navbera her du dîrokan de têkiliyên xurt hene. Du nav qeydên dengan yên Radyoya Rewanê de perçeyên gelek dengbêj û stranbêjên kurd hene, rêya wan gelek caran li navenda radyoyê ketiye. Ji wan gelek niha mirine, hinek jî koçberî welatên biyanî kirine.

Di salên xwe yên dawî de ev hunermend rastî gelek dijwariyan hatine, serpêhatiyên wan bûne beşên hin pirtûkan yan jî tevaya pirtûkan wek Şeroyê Biro (Wezîrê Eşo, Dengbêj Kal Bûbû, 1983) û Seyadê Şame (Veysel Çamlibel, Qulingê Birîndar, 1999).

Divê em li vir navên hin hunermendên kurd ku têkiliyên wan û Radyoya Rewanê her tim xurt bûne, bidin. Stranbêjên mêr: Şeroyê Biro, Reşîdê Baso, Efoyê Esed, Egîdê Têcir, Şebabê Egit, Memoyê Silo, Seyadê Şamedîn, Mecîdê Silêman, Mecîdê Faris, Şevavê Egîd…

Stranbêjên jin: Sûsika Simo, Asa Evdile, Belga Qado, Kubara Xudo, Zadîna Şeker, Aslîka Qadir, Sîsa Mecît, Gulîzera Etar…Stranbêjên ermen ku kurdî stran gotine: Karapêtê Xaço, Davîtê Xilo, Aram Tîgran…

Mirov dikare bêje ku hemû van hunermendan bi salan can dane muzîka Radyoya Rewanê û dengê wê li dinê xistine. Guhdar jî her tim bi van stranbêjên xwe serbilind bûne: “Dengê te li dinê be!” Hostayên muzika kurdî ya amûrî (enstrumantal): Şamilê Beko, Egîtê Cimo, Xelîlê Evdile û kesên din. Dengê bilûr, def, mey û fîqê bi salan tevî seda û awazên dengbêj û muzîsyenên din bûne, hev dewlemend kirine. Yek ji wan hunermendên kurd ku ji bo Radyoya Rewanê bûye stûneke xurt bêgûman Egîtê Cimo ye.

Egîtê Cimo di nivîseke xwe ya kurt de bi vebûna Beşa Kurdî ya Radyoya Ermenistanê qala pêştaçûyîna muzîka kurdî dike. Di binê navê wî de em rastî vê îfadeyê jî tên:“Sazbendê redaksîa elametîêd para kurdî“. Ev hemû rûpel bi sernavê “Berbi 40 Salîya Ermenîstana Sovêtîê” hatîye amadekirin (Bi pêlê radîoê, Rêya Teze, 30-10-1960). Peyva sazbend di devoka kurmanciya kurdên Ermenîstanê de bi wateya mûzîsyen û kesekî/ke amûreke muzîkê lê dixe, sazbendî jî bi wateya muzîkê tê bi kar anîn.

Çend agahiyên dîrokî

Heta niha gelek caran dihat gotin û nivîsîn ku Radyoya Rewanê di 1930yî de jî weşan kiriye. Lê tu dokumentek li ber destê me tune bû. Niha dema em bîranînên Firîda Hecî Cewarî dixwînin, em fêr dibin ku weşaneke radyoyê ya wiha bi kurdî hebûye. Dê û bavê wê Zeyneba Îbo û Heciyê Cindî li wir wek bêjer kar kirine (1930-1937). Ji der nûçeyan wan hin berhemên piçûk yên nivîskarên kurd jî di vê radyoyê de xwendine. Di destpêkê de pênc deqa, paşê qasî panzdeh deqan weşan kiriye.

Firîda Hecî Cewarî wêneyê nivîseke serekê Radyoya Emenîstanê Yêxîşê Hovanêsyan jî wek dokument di nav bîranînên xwe de weşandiye ku van agahiyan teyîd dike (Firîda Hecî Cewarî, Bîranînên Min, 2010). Radyoya Rewanê di sala 1955an de ji saz bûye. Mirov dikare bêje ku Radyoya Rewanê û Rêya Teze hevalcêwiyên hev in. Bi vî awayî ev cara pêşîn bû ku kurdên li Ermenistanê dibin xweyê du sazîyên gelekî giring.

Bi îmkanên fînansê û parastina dewletê van organên ragîhandinê demeke dirêj weşanên xwe berdewam kirine. Ev îmkanan, maf û azadiyan bo kurdên li perçeyên din jî emsal pêk anîne. Lê bi mîlyonan kurdên li Kurdistana Bakûr li aliyê din ê sînor bi salan ji vî mafî bêpar mane, hêzên fermî û polêsî yên tirk, gelê kurd ev tam sed sal e ker û lal hîştine.

undefined

Wêne: (Serekê Beşa Kurdî ya Radyoyê Xelîl Mûradov (li çepê) û serekê Radyoya Ermenîstanê G. Ayvazyan, Ayvazyan li vir Mûradov pîroz dike bo zêdebûna wextê weşana radyoyê)

Serekên Radyoyê

Beşa kurdî ya Radyoya Ermenistanê di destpêka sala 1955an de vebûye, du salan weşana testê ajotiye û di sala 1957an de dest bi weşana xwe ya normal kiriye. Dema weşana testê Casimê Celîl çend salan serekê radyoyê bûye. Casimê Celîl bi giştî 9 sal û keça wî Cemîla Celîl 35 salan û Ordîxanê Celîl jî çend sal wek bêjer, karmend û Gulîzera Casim demekê wek bêjer xebitiye. Ji sala 1957an heta sala 1981an jî Xelîl Mûradov tam 24 sal serektiya vê saziyê kiriye.

Xanima Xelîl Mûradov, Eznîva Reşîd jî berî mêrê xwe ketiye ser kar û qasî 27 salan di radyoyê de wek bêjer xebitiye. Kurê wan Têmûrê Xelîl jî di navbera salên 1981-1984an de wek redaktor di vê saziyê de kar kiriye. Rojnamevan Têmûrê Xelîl heta niha jî li Swêdê dijî. Serekê Radyoya Rewanê Xelîl Mûradov îsal 100 saliya xwe tijî kir. Li Stockholmê şahîyek di roja 23-2-2024an bo wî hate amadekirin. Komek kurdên ji Gurcistanê jî hatin tevî vê şahiyê bûn.

Hin kesan jî di derbarê Xelîl Mûradov de qala bîranîn xwe kirin. Her du serekên pêşîn wek nivîskar jî hatine nasîn û malbatne navdar in. Keda malbata Casimê Celîl û keda malbata Xelîl Mûradov di warê pêşketina çanda kurdî û Radyoya Rewanê de mezin e. Piştî mirina Xelîl Mûradov jî Ahmedê Gogê hatiye ser vî karî.

undefined

Wêne: (Bêjer Eznîva Reşîd li ber mîkrofona Radyoya Rewanê ye)

Ji hundirê Radyoyê (Salên 1970yî)

Radyoya Ermenistanê di sala 1927an de saz bûye. Di sala 1977an de rojnameya kurdî Rêya Teze tevaya rûpelekî xwe ji pîrozkirina salvegera 50 saliya sazbûna Radyoya Ermenîstanê re veqetandiye. Nivîseke dirêj bi giştî qala pêştaçûyîna weşana radyoyê dike. Di cîhekî de tê gotin ku weşanên radyoyê li Komara Ermenîstanê bi çar zimanan tên dayîn: ermenî, rûsî, azerbeycanî û kurdî. Di stûneke li rastê jî bêjerên (spîker, dîktor) van herçar zimanan tên nasandin. Li jora stûnê van gotinan cîh girtiye: “Dengê wan me re nase”. Bêjerê her zimanî bi wêne di vê stûnê de cîh girtiye.

Li jora beşa kurdî wiha hatiye nivîsîn: “Dîktorê xeberdanêd bi zimanê kurdî Keremê Seyad”. Nivîsa here balkêş ji bo min ya bi navê “Êrêvan Xeber dide…” ye ku ji aliyê Babayê Keleş de hatiye nivîsîn (Babaê Keleş, Rêya Teze, 5-3-1977). Eger mirov bixwaze hîn bibe ka karên rojane yên Beşa Kurdî ya Radyoya Ermenistanê di van salan de çawa dimeşiya bêgûman divê mirov vê nivîsa Babayê Keleş bixwîne.

Piştî ku ew deng û besên welêt û cîhanê amade dibin, êdî wan dişînin bêjerên wek Keremê Seyad, Eznîva Reşîd û Sêvaza Evdo. Hevkar û karmendên radyoyê yên din jî bi amadekirina bernameyên curbecur mijûl bûne. Di van salan de daxwazên gelek guhdaran jî hebûne. Radyoyê ji bo van daxwazan bi cîh bîne, ji nav fondê radyoyê dest bi hilbijartina kilaman kiriye. Ji bo deng û besên bi zimanên biyanî wergerînin kurdî herweha karekî mezin dikete ser milên wergêran, vê demê yek ji van wergêran Îşxanê Eslan bûye.

undefined

Wêne: (Pêşkêşkarê Radyoya Rewanê Keremê Seyad ku bi anonsa xwe ya bi salan: “Erîvan Xeber Dide” hatiye nasîn)

Çend xebat li ser Radyoya Rewanê

Di van salên dawê de di derbarê arşîv, bandûra Radyoya Rewanê li ser kurdan hin pirtûk li Tirkiyê derketine wek yên Zerî Înanç, Cewad Mervanî û Kamran Elend. Çend roportaj û danasîn wek hin nivîsên dirêj hatine weşandin.

Pirtûka Zerî Înanç ji hevpeyvîn û hin gotarên li ser Radyoya Rewanê pêk hatiye, bi kurdî û tirkî bi du zimanan ji aliyê Weqfa Îsmaîl Beşîkçî de hatiye weşandin (Di Radyoya Êrîvanê de Dengê Kurdî…, 2017). Hevpeyvîneke ku ligel nivîskar hatiye çêkirin di rojnameya Agos de derketiye (13-2-2017). Pirtûka bi navê Stranên Arşîva Radyoya Erîvanê ji çar cildên mezin û qasî 3250 rûpelan pêk tê. Her stran bi notan û bi gotin hatine rêzkirin. Muzîka û gotinên 915 stranan bi awakî dîjîtal bi rêya înternetê jî dikarin bên guhdar kirin û xwendin (Düselldorf, 2020).

Di derbarê vê çavkaniya mezin de danasîneke Necat Keskîn jî heye ku balê dikşîne ser hin aliyên vê xebatê. (Kurdiname, nr 4/2021). Lêkolîna Kamran Elend wek xebateke devkî jî dikare bê hesibîn, qasî 24 kes guhdar kirine, raman û hestên wan analîz kiriye.

Wek mînak kesekî bi navê Qedrî ji Qulp/Dîyarbekirê wiha besa rojên berê û dengê wan dengbêjên navdar dike wiha: “….hundirê mirovan rehet dibû û ji wan re dibû derman” (2021, rûp.210). Di derbarê vê pirtûkê de danasîneke Ferîd Demîrel jî heye (bianet, 17-10-2021). Nivîsa Mustafa Orhan jî wek xebateke devkî dikare bê hesibîn. Dema nivîskar li aliyê bajarê Îdirê diçe gundê Hecî Axa li wir rastî gundiyekî bi navê Abdurrahman Şeyran tê ku qala salên berê dike û çawa bi eşq Radyoya Rewanê guhdar kirine: “Dema dengbêj distrîn dinya ji bo me disekinî. Bifikire radyo mîna te bi kurdî deng dike. Min dilşahîke wiha xweş di jîyana xwe de nedît” (Independent Türkçe, 30-3- 2021).

undefined

Wêne: (Xebata Cewad Merwanî, Stranên Arşîva Radyoya Erîvanê (2020))

Dema min di van salên dawî li ser rojnameya Rêya Teze lêkolînek amade dikir, yek ji wan mijarên ku zêde bala min dikşand jî di vê rojnamê de hebûna gelek nûçe û nivîsên di derbarê Radyoya Rewanê de bû. Ew wêneyên dengbêj û hunermendan ku bi salan wisa de arşîvan de mabûn, li tu cîhekî din nehatibûn weşandin jî kêfa min gelekî dianîn. Min qasî deh heb ji wan  wênan berhev kirin. Hemû ev agahî, zanyarî û wênên li ser Radyoya Rewanê bû mijara nivîseke min ya bi navê “Radyoya Kurdî di Rêya Teze de”(Gazete Duvar, 18-3-2023) û beşeke pirtûka min ya li ser Rêya Teze jî pêk anî.

Wênekî dîrokî (1955)

Ev wêneyê dîrokî yê jêrîn dema Radyoya Rewanê vebûye, hatiye girtin (1955). Komek xwendekarên kurd li vir xuya dikin. Heman wêne di rojnameya Rêya Teze de jî hatiye weşandin (Rêya Teze, 27-2-1955). Di binê vî wênî de hatiye nivîsîn ku komek xwendekarên kurd ku di Unîversîteya Rewanê ya li ser navê V.M. Molotov de perwerde dibin, Radyoya Rewanê guhdar dikin. Ev wênê xweşik li bergên herçar cildên pirtûka Cewad Merwanî ya bi navê “Stranên Arşîva Radyoya Erîvanê, cild I-IV, Düselldorf, 2020” jî cîh girtiye, lê di derbarê wêne de di vê pirtûkê de tu agahî nehatiye dayîn û radyoya ku ev xwendekar guhdar dikin jî baş xuya nake! Wêne ji aliyê wênekêş Ar. Ekêkyan de hatiye girtin.

undefined

Wêne: Komek xwendekarên kurd Radyoya Rewanê guhdar dikin (1955)

 Rêza pêş ji çepê: Ordîxanê Celîl (kesê bi simbêl), Celîlê Celîl, Sîma Semend, Şerefê Eşîr,

 Rêza duwem: Êmma Ûsîv, Mecîtê Bişo û Îlîçê Reşîd.)

Hevkareke radyoyê: Sîma Semend

Sîma Semend di sala 1963an de, di Radyoya Rewanê de dest bi kar dike û qasî 40 salan li wir dixebite. Ew wek hevkareke vê radyoyê paşê dibe serekê beşa edebiyatê. Sîma Semend di derbarê edebiyata kurd û ermenî, li ser rewşa jinên kurd gelek bername ji bo radyoyê amade kirine. Lîsteke van nivîsan di dawiya berevoka wê ya bi navê Keder de cîh girtine (Keder, 2009). Bernameyên wê gelek hatine hezkirin, bi taybetî reportajên wê yên derbarê jinên kurd de. Hejmara van berhemên ku wê ji bo Radyoya Rewanê amade kirine qasî 100 hebî ne, 26 heb li ser edebiyatê, 26 heb li ser têkiliyên edebiyata kurd û ermeniyan, 46 heb di derbarê jinan de ne. Mêrê wê Karlênê Çaçanî jî di van salan de di Rêya Teze de kar kiriye. Mirov dikare bêje ku jin û mêr di warê weşangeriyê de, di warê çanda ermenî û kurdî de gelek aliyên wan yên hevbeş hebûne, yek bûye şêwirmenê yê din û hev temam kirine (Binêre vê nivîsa min: Sîma Semend: “Qîza kurde aza, binivîse…Gazete Duvar, 24-12-2023”

Aslîka Qadir

Stêrkeke Radyoya Rewanê

Ji bo min kêfxweşîke din jî nasîna hunermend Aslîka Qadir hevkara Radyoya Rewanê bû. Wê di salên 1991an de koçberî Almanyayê kiriye. Di sala 2023an de bîranînên wê wek pirtûk bi kurdî li Stenbolê hat weşandin. Dema min ev pirtûk xwend, ev hunermenda kurd baştir nas kir. Di derbarê vê xebata wê de min danasînek jî di kovara Nûbihar de weşand (Rohat Alakom, Nûbihar, nr 165/2023. Piştî demekê Aslîka Qadir hat seredana Swêdê. Li Stockholmê di Pirtûkxaneya Kurdî tevî gotûbêjekê bû û pirtûka xwe da nasîn. Stranbêja navdar di dawiya bernameyê de çend stranên xwe yên ku bi salan di Radyoya Rewanê de hatine gotin, pêşkêşî me Kurdên Swêdê kir: Welatê me Kurdistan e, Nexşê Mîrzo…

Jîyan çi tiştekî ecêb e. Berî gelek salan me dengê Aslîka Qadir bi rêya Radyoya Rewanê dibihîst, lê niha jî ew li Swêdê li bal me bû. Têmûrê Xelîl ku ji malbata vê radyoyê ye, di civîna Aslîka Qadir de beşdar bû. Ez jî bi salan bûme heyranê vê radyoya ku niha dengê wê ketiye, deng tê de nemaye. Kal û bavên me hersêyan jî ji Qersê ne, paşê kalikên Aslika Qadir û Têmûrê Xelîl koçberî Ermenîstan, Rewanê kirine û min jî piştî salan berê xwe daye Swêdê, Stockholmê. Paşê çi dibe? Em her sê kesên Qersî di sala 2023an de wek vî wêneyê jêrîn jî nîşan dide me li Stockhomlê hev dîtiye! Ji ber vê yekê ez gelek3i bûme heyranê vê serpêhatiya me ya ku ji Qersê heta Stockholmê dirêj dibe (2023). 

Encam

Beşa Kurdî ya Radyoya Ermenistanê di nîvê duwem yê sedsala 20an li ser kurdên ku li Sovyetê, Tirkiyê û kurdên li Suriyê diman bandûreke mezin nîşan daye. Li ser avakirina kesname, raman û hestên li ser kurdbûn û kurdeyetiya wan roleke mezin lîstîye. Bi hilweşîna Sovyetê ev kîtleya mezin ya kurdan di dawiya hezarsala duwem de êdî bê radyo man yan jî radyo bê guhdar ma. Kurdên Ermenistanê belav bûn, her yek çû alîkî.

Radyoya Rewanê êdî hate jibîrkirin û bû mijareke dîrokî. Ne tenê encamên guhirînên sîyasî, herweha di dawiya encamên teknîkî de kurdan berê xwe û guhên xwe dane organ û amûrên nû. Lê divê em dîyar bikin ku kurdan vê carê bi rêya platformên din ên dîjîtal ev hewcedariyên xwe yên muzîkê bi cîh anîn. Berê kurdan bişkokên radyoyan dizvirandin, lê niha bêhtir bi serê tilîyan, xwe dighînin perçeyên here populer û hezkirî yên muzîka kurdî. Dewran guhirî, Radyoya Rewanê jî pê re!

Rûdaw

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *