Dadgeha Tirk û Sosreta Nivîskarîya Kurdî

Siddîq Bozarslan

Ev demek bû ku bi nivîskî nîqaşek di navbeyna nivîskarên Kurd Şakir Epozdemir û Zeynel Abîdîn Zinar da hatibû domandin. Hefteya çûyî jî agahdarîyek di derbarê biryara dadgeheke Tirk jibo Ş. Epozdemir dabû, ji alîyê ZA. Zinar ve di malpera Rojevakurd da derçû. Paşê agahdarîyeke dî ji alîyê Ş . Epozdemir ve di heman malperê da derket. Dema min van agahdarîyan xwend, ez ketim nav fikarên pir cuda û gelek xemgîn bûm. Wey li halê me Kurda!.. Em ketine çi halî?.. Nivîskarekî Kurd, nivîskarekî dî dide dadgeha Tirk da ku were darizandin. Dadgeha Tirk ku hebûna miletê Kurd qebûl nake û li ser bingehê qedexekirin, înkarkirin û tunekirina Kurda avabûye û em jî jê bext û edaletê dixwazin.. Wey limino!.. .

Qasî ku min şopandîye, Bîranînên Derwêşê Sado wek pirtuk ji alîyê ZA Zinar ve hatîye amadekirin û çapkirin. Di pirtûkê da hatîye nivîsîn ku di Dadgeha Antalyayê da ku damezroxên KDP hatibûn darizandin; li ser navê KDP, D. Sado parêznameyek (berevanîyek) pêşkêşî dadgehê kirîye. Lê rastî ne weha ye. Parîznameya ku di pirtûkê da navê wê derbas dibe; ne li ser navê PDK û D. Sado ve lê li ser navê Ş. Epozdemir ve jibo dadgehê hatîye pêşkêşkirin ku ev paşê wek pirtûk jî çapbûye. Piştî ku ev pirtûk  çapbû; Ş. Epozdemir gilî û gazin kirîye ku çima şaşîyeke weha di pirtûkê da hatîye kirin.

Di agahdarîya xwe da Kek Şakir rexne dike da ji bilî Zinar Soran tu nivîskareke Kurd di vî derbarî da nenivisandîye. Têkilîyên min û Kek Şakir û Kek Derwêş tuneye, lê ez pê dizanim ku ev her du rûspîyên me damezroxên PDK ne. Lê ez Kek Zeynel an bi tabîreke dî Seyda ji Swêdê nasdikim û dostanîya me heye. Ez ji alîyê xwe ve rexneya Kek Şakir rast dibînim ku me çima di wextê wê da li ser vî babetî çend rêz nenivisî. Him jibo kêmasîya ku Kek Şakir destnîşan dike û him jibo jêrenota ku Seyda jibo Kek Şakir nivîsîye ku ew careke dî dikare wî gilîyê dadgehê bike; wek rojnamevanekî Kurd û wek dostekî Seyda min xwest çend rêz bi rîya malperê biweşînim da bibe alîkar jibo sererastkirina şaşîyek.

Xwezîya Seyda û Kek Derwêş rênedana ku şaşîyeke welê di pirtûkê da cîh bigre. Lê mixabin welê nebû ye. Loma pêşnîyareke min jibo Seydayê dostê min û Kek Derwêş heye. Divê ew agahdarîyeke pir kurt bi rîya malperan biweşînin ku şaşîyeke weha çêbûye û ew lêborînê him ji Kek Şakir û him ji xwendevanên  Kurd dixwazin û heman agahdarî têxin nav pirtûka Kek Derwêş ku xwendoxên ku pirtûkê distînin û dixwînin, haya wan ji vî şaşîyê çêbe. Heger Kek Derwêş û Seyda rîyeke weha neceribînin; wê li hemberî xwendevanan û neslên nû têkevin nav rewşeke nebaş. Divê Kek Derwêş û Seyda baş bifikirin ku heger rojek zarokên wan an nebîyên wan ji wan bipirsin; ” Bavo, min parêznameya mamê Şakir xwend û pirtûka Bîranînê jî xwend. Lê di Bîranînê da parêznameya Mamê Şakir bi  awayeke şaş hatîye nivîsîn ku ev xeta û şaşîyeke gelek girîng e. We çima rê daye ber şaşîyeke weha? Ma ez dê çawa ji we bawer bikim? Hevalên min ên ku van her du nivîsan xwendine û dema ji min bipirsin; ez dê bi serbilindî nikaribim bersivek bidim wan. Û wd…” Ez yeqîn im ku di rewşek weha da Seyda û Kek Derwêş wê nikaribin bersiveke erênî bidin zarok û nebîyên xwe.

Divê Seyda û Kek Derwêş jî qebûl bikin ku însanek di sê qadên jîyana xwe da xeta nakin. Yekemîn xal, dema meriv di zikê dayîka xwe da ye. Duyemîn xal, dema meriv hê zarok e û başî û nebaşîyê nikare jihev cuda bike. Sêyemîn xal jî, dema meriv dimire. Bi tabîreke dî, ji bilî van sê xalê jîyanê her însanek dikara şaşîyan bike. Ya girîng ew e ku însan bikaribe şaşîyên xwe bibîne, qebûl bike û ji wan sûdê derxîne. Merivên qedirbilind jî vê rastîyê qebûl kirine û di nav civatê da cîyê xwe wergirtine.

Ez wek rojnamevanekî Kurd û dostekî Seyda hêvî dikim ku li hemberî raya giştî ya Kurdperwer, Seyda û Kek Derwêş şaşîya bûyî sererast bikin û di civatê da qedrê xwe rabigrin…

05.05.2015/ Swed

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir