Civata Wezîran a Herêma Kurdistanê çend biryarên girîng derxistin

Îro 5.02.2025, bi serpereştiya Serokê Civata Wezîran Mesrûr Barzanî û cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî, Civata Wezîran a Herêma Kurdistanê civîya.

Di destpêka civînê de Serokwezîr bi navê civata wezîran spasiya şanda danustankar a hikûmeta Herêma Kurdistanê, tevahiya tîma teknîkî ya Wezareta Darayî û Aborî û Berpirsê Ofîsa Teknolojiya Zanyarî û tîma pê re kir, ji bo hewildan û westandina wan bo gehştina bi rêkeftineke giştgir a hevseng derbarê mûçe û mafên darayî yên mûçexwarên Herêma Kurdistanê bo tevahiya sala 2025, bi arasteya bidawî anîna nîgeranî û xemên mûçexwaran, ku ji ber sedema direngmayîna mûçeyên wan di dema borî de, û Serokwezîr spasiya sebirkirina mûçexwaran kir û danîşandan ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo dabînkirina mafên darayî yên mûçeyên mûçexwaran û berdewamiya rêkeftina vê dawiyê ya di vî warî de dudilî nebe.

Serokwezîr her wiha spasiya serokwezîr, serokê herêma Kurdistanê, wezîrê darayî yê federal, wezîrên kurd, endamên civata nûneran û aliyên peywendîdar ên hikûmeta federal kir ku rola wan di gihandina vê rêkeftinê li ser nûjenkirina yasaya bûdceyê hebûye.

Di beşa yekem ya hevdîtinê de, Awat Şêx Cenab, Wezîrê Darayî û Aborî û endamên din ên şanda danûstandinan, raportek li ser çarçoveya rêkeftina navbera her du wezaretên darayî yên Federal û Herêma taybet bi mûçe û mafên darayî yên mûçexwarên Herêmê pêşkêş kir, di vî warî de, ji bo misogerkirina berdewamiya vê rêkeftinê, çendîn pêşniyar ji bo sererastkirina rewşa darayî, dahat û xerciyan, mal û xizmetguzariya giştî ji bo sala 2025ê li gorî rêkeftina herî dawî ya di navbera her du wezaretên darayî de hatin pêşkêş kirin.

Piştî guftûgo û danûstandinan, civata wezîran biryar da ku hemû pêşniyarên di civînê de hatine pêşkêşkirin, pesend bike, ji bo garantîkirina mûçeyên her duwazdeh mehên sala 2025an û ji holê rakirina hincetên teknîkî ji bo rêgirtin li cîbicîkirina rêkeftinê.

Di beşeke din ya civînê de, civata wezîran herwiha biryar da ku postên hemû mûçeyên karmendên Hikûmeta Herêma Kurdistanê bo sala 2025ê li gor jimar û xerciyên ku di civînê de hatine pêşkêşkirin, herwiha biryar hat dayîn ku teqawutên Pêşmerge, leşkerî, hêzên ewlehiyê yên navxweyî û mafên xizmên şehîd û qurbaniyên Enfalê ji bo rêveberiya giştî ya xanenişînan a Wezareta Darayî û Aborî wek desteya xanenişînan li seranserê herêmê were şandin.

Piştî wê Serokê navenda teknolojiya zanyarî Hîwa Efendî, raportek derbarê projeya bi elektronîkirina lîsta dayîna mûçeyên tevahiya mûçexwarên Herêma Kurdistanê pêşkêş kir, ku bo cara yekem di meha yekem a îsal ve, ketiye ware cîbicîkirin û hêsankariyeke baş kiriye û bandoreke wê ya baş hebû ye.

Di xala duyem de, Civata Wezîran behsa cîbicîkirina yekem yasaya bûdceya federalî ya Iraqê li ser madeya 12 ya yasaya hinartina petrolê kir, ku ji aliyê Kemal Mihemed Salih bi wekalet wezîrê Çavkaniyên Xwezayî hat pêşkêşkirin, Civata Wezîran pêşwaziyê li nûjenkirina yasayê dike û bi pêngaveke girîng nirxand bi arasteya destpêkirina hinartina petrol Herêmê ku ji ber sedema ragirtina wê, ziyaneke mezin li bûdceya giştî ketiye. Civata wezîran pabendbûna xwe bi wê guhertinê dupat kir û wezareta çavkaniyên Xwazayî jî erkdar kir ku peywendîyên berdewam li gel wezareta petrol Iraqê û kompanyaya SOMO û kompanyayên berhemhênerên petrolê yên herêma Kurdistanê hebe û di zûtirîn dem de hinartina petrolê ji alîyê SOMO ve destpê bike.

Di beşa dawî ya civînê de hatiye diyar kirin, Di civînê de behsa jinûavakirina dahata navxweyî ya Herêma Kurdistanê ya sala 2025ê hat kirin û biryar hat dayîn ku Wezareta Darayî û Aborî erkdar bike ku di rojên pêş de Wezareta Darayî ya Federalî ya Kanûna 2025ê bişîne ser hesabê Wezareta Darayî ya Federal.

BN

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *