Dîroka koçberiya Kurdan Kafkasyayê ya ber bi Asyaya Navîn ve kêm zêde tê zanîn lê koçberiya Kurdan a ji Batûma Gurcistanê ber bi Qirxizistanê ve qet nayê zanîn.
Nûçegîhanê Rûdawê yê Moskowê Kamîz Şeddadî li gundê Vasîlîfkayê yê Qirxizistanê li dû şopa Kurdên Batûmê ye.
Li gundê Vasîlîfkayê yê Batûmê hejmareke zêde ya Kurdan heye.
Gundiyê bi navê Şîrîn Îsmaîlov ji Kamîz Şeddadî re eşkere dike ku bapirên wî li “Romê” ango li Bakurê Kurdistanê bûne.
Şîrîn Îsmaîlov amaje bi wê yekê dike ku bavê wî ji Batûmê hatiye Qirxizistanê û li Vasîlîfkayê bi cih bûye.
Şîrîn Îsmaîlov dibêje wî li wir şofêrî kiriye û bi şofêriyê debara xwe kiriye û zarokên xwe bi keda pêyan û şofêriyê mezin kiriye.
Cemal Îsmaîlov jî dibêje, ew dema hatin Qirxizistanê ji wan re digotin ‘Îsmaîloglu’ li Qirxizistanê paşnavê wan bûye Îsmaîlov.
“Her merivekî me pismamekî me li deverekê ye”
Cemal Îsmaîlov li ser sirgûna bapirên xwe ya ji bo Qirxizistanê wiha got:
“Ez dipirsim û dibêjim, ‘Babo tu bapirê xwe nas dikî?’ Ew jî min re dibêje, ‘Na tenê bavê xwe nas dikim’ min jî jê re got, ‘Ez heft bavên te nas dikim.‘
Pismamên bavê min li Rûsyayê hene. Mal û milkên xwe li Batûmê hiştine û di şevekê de hatine.
Li gorî bapirê digot, di rê de zarokên wan mirine.
Her kesek li cihekî belav bûye yek li cihekî yên din li cihekî din e. Metikeke me li cihekî apekî me li cihekî ye.
Birayekî bapîrê min li Tirkiyeyê maye. Dema kalikên min hatin gelekî eziyet kişandin.
Xebitîn em dane xwendin mezin kirin şandin dibistanê.
Em 8 zarok in. Bavê min em mezin kirin, me gelekî zehmetî dîtin lê şukir em jî xebitîn.”
Cemal Îsmaîlov amaje bi wê yekê dike ku pismamên bapirên wî ji zarokên wan hatine Qirxizistanê û hevdû dîtine û çend caran xizmên wan hatine serdana wan.
“Em bi Kurdî merivên me yên Bakur bi Tirkî diaxivin”
Cemal Îsmaîlov behsa serboriyeke xwe ya bi xizmên xwe yên Bakurê Kurdistanê re jî kir û got:
“Çend caran hatin cem me, zarokên pismamên kalikên min bûn. Yên Tirkiyeyê (Bakurê Kurdistanê) bûn.
Me dît dema bi zarokên xwe re dipeyivîn zimanê Tirkî bi kar tînin. Ji bo wan xerîb bû ku em bi hev re bi zarokên xwe re bi Kurdî dipeyivin.
Me ji wan re got, ‘Em dema kesekî Kurd dibînin pê re bi Kurdî, li malên xwe li nava zarokên xwe bi Kurdî dipeyivin’ ew bi Tirkî dipeyivin.
Ji me re digotin, ‘Nava ewqas miletan de we çawa Kurdî ji bîr nekiriye?!”
“Bila xwediyên me hebin bila ti tiştekî me nebe”
Cemal Îsmaîlov ji Kamîz Şedaddî re amaje bi wê yekê dike ku hinek xizmên wan ji bo dîtin mal û milkên wan vegeriyane Batûmê û çûne mal û milkên xwe yên li Batûmê dîtine.
Bi dengekî pir bixem Cemal Îsmaîlov behsa bêxweditiya Kurdên Batûmê jî dike û wiha dibêje:
“Bavên me mal û milk û xwediyên xwe nedîtin. Me jî ti xwediyê xwe nedîtin. Bila mal û heywanên me nebin lê bila xwediyên me hebin.”
Koçberiya Kurdên Batûmê ya ber bi Qirxizistanê ve
Di serdema Dewleta Osmanî de li peravên Deryareş li gundên Batûmê hejmareke zêde ya Kurdan hebû.
Bi damezirandina Yekîtiya Sovyetê re, ev herêm dibe herêma Komara Acaristanê ya Otonom û di nav sînorên Gurcistanê de dîmîne.
Beriya destpêkirina Şerê Duyem ê Cîhanê, Yekîtiya Sovyetê bi armanca ewlehiya sînorên xwe yên bi Komara Tirkiyeyê re, biryarên nû distîne.
Moskow neteweyên mîna Kurd, Tirk, Hemşîn û yên din ku li Komara Acaristanê sirgûn dike.
Di maweyê salên 1937-1944an de li herêmên cuda yên Yekîtiya Sovyetê Kurd jî di nav de bi giştî milyonek û 200 hezar mirovên ji neteweyên cuda sirgunî Asyayaya Navîn bûn.
Beşek ji Kurdên Batûmê li Qazaxistanê, beşeke din jî li herêma Talasê ya Qirxizistanê hatine bicihkirin.
Heta hilweşîna Sovyetê hîç pêwendî di navbera Kurdên Batûmê yên sirgunkirî û Kurdên herêmên din ên Asyaya Navîn çêne bûye.
Asîmilasyon jî herî zêde li nava Kurdên Batûmê bi pêş ve çûye lê dîsa wan kariye ku heta niha di asteke baş de ziman û çanda xwe ya Kurdî biparêzin.
Kurdên Batûmê bi piranî li gundan dijîn û debara xwe bi cotkariyê dikin.
Li gundê Vasîlîfkayê jî herî kêm 20-30 gundên Kurdan hene.
Şîrîn Îsmayîlov ê 83 tekane kes e ku li Batumê ji dayik bûye lê tevaya jiyana xwe li Qirxizistanê derbas kiriye.
Kamîz Şeddadî
Rûdaw