Nivîskar û romanivîsê Kurd Bavê Nazê eşkere kir ku heta niha stûnên edebiyata Kurdî nehatine avakirin.
Nivîskar û romanivîs û akademîsyenê Kurd Bavê Nazê di hevpeyvîneke taybet de ji Rûdawê re axivî û behsa serboriya jiyana xwe û rewşa edebiyata Kurdî kir.
Di hevpeyvîna bi Dilbixwîn Dara re Bavê Nazê eşkere kir ku stunên edebiyata Kurdî heta niha nehatine ava kirin.
“Heta niha stûnên edebiyata Kurdî nehatine avakirin”
Bavê Nazê li ser avabûna stûnên edebiyata zimanekî wiha got:
“Problem yanî ew arîşeya herî mezin a ji bo zimanê me ew e.
Element, ûnsurên ku ji bo zimanekî edebî têne xwestin di zimanê Kurdî de ava nebûne.
Ji bo avahiyek were avakirin divê 4 stûnên hebin. Zimanê edebî jî 4 stûnên xwe hene.
Ew 4 stûn heta niha ji bo zimanê me nehatine avakirin.
Ew 4 stûn çi ne? Divê alfabeyeke yekbûyî hebe. Divê rênivîs yekbûyî be. Yekîtiya rêzimanî, ferhengeke yekbûyî, afirandin û werger hebe.
Hemû edebiyata cîhanê, Ewropayî beriya ku zimanê wan rûnê zimanê wan bibe standard bi wergerê dest bi karê edebiyatê kirin.
Yê me jî alfabeyeke me ya yekgirtî heye? Na. Zimanê me yê yekbûyî heye? Na. Ferhengeke me ya yekbûyî heye? Na. Wergereke me ya bi sîstem heye? Na.
Îcar zimanê me rûneniştiye. Eger ferhengeke me ya hevpar hebe dê têgihiştin di navbera xelkê de zêdetir çêbibe.”
Taybetmendiyên nivîskariyê
Li gorî gotina Bavê Nazê kesek ji bo bibe nivîskar divê 3 taybetmendî pê re hebin.
Ya yekem, behremendiya siruştî, ya duyem jiyan û serborî û ya sêyem jî xwendineke bi sîstem û berdewam e.
Bavê Nazê ji nivîskarên ciwan re pêşniyaz dike ku divê bi berdewamî bixwînin û wî jî xwendin wekî şîretek ji Erebê Şemo wergirtiye.
Di berdewamiya axaftina xwe jî de Bavê Nazê da zanîn ku demeke dirêj bû ew ji nivîsandinê bi dûr ketibû lê belê careke din wî dest bi nivîsandinê kiriye.
Bavê Nazê eşkere kir ku wî 4 kurteçîrok, 2 şanoname nivîsîne û ew dixwaze bi rêya biwêjên Kurdî li ser reseniya Kurdî û Kurdan tiştên nû jî binivîsîne.
Kuştina Serokwezîrê Swêdê
Bavê Nazê sala 1986an de bi kuştina serokwezîrê berê yê Swêdê Olof Palmeyê jî hatiye tohmetbarkirin û 8 mehan girtî maye.
Bavê Nazê li ser pirsa Dilbixwîn Dara wiha behsa pêvajoya girtin û dadgehîkirina xwe kir:
“Beriya bi kuştina Olof Palme bi 3 mehan rojnameyên Swêdî digotin wê PKK Olof Palme bikuje. PKKyê hevalên xwe kuştin û Swêdê jî ew wekî terorîst îlan kir.
Wan jî hikûmet tehdît kir û axaftin çêbibûn. Ji Palme dipirsin dibêjin wê Kurd te bikujin tu difikirî ku wê tê bikujin ew jî dibêje na.
Me wê demê şandeyên xwe şandin ji rojnamevanên Swêdê ku bê ka çima wê tohmetê û reklamê li ser me çêdikin.
Tiştekî wisa tune. Wan jî digot em, welatekî demokratîk in û em çi bixwazin dê wê binivîsin.
Dema Palme hat kuştin bêyî ti erê û nayan gotin ku Kurdan Palme kuştiye.
Ji wî kesê ku qatilê Palme dîtibû pirsî bûn bê ka şiklê qatil çawa bû? Sûretek çêkirin ku nêzîkî Kurdan be.
Wêneyek çêkirin û di televîzyonê de belavkirin ku goya ew wekî min e.
Gava cîrana min wêne dît. Yekser telefon vekir û got qatil li cem min e.
Di roja kuştina Palme de min jî biryar dabû ku ji mala wê cîrana xwe derkevim. Însaneke nebaş bû.
Min jê re got, ez dê roja duşemê bêm eşyayên xwe bibim. Ez hatim kir hawar, polîsan belgeyên min, destnîvîsên min birin.
Min reqema kesekî nivîsîbû ku ji bo romana xwe ya “Çîyayê Bi Xwînê Avdayî” ji min re li daktîloyê bide.
Ew kes Kurd bû polîsan jê pirsîbû bê ka tu Bavê Nazê nas dike. Ew jî dibêje na. Ez nas nakim.
Piştre di lêkolînan de derket holê ku şeva Olof Palme hat kuştin ez li malekê bûm.
Wê malbatê ji polîsan re gotibû ku Bavê Nazê wê şevê li mala wan maye.
Ez 8 mehan ji ber wê tohmet girtî mam.”
Bavê Nazê kî ye?
Nivîskar Bavê Nazê, sala 1946am de li gundê Kucukayê yê Bakurê Kurdistanê ji dayik bûye.
Di sala 1953yan de daketiye binxetê û li bajarê Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê bi cî bûye.
Dibistana seretayî û navîn li Amûdê û Hesekê xwendiye.
Sala 1969an de ji bo xwendinê çûye Sovyetê û sala 1980yî de li Zanîngeha Moskowê, doktoraya xwe li ser edebiyata cîhanê kiriye.
Çend pirtûkên wî yên li ser dîroka Kurdan ji zimanê Rûsî wergerandiye ji bo zimanê Erebî û Kurdî.
Ji bilî berhemên di warê wergerê, çend pirtûk ji bo zanîngehan amade kirine.
Hin berhemên Bavê Nazê wiha ne:
Dîroka Edeba Kevnare (Edeba Yûnanî, 2010),
Teoriya Edeb (2010)
Ferhenga Termînên Edebî, Dîroka Edeba Romanî, Dîroka Edeba Serdema Navîn û Vejînê (Sedsala 5 an heya sedsala 16an-)
Dîroka Edeba Klasîzmê û Romansiyê (Sedsala 17-18)
Dîroka Edeba Realîzmê û Modernîzmê (Sedsala 19an û 20an)
Rêzimana Kurdî (Teorik û Pratik)
Çiyayên Bi Xwînê Avdayî, Roman, 1978 bi Erebî, 1981 bi Rûsî, 1988 bi Kurdî
Hêsir û Baran, Kurteçîrok, (1985)
Stokholmê Te Çi Dîtiye Bêje, Roman, 1987,
Rêzimana Zimanê Kurdî (1996)
Rudaw