Çima 100 hezar kurd li Erzirumê / Sariqamîşê hatin qirkirin?

Sıddık BOZARSLAN

Di derbarê jimareya wendayîyên (mirinên) ku li herêma Sariqamîşê rûdane, ji alîyê dewletê ve nehatîye zelalkirin. Muqayesekirina bûyerên Sariqamîşê û Çanakkaleyê, gelek balkêş e. Yên li Çanakkaleyê mirine, gorên wan hatine çêkirin û nasnameyên wan hatine nivîsîn ku ew bûyer derdora du meh piştî bûyera Sariqamîşê qewimîye. Lê li Sariqamîşê jimareya mirîyan qet nehatîye zelalkirin ku li gora min sedemên wê jî hene ku ez paşê li jêr têm ser wê xalê.

Jimareya mirîyên li Sariqamîşê, di navbera 50.000 û 120.000 hatîye gotin. Gelek çavkanî nîşan dane ku nêzîkê tevayîya Kolorduya 9.an (36.784); %90ê Kolorduya 10.an (46.743); %80yê Kolorduya 11.an (21.819) û  Yekîneya Siwarîya 2.yem jî 3.928 kes û bi tevayî 109.274 kes wenda bûne, yanî mirine. Tarîxa vê reqemê 18.01. 1915 e. Rapora Serekerkanê Giştî yê 1933an, jimareya mirîyan 108.000 nîşan dide. Paşê ev jimare bûye 60.000. (5)

Divê ewil em li haydarîyên eskerîyê yên resmî binêrin. Ji ber ku çend yekîneyên eskerîyê beşdarîya şer kirine û di encamê da çend ji wan mirine, kifş e. Serekerkanê Giştî Fevzi Çakmak, di 1935an da di konferansek da van reqeman gotîye:

”Hêza tirk a beşdarîya Sariqamîşê kir 118.000 bû… 7000 dîl (êsîr) ketine destê rusan. Ew jî nexweş û birîndar bûne. Ji dervayê wê 23.000ê ku di nav berfê da cemidîne, birîndar bûne, hatine definkirin. Bi taybetî wendayîyên Kolorduya 11. jî eger em bicivînin, bi tevayî mirov dikare bi texmînî bêje 40.000 in.” Baş e ,eger ev reqem bê qebûlkirin, 78.000ên dî, çi bi serê wan hat? Bersiva wê,  ne Fevzî Çakmak û ne berpirsên dewletê yên sivîl nikarin bidin, ji ber ku ew hemî mirine.

Jibo rewşa Orduya 3.yemîn Doç. Dr. Mustafa Çolak weha dibêje:

”Di 29yê tebaxa 1914an da yekûna Orduya 3.yemîn bûbû nêzîkê 80.000î.  Lê di nav vê yekûnê da tenê ¼ ê eskeran, yanî ji çaran yekê eskeran, cilên eskerîyê girtin. (yanî 60.000 esker bêcilên eskerîyê bûne û tenê 20.000ê wan xwedî cilên eskerîyê bûne- Siddîq).  Di 12yê îlona 1914an da yekûna orduyê bûye 160.000 lê, rewşa cilên eskeran dîsa weha bûye. (Yanî 140.000ê wan bê cilê eskerîyê bûne) Di 26ê îlona 1914an da, sisêyan yekê (1/3) eskerên Kolorduya 9.an ku girêdayê Orduya 3.yemîn e, bêçek bûne û wd.”(6)

Wek em pê dizanin, yek ji wan zapitê Orduya Osmanî jî Mehmet Emîn Zekî Beg e , ku ew wek nivîskarê Kitêba Dîroka Kurdistanê tê naskirin. Li gora haydarîyên wî, Kolorduyên 9, 10 û 11.an ku girêdayên Orduya 3.yemîn in, piranîya mewcudîyeta wan ji kurdan pêkhatîye. Wek me di lîsteya jorîn da dît ku jimareya yekûnên wan hêzan, dora 105.000 e ku hema hema hemî kurd in û li herêmê qir bûne. Bi tabîreka dî ew bi zanatî wek celebên heywanan birine nav sermayê da ku qir bibin. Loma ne cilên wan ên eskerîyê hebûne, ne çek û teqemenîyên şerkirinê hebûne. Ev tê wê maneyê ku sirf jibo qirkirinê birine enîya şer, ne ku jibo şerkirinê. Ji ber ku zivistana wê herêmê di  binê sifrê da 10-20 derece serma normal tê hesibandin û hin derên çîyan ew pîle heta 40 dereceyî berjêr dihere û berf jî bi mîtroyan (metreyan) dibare.

Tespîtên dîrokzanê Swisreyî Hans – Lukas Keiser jî di çarçoveya jorîn da ye. Ew di Kitêba xwe ”Iskalanmış Barış”ê da weha dibêje:                                                                          ”Piranîya eskeran kurdên sunnî bûne ku di Orduya 3.yemîn da bûn, di despêkê da jimareya wan dora 100 hezar bûye. Ji dehan yekê vê jimarê ji nexweşîya tifoyê, ji sermayê û ji neşerkirinê dikaribûn xilas bibin. Berpirsîyarê wê felaketê, ew fermandar in ku bi zanatî orduyê bê ku tevdîla hazirîyên lazimîyan bikin, birin enîya şer. Rejima Îttîhatê, di despêka Şerê Cîhanê da wîlayetên rojhilatê yên xessas xiste nav enîya şer.” (7)

Li Turkîyeyê di 2003yan da ”Gruba Piştgirîya Sariqamîş”ê hat avakirin ku serekê wê Prof. Dr. Bingür Sönmez e. Ev grub, dı derbarê bûyera Sariqamîşê da gelek belge komkirine, lê negihane encamên daxwazkirî. Serekê grubê Sönmez, bêhêvîtîya xwe   bi vê haydarîyê eşkera dike:

”Rêveberîya Îttîhat – Terakkiyê, piranîya qeydên ku di dema şer da hatibûn girtin, tune kirine, loma wendayîyên orduya tirk li Sariqamîşê, tu dem nehatîye zanîn. Divê neyê jibîrkirin ku ew hêzên ku dîl ketine jî, wesîqeyên xwe bi destên xwe tune kirine. Wekî dî, zelal e ku ew qeydên heyî jî, jimareya wendayîyan nikare derxe meydanê.” (8) 

Loma bûyera ku di Şerê Cîhanî yê Yekemîn da li herêma Erzirumê / Sariqamîşê / Çîyayên Allahuekberê qewimîye jibo kurdan gelek giring e û bûyereka dîrokî ye. Her çiqas jibo jimareya mirîyan yên li Sariqamîşê ji sermayê, birçîbûnê û nexweşîyê reqemên cuda hatîye gotin û nivîsîn jî, bi xetên qalind encam derketîye meydanê. Eger mirov reqemên resmî yên dewletê jî esas bigre, bi hêsayî mirov dikare bêje ku bi hindikayî dora 100.000 kurd mirine.

Bi xetên qalind dema em vê bûyerê di çarçoveya jorîn da bînin ber çavan; em dibînin ku encamên vî şerî jibo kurdan adeta bûye jenosidek. Di vî derbarî da gotinên Enver Paşa ku li Stanbolê gotine, gelek manîdar in. Piştî ku Enverê cinawir ji enîya şer direve û tê Stanbolê, di civînek da li hemberî pirsek ew bi kêfxweşî weha dibêje:                                                      ”Di Şerê Sariqamîşê da em ji derve binêrin, tê hesibîn ku em têkçûne, lê di rastîyê da em bi serketine. Ji ber ku li ser wan rîyên ku ji daristanên Sariqamîşê heta Erzirumê dirêj bûne, me bi dehhezaran cesedên xortên kurd li wir hiştin.” (9)

Ji van gotinên jorîn, raste rast bîhna hovîtîyê tê û di çarçoveya jenosidê da tê qebûlkirin. Bifikirin, piştî îlankirina şer û seferberlixê ji alîyê Sultanê Osmanî Sultan Reşat ve tê eşkerakirin; bi fermanên fermandaran li kurdistanê xelkê dicivînin jibo şer. Eger tabîr di cîyê xwe da be, hukumet, kurdên reben ên pêxwas û tazî bi darê zorê kom dikin û dibin herêmên şer. Dîsa wek me li jor dît, ne çek û ne cilên eskerîyê  didin wan. Ev tê wê maneyê ku raste rast wan di nav berfê û sermayê da û li dijî rusan didin kuştin. Ji ber ku ew kurdan naxin şuna mirovan û wek potansîyel dijmin dibînin û loma di encamê da100 hezar zêdetir mirov dimirin.

Di alîyê dî da jî, Enver û Talat û Cemal Paşayên Turanîst, dixwazin herêmên Kurdistanê û Ermenistanê ku li ser sînor in; ji kurdan û ermenan paqij bikin da ku politika xwe ya Turanizmê pêkbînin. Loma di çarçoveya wê politikayê da ew Dewleta Osmanî digel Almanyayê dixin şer li dijî Rusyayê. Li gora xeyala wan, herêmên kurd û ermenan werin paqijkirin û tirkên derve bînin cîyên wan, êdî hêsa dibe ku sînorên xwe bigihînin erdê Turanê û bi vî awayî Împaratorîya Turanizmê ava bikin.

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *