Cengiz Aytmatov kî ye?

Yusuf KAYNAK

Cengiz Aytmatov kî ye? 

Cengiz Aytmatov di 1928’an li gundê Şekerê (niha li herêma Talas), li bakurê Kirgizîstanê, li nêzîkî sînorê Özbekistanê ji dayik bûye. Navê Cengiz dibe ku bavê wî ji ber rûmeta ku ji Cengîz Xan re girtibe bê. Bavê wî Torekulov li gund de xizmetkarê malê bû û diya wî ya etnîkî Tatar Nagima Çasiyevna lîstikvana şanoya herêmî bû. Zarokatiya wî weke koçeriyê tevî malbata wî û ajalên eşîrê, ji mêrgiyê heta zozanan geriya wek ku wê demê gelek Kirgiz pê re bûn. Di 1937an de, di neh saliya wî de, bavê wî komunîstekî zû ku bi pozîsyonekî girîng rabûbûye, bû qurbaniya Paqijkirina Mezin. Ew li Moskovayê hatiye girtine û bi ‘Neteweperestiya burjuwazî’ girtine û paşê hate îdamkirin. Tevî vê bûyerê Aymatov her tim komunîstekî bawermend ma ye.

Aytmatov di demekê de mezin bûye ku Kirgizistan ji yek ji deverên herî dûr ên Împaratoriya Rûsyayê veguherî komara Yekîtiya Sovyetê. Vê yekê derfetê da ye nivîskarê paşerojê ku li dibistana Sovyetê ya nû ya Rûsî li Şekerê bixwîne, her çend ew jî neçar bûne di temenekî piçûk de bixebite. Dema ku ew bûye çardeh salî, ew wek alîkarê sekreteriya Sovyeta gund hatiye hilbijartin. Paşê di meqamên bacgir, barkêş, alîkarê operator û gelek karên din de pirr xebitîye.

Bi wergirtina diplomê xwe de, Cengîz xwe gihandiye xwendineke baştir in. Di 1946an de dest bi xwendina bijîşkî ya beytarî/veterinerî dike; pêşî li Zanîngeha Teknîkî ya nêzîkî li Camboel, ya Qazakistanê û paşê di 1953an de li Enstîtuya Çandinî ya Kirgizistanê li Froenze xwendiye..

Di dema xwendina xwe de di 1951an de dest bi wergerandina pexşana Kirgizî/Kirgizîkî ji bona Rûsî dike. Di 1956an de dest bi xwendina Edebiyatê li Enstîtuya Wêjeyê a Maksim Gorkî a li Moskovayê dike û heta 1958an de li wir dimîne. Dû re heşt salan jî di Kovara Partiya Komunîst, Pravda de xebatê kiriye. Du weşanên wî yên pêşîn di sala 1952an de bi Rûsî derketine: “Xortê Rojnamê Dziujo” û Аşiм”. Berhema wî ya yekem bi Kirgizîkî “Ak Ca’an” (Ак Жаан: Barana Spî) bû di 1954an de û di 1958an de jî kurte romana wî ya bi navê “Cemile” hatiye çapkirin, ku bi wê re di asteke mezin de nav belav bûye. Di 1980an de romana xwe ya yekem derxistiye; And “The Day Lasts More Than a Hundred Years” (Û “Roj ji sedsalekê dirêjtir dom dike”) tê weşandine. Romana wî ya mezin ya din Plakha (Робкий) bû, di 1986an de hatiye weşandin; roman: Avdiy Kallistratov di xortaniya xwe de pişta xwe da mekteba ruhbanî û dêrê. Hewl dide jiyana rojnamegeriyê ava bike. Dema ku ew bi bazirganiya narkotîkek nû ‘anasha’ re mijûl dibe, ew dixwaze bi vê xerabiyê re şer bike ku kuryedarên narkotîkê veguherîne Xwedê. Çend berhemên wî yê wek ‘Roj ji sedsalekê dirêjtir dom dike’ ji bo çend zimanan hate wergerandine.

Di sala 1963an de ji ber xebatên xwe Xelata Lenîn û di salên 1968an de û di 1977an û di 1983an de jî Xelata Dewletê a Yekîtiya Sovyetê wergirtiye. Di 1978an de jî weke Nivîskarê Netewî yê Kirgizîstanê û Lehengê Xebata Sosyalîst hat xelatkirin. Her weha, wî di jiyana xwe de bêhtir ji 20 xelatê wergirtin, di nav wan de ya her bilindtirîn xelata Kirgizîstanê, “Nîşana Manas” bûye.

Cengiz Aytmatov bi xwe ji 1988an ta 1990an de serokê Yekîtiya Nivîskarên Kirgizîstanê bû. Di heman demê de endamê Yekîtiya Sînemageran jî bû. Aytmatov di heman demê de jî endamê Serokatiya Komîteya Hevgirtina ya Yekîtiya Sovyetê ji bo Dewletên li Asya û li Afrîkayê jî bû.

Di dema Perestroyikê de ew parlementerê Yekîtiya Sovyetê bû, helwestek naveroka wê ji hêza rastîn sembolîktir bû. Di 1990an de balyozê Sovyetê li Luksemburgê bû. Di 2008an bû balyozê Kirgizistanê li Fransa, Benelux û li Brukselê jî dijiya. Pişt re bûye balyozê Nato, YE û Unesco.

Cengiz Aytmatov di jiyana xwe dawî de bi nexweşiya şekirê ket. Di dema kişandina fîlmekî li herêma Volga, ew neçar ma ye bi têkçûna pişik û gurçikan re mijûl bibe. Di 2008an de ew li nexweşxane a Klinikum Nürnbergê li Almanya hate razandin. Piştî sê hefteyan di komaya sûnî de ma, di 10ê hezîrana 2008an de ji ber bandora pişika giran mir. Çar roj piştî mirina wî, di 14ê hezîranê de Aytmetov li taxa Bîrdariya Ata-Bejît a li taxeke paytexta Kirgizîstan Bîşkekê hatiye definkirin. Ew roj ji alî desthilatdarên Kirgizîstanê ve weke roja şîna neteweyî hatî ragihandine.

Xabatên Cengiz Aytmatov

Cengiz Aytmatov ji nifşa nivîskarên piştî şerê cîhanê duwemîn bûbû. Beriya ku di 1958an de serpêhatiya xwe ya mezin Cemîlle derkeve wî tenê çend kurteçîrok û kurte romanekê nivîsîne.

Serkeftina Aytmatov û berhema wî ya herî naskirî û paşê fîlmkirî romana Cemîlle ye, çîrokeka evînê li Kirgizistanê di havîna şerê 1943an de pêk tê!.. Louis Aragon ev berhemê wergerandiye Fransî û di pêşgotina xwe de nivîsandiye: “Ez sond dixwim, Çîroka evînê ya herî xweş ya cîhanê’. Wê stranbêjê Alman Hannes Wader îlham da ye strana ‘Am Fluss’ (Li ser Çem) binivîse. Li DDR di dibistanan de wêjeya mecbûrî bûye. Berhemên din ên girîng ên Aytmatov kurte romanên ‘Xatirê te Gulsarî’, ‘Keştiya spî’, ‘Roj ji sedsalek dirêjtir didome’ û Bloka Celad in.

Di çîrokên Aytmatov de kevneşopî û çanda Kirgizîstanê cihekî girîng girtiye. Jiyana tund û xwezayê ya koçerên berê û jiyana kolxozên li Yekîtiya Sovyetê ji hêla Aytmatov ve bi hest, bi awayekî helbestî û bi hêza wergerê hatiye vegotin. Aytmatov bi giranî li ser folklorê nivîsandiyê û ne ewqas jî li ser nirxa wê ya dîrokî nivîsiye. Hewl da ye ku vegotinên devkî ji nû ve biafirîne û bi vî rengî wan di çarçeveya jiyana hemdem de vegerîne jiyanê jinû ve!.. Ev awayê vegotinê di berhema wî de bi zelalî heye; Hema bêje di her çîrokê de behsa destan, efsane an jî çîrokek gelêrî dike. ‘Roj ji sedsalekê dirêjtir dome dike’, efsaneyek helbestî ya li ser girtiyekî ciwan ku diguhere lewaz (alavek îşkenceyê ya efsanewî ya Tirkî ku Aytmatov di vê pirtûkê de pêk aniye) wekî alegoriyeke trajîk û ji ber vê yekê vegotinek sembolîk ya girîng a felsefeyê ya romanê ye.

Hêla duyemîn ê xebata Aytmatov nêzîkbûna wî ya dawî bi ‘Birayên me yên biçûk’ ajalan re ye, ji bo jiyana wan û me bi hev ve girêdayî ne. Du karakterê navendî yên Gulsari zilamek û yê wî ne.

Hêştir di ‘Roj ji sedsalekê dirêjtir dome dike’ de rolek girîng dilîze û yeke ji qonaxên sereke ên romanê ku çarenûsa qehreman diyar dike ku bi çîroka çûyîna dewe/hêştir ve tê vegotine. Bloka Celladê bi çîroka komekê gur û dayika gura ya mezin Ekbera û kulika wê ango çêlika wê dest pêdike; jiyana mirova paşê di pirtûkê de tê nîqaşkirin, lê bi jiyana guran re têkilhev e.  Aytmatov di berhema xwe a paşîn de jî hertim xemsariya li Asyaya Navîn û têkçûna xwezayê pê re rexne dike.

Roj ji sedsalê zêdetir didome

Di romana Aytmatov a bi navê “Roj ji sedsalekê zêdetir dom dike” de tê gotin koleyekî nefikirî, mankurt.

Li gorî efsaneya Aytmatov îcadkirî, Mankûrt dîlên şer bûn û bi serê xwe di çermê deveyê de li ber tava germ dihatin derkirin û dibûn kole. Ev çermên hanê weke bendekî pola hişk ziwa bûne, bi vî awayî zirarê didan mejiyê wan, ew her dikirin kole. Mankurtekî nav, malbat û eşîra xwe nasnake ‘xwe wek mirov nas nake’. Aytmatov fikra xwe ji kevneşopiyek berê girtiye an bi xwe îcad kiriye?.

Dibe ku “Mankurt” ji peyva Mongolî “Manguurah” (manguurah, tê wateya “bêaqil”), Mengirt (yê ku ji bîra wî bêpar bûye) an jî (kêmtir dibe) man kort (eşîra xirab) hatibe/were girtin.

Di wateya mecazî de peyva “Mankurt” ji bo kesên ku têkiliya xwe bi koka xwe ya dîrokî, neteweyî winda kirine û xizmên xwe ji bîr kirine tê bikaranîn. Di vê wateyê de di zimanê hevpar de bûye têgeh û di rojnamegeriyê de tê bikaranîn. Di zimanê Rûsî de neoloxîzmên wek mankurtizatsiya (bi wateya ‘mankurtîzekirin’) û demankurtizatsiya (bi ‘demankurtîzekirin’) derketine.

Di romana Aytmatov de xortekî ku welatê xwe li hember êrîşa koçeran a ‘Ruanruan’ diparêze, tê girtin, îşkencekirin û mejiyê wî tê şûştin û ji dagirkerên welatê xwe re xizmetê dike. Ji ber hafizeya xwe bi tevahî winda dike, dema ku diya xwe li berxwedide wî ji dîlgirtinê rizgar bike, dikuje. Tê gotin: “Motîfa Mankurt, ku ji eşîretên Asyaya Navîn hatiye wergirtin, ramana serdest a romanê ye û astên cuda ên vegotinê û rêzikên demê bi hev ve girêdide”. Di salên paşerojê yên Yekîtiya Sovyetê de, mankurt ket nav axaftinên rojane da ku xerîbiya ku mirovan li hember civakek ku wan tepeser dike û dîroka wan berovajî dike vedibêje. Li hin komarên Sovyeta berê, ev têgîn temsîla wan kesên ne-Rûs kir, ji ber bandora pergala Sovyetê ji koka xwe a etnîkî qut bûne.

* Mankurt, di romana de behsa celebekê mirovên ku ji koka xwe dûr dikevin û xwe ji cewherê xwe dûr dixin, dike.

Îro di nav Kurdên Tirkiyê de celebek mirovî ya ku Mankurtbûnê nîşan dide heye. Di romana Cengîz a bi navê “Rojek ji sedsalê dirêjtir e” de balê dikişîne ser rewşa ku kesên dîl hatine girtin. Rewşa herî metirsîdar ji bo mirov, windakirina xwe ya rastî û bi darê zorê şuştina mêjî ye. Mankurt di romanê de bi berfirehî hatiye vegotin. Rêbaza Cengîz Xan ew e ku bi dana çermê deve li serê mirovekî, di germahiyê de û bi êşa ku ji ber zuhabûna çerm û biçûkbûna çerm çêdibe, hişê xwe winda dike. Di dîrokê de dibêjin ku ev îşkenceya hovane Cengîz Xan îcadkiriye.

** Ev gotara li ser Cengîz Aytmatov di cilda sêyem a bi navê ‘Nivîskarên navdar ên cîhanê’ de cih digire, ku dê di demek nêzîk de derkeve. Agahiyên berfirehtir li ser bîyoxrafiya Cengiz Aymatov di vê hejmarê/cildê de cih digire.

____________________________________________________________

Cengiz Aytmatov 

Cengiz Aytmatov, 1928 yılında Kırgızistan’ın kuzeyinde, Özbekistan sınırına yakın bir yerde, şimdiki Talas bölgesinin Şeker köyünde doğdu. Cengiz ismi babasının Cengiz Han’a bizzat olan saygısından gelmiş olabilir. Babası Torekulov köyde hizmetçiydi ve etnik Tatar annesi Nagima Çasiyevna yerel bir tiyatro oyuncusuydu. Çocukluğu, o dönemdeki bir çok Kırgız gibi, ailesi ve kabilenin hayvanları ile birlikte meralardan bataklıklara kadar göçebe olarak geçti. 1937’de kendisi dokuz yaşındayken, hızla önemli bir konuma yükselen komünist babası Büyük Tasfiye’nin kurbanı oldu. Moskova’da tutuklandı ve ‘burjuva milliyetçiliği’ nedeniyle tutuklandı ve ardından idam edildi. Bu olaya rağmen her zaman sadık bir komünist olarak kaldı. 

Cengiz Aytmatov, Kırgızistan’ın Rusya İmparatorluğu’nun en uzak köşelerinden birinden Sovyetler Birliği Cumhuriyetine dönüştüğü bir dönemde büyüdü. Bu, gelecekteki yazara, genç yaşta çalışmaya zorlanmasına rağmen, Şeker’deki yeni Sovyet Rusya okulunda kendine okuma fırsatı verdi. On dört yaşına geldiğinde Sovyetlerin Köy sekreterliği yardımcılığına seçildi. Daha sonra vergi tahsildarı, nakliyeci, operatör yardımcısı ve daha birçok değişik işte çalıştı..

Cengiz diplomasını alarak daha iyi bir eğitim alma firsatini yakalamış oldu. 1946 yılında veterinerlik/baytarlik egitimine başladı; Önce Kazakistan’ın Cambul kenti yakınlarındaki Teknik Üniversite’de, ardından 1953’te Frunze’deki Kırgız Yüksek Tarım Enstitüsü’nde okudu. 

1951 yılında öğrenimi sırasında Kırgızca yazdığı şiirlerini Rusçaya çevirmeye başladı. 1956’da Moskova’daki Maksim Gorki Edebiyat Enstitüsü’nde Edebiyat Bölümü’nde okumaya başladı ve 1958’e kadar orada kaldı. Ayrıca sekiz yıl da Komünist Parti Gazetesi ‘Pravda’da çalıştı. İlk iki eseri 1952’de Rusça olarak yayınlandı: “Gazete Çocuğu Dziudo” ve “Ашым”. Kırgızca’daki ilk eseri 1954 yılında “Ak Ca’an” (Ак Жаан: Beyaz Yağmur) olmuş ve 1958 yılında kısa romanı “Cemile” yayımlanarak büyük ilgi görmüştür. İlk büyük romanı 1980’de yayınladı; ‘The day lasts more than a hundred years’ (Gün yüzyıldan uzun sürer) yayımlanır. Bir sonraki büyük romanı 1986’da yayınlanan Plakha’ydı (Робкий); roman: Avdiy Kallistratov gençliğinde ilahiyat okuluna ve kiliseye inaniyordu. Gazetecilik hayatını kurmaya çalışıyordu. Yeni bir çeşit uyuşturucu ticareti ‘anasha’ ile uğraşır, uyuşturucu satıcıları dine kazandırmaya, bu kötülükle mücadele eder. “Gün yüzyıldan uzun sürer” gibi bazı eserleri birçok dile çevrildi. 

1963 yılında çalışmaları nedeniyle Lenin Ödülü’ne layık görüldü. 1968’de, 1977’de ve 1983’te Sovyetler Birliği Devlet Ödülü’nü aldı. 1978 yılında Kırgızistan’ın Ulusal Yazarı ve Sosyalist Emek Kahramanı unvanına layık görüldü. Ayrıca Cengiz Aymatov hayatında Kırgızistan’ın en büyük prestijli ödülü olan “Manas Nişanı” da dahil olmak üzere 20’den fazla ödüle layık görüldü. Aytmatov, 1988’den 1990’a kadar Kırgızistan Yazarlar Birliği’nin başkanlığını yaptı.

Perestroyka sırasında, içeriği gerçekten sembolik olan Sovyetler Birliği parlamentosunun bir üyesi. 1990’da Lüksemburg’daki Sovyet büyükelçisiydi. 2008 yılında Kırgızistan’ın Fransa, Benelüks Büyükelçisi ve Brüksel’de yaşıyordu. Sonrada NATO, AB ve Unesco’nun elçisi oldu. 

Cengiz Aytmatov hayatının son döneminde şeker hastasıydı. Yönetmenlikte yapıyordu. Volga bölgesinde film çekerken akciğer ve böbrek yetmezliği sorunları ile uğraşmak zorunda kaldı. 2008 yılında Almanya’da Klinikum Nürnberg’’ yatırıldı. Üç hafta yapay komada kaldıktan sonra 10 Haziran 2008’de şiddetli zatürre nedeniyle hayatını kaybetti. Cengiz Aytmatov, ölümünden dört gün sonra 14 Haziran’da Kırgızistan’ın başkenti Bişkek’in bir mahallesindeki Ata-Bejit Anıtı mahallesinde toprağa verildi. Kırgızistan yetkilileri o günü ulusal yas ilan etti. 

Cengiz Aytmatov’un eserleri 

Cengiz Aytmatov, 2.nci Dünya Savaşı sonrası kuşak yazarlardandır. Büyük macerası/hikayesi  ‘Cemîle’ 1958’de yazılana kadar sadece birkaç öykü ve kısa bir roman yazamıştı. Aytmatov’un başarısı ve en çok bilinen ve daha sonra da filme alınan eseri, 1943 yılında savaşın yazında Kırgızistan’da geçen bir aşk hikayesi olan “Cemile” romanıdır!.. Louis Aragon bu eseri Fransızcaya çevirmiş ve önsözünde şöyle yazmıştır: ‘Yemin ederim, dünyanın en güzel aşk hikayesi’. Alman şarkıcı Hannes Wader’a ‘Am Fluss/Irmak” şarkısını yazması için ilham verdi. Doğu Almanya’da okullarda edebiyatta zorunlu hale geldi. Aytmatov’un diğer önemli eserleri ‘Elveda Gulsari’, ‘Beyaz Gemi’, ‘Gün yüzyıldan uzun sürer’ ve Cellat Blok’u adlı romanlarıdır. 

Aytmatov’un hikâyelerinde Kırgız gelenek ve kültürleri önemli yer tutmuş. Eski göçebelerin zorlu doğal yaşamı ile Sovyetler Birliği’ndeki kolektif köylülük yaşamı Aytmatov tarafından duygulu, şiirsel ve çeviri gücüyle anlatılır. Aytmatov esas olarak folklor hakkında yazdı ve folklorun tarihsel değeri hakkında pek fazla şey yazmadı. Sözlü anlatımları yeniden yaratarak çağdaş yaşam bağlamında yeniden hayata döndürmeye çalıştı!.. Bu anlatım biçimi eserlerinde açıkça mevcut; hemen hemen her hikayede efsanede, destanda ve halk masallarında bahsedilir.

Genç bir mahkumun “lez’e” (Aytmatov’un bu kitapta somutlaştırdığı efsanevi Türk işkence aleti) dönüşmesini konu alan şiirsel bir efsane olan “Gün bir asırdan uzun sürer” trajik bir alegori ve dolayısıyla roman felsefesinin önemli bir sembolik ifadesidir aynı zamanda. 

Aytmatov’un çalışmaların ikinci çizgisi, ‘küçük kardeşlerimiz’ hayvanlarına son yaklaşımıdır, onlar ve bizim hayatlarımız birbirine bağlıdır. Gülsari’nin iki ana karakteri bir adam ile karısı. 

Deve, ‘Gün bir asırdan uzun sürer’ adlı romanında önemli bir rol oynar ve baş kahramanın kaderini belirleyen ana evrelerinden biri Deve’nin ayrılış hikâyesi üzerinden anlatılır. Cellatın blok’u, bir grup kurt ile büyük anne kurt Akbera ve yavrusu ve ineğinin hikayesiyle başlar; Kitabın ilerleyen kısımlarında insan hayatı ele alınır ancak kurtların hayatıyla ilgilidir. Cengiz Aytmatov son eserinde Orta Asya’nın ihmal edilmesini ve doğasının yok oluşunu da eleştirir.. 

Gün yüzyıldan uzun sürer 

Aytmatov ‘Gün yüzyıldan uzun sürer’ adlı romanında düşüncesiz bir köle, mankurt anlatılır. 

Aytmatov’un uydurduğu efsaneye göre Mankurtlar savaş esirleridir ve başları deve derisine sarılı olarak sıcak güneşin altında bekletiliyor sonra çıkarıldığında köle haline getiriliyorlar. Bu derileri sert çelik şerit gibi kurutularak beyinlerine zarar veriliyor ve onları köle haline getiriliyor. Bir Mankurt sonra adını, ailesini, kabilesini bilmiyor, “kişi olarak kendini de bilmiyor /tanımıyordu”. Aytmatov fikrini daha önceki bir gelenekten mi, yoksa kendisi mi icat etti?. 

‘Mankurt’ Moğolca ‘Manguurah’ (‘aptal’ anlamına gelen manguurah), Mengirt (hafızasını kaybetmiş kişi) veya (daha az olasılıkla) man kort (kötü kabile) kelimesinden türetilmiş olabilir. 

Mecazi anlamda “Mankurt” kelimesi tarihi, milli kökleriyle bağını kaybetmiş, akrabalarını unutmuş insanlar için kullanılmaktadır. Bu anlamda ortak dilde bir kavram haline gelmiş ve gazetecilikte kullanılmaya başlanmıştır. Mankurtizatsiya (“mankurtlaşma” anlamına gelir) ve demankurtizatsiya (‘demankurtizasyon’ anlamına gelir) gibi yeni neolojiler Rus dilinde ortaya çıktı. 

Aytmatov’un romanında ülkesini göçebelerin saldırısına karşı savunan bir gençin  yakalanması, işkence görmesi ve daha sonra beynin yıkanması ve ülkesinin işgalcilerine hizmet edilisini anlatir. Hafızasını tamamen kaybe genç, kendisini esaretten kurtarmak için çabalıyan annesini öldürür. Şöyle deniliyor: “Orta Asya kavimlerinden türeyen Mankurt motifi romanın hakim düşüncesidir ve farklı anlatım düzeylerini ve zaman çizgilerini birbirine bağlar”. Mankurt, Sovyetler Birliği’nin daha sonraki yıllarında, insanların kendilerini ezen ve tarihlerini çarpıtan bir topluma karşı hissettikleri yabancılaşmayı ifade etmek için gündelik konuşmalarınada girer. Bazı eski Sovyet cumhuriyetlerinde bu terim, Sovyet sisteminin etkisiyle etnik kökenlerinden kopmuş, kendine yabancılaşmış Rus olmayan kişileri temsili anlamda bu ifade sık kullanılıyor. 

* Mankurt romanda kökeninden ve doğasından uzaklaşan bir insan tipinden söz eder. 

Bugün Türkiye Kürtleri arasında mankurtçuluk gösteren bir insan tipi de var. Aytmatov’un ‘Gün bir yüzyıldan uzun sürer’ adlı romanında insanların esir düştüğü durumlara odaklanılır. Bir insan için en tehlikeli durum, gerçek benliğini yitirmesi ve beyninin zorla yıkanmasıdır. Mankurt romanda ayrıntılı olarak anlatılır. Cengiz Han dönemi yonetimi bir kişinin başına deve derisi geçirir, sıcakta bekletir deri kurur ve büzülmesinden kaynaklanan acıyla, insan bilincini kaybetmesini sağlamaktır. Tarihte bu vahşi işkencenin Cengiz Han tarafından icat edildiği söylenir. 

** Cengiz Aytmatov hakkindaki bu yazım, yakında çıkacak olan “Dünyaca ünlü yazarlar” adlı üçüncü cildte yer almaktadır. Cengiz Aymatov’un biyografisine ilişkinde daha detaylı bilgileri bu ücüncü cildte yer almaktadır. 

Lahey, 09.04.2024 

 

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *