Çend gotin li ser pirtûka Bûbê Eser a ”Gazî û Hewar e”

Rociwan Yeşil

Pirtûka Bûbê Eser, ya bi navê ”Gazî û hewar e”, roja newrozê, 21/3-2024, ji alî weşanxaneya ”Doz” ve hatiye çapkirinê. Pirtûk ji 173 rûpelan pêk tê û bi giranî li ser bingeha serpêhatiyên Suphiya, qîzxala Bûbê, hatiye avakirinê. Suphiya, di vê pirtûkê de derd û kulên xwe, serpêhatiyên xwe û yên malbatên girtiyan bi me re parve dike. Pirtûk bi kurdiyek sivik hatiye nivîsandinê, belki ji bo ku bi rihetî bê xwendinê.

Wusa xweyaye Bûbê Eser bi vê pirtûkê xwestiye bibe tercûmanê derd û kulên girtiyan û malbatên wan. Wî her wusa xwestiye ku pirêzeyên welatparêziyê bi rêya desteyek bûyer û serpêhatiyan di mêjiyê gel û ciwanên kurd de xurt bike.

Ez bi xwendina vê berhemê him kêfxweş û him jî xemgîn bûm.

Sebebê kêfxweşiya min ev e:

Di derheqê zilm û qetlîamên di girtîgeha Diyarbekir ya bi navê 5 Nolû de pirr tişt hatin nivîsandinê û xwendinê. Rewşa zindanê bi gelek awayan hat zelalkirinê. Serpêhatî û bûyerên bi girtîgehê ve girêdayî, betirîn bi perspektiva li hundirê girtîgehê çi qewumiyê, hatin nivîsandinê û analîzkirinê. Ev rûpel hinek ronî bûye. Lê di derheqê tiştên ku hatine serê malbatên girtiya de valahiyek mezin heye. Vê rûpelê bi dehsalan tarî maye; kesî tiştek zêde li ser nenivîsandiye, an jî min nedîtiye û nebihîstiye.

Bûbê bi vê pirtûkê xwestiye vê valahiyê dagire û perspektîva zindana Diyarbekir a 5 Nolu di rayagiştî de berfireh bike.

Pirsa bingehîn a Pirtûkê ev e: Li derveyî girtîgehê çi qewimî ye? 

Bûbê, bi alikariya Suphiye, berê xwe dide wê rûpela ku tarî û vala maye. Çira Suphiye û Bûbê quncikek ji vê rûpelê ronî dike. Ew hêvî dikin ku hinekên din jî xwe bidin vî karî, da ku ev rûpel zelaltir bibe.

Destpêkek baş e, kedek hêja ye.

A ji ber van sebeban ez bi çapkirin û xwendina vê pirtûkê gelek kêfxweş im.

Îcar ez çima xemgîn im?

Ez xemgîn im, ji ber ku ne tenê bûyerên ku di hundirê zindanê de qewimîn, her wusa yên li dervayî wê jî dilê meriv diperitînin, kezeba meriv dişewitînin.

Ev pirtûk çîroka tadeya li ber girtîgehê, jiyana girtîyan û kulên giran e. Ev çîroka mirina dayik û bav û pîr û kalên li ser mezelên zorok û neviyan e. Çîroka xwekuştina keçên xama û derketina hinek ciwanan ya ser çiya ye. Çîroka tarûmarkirina mêjiyan, malwêrankirin, gêjkirin û jihevxistina malbatan, xezanî, dîlgirtin û bikaranîna mirovên girtiyan e. Çîroka zimanjêkiriyên ku bi çavan bi hev re xeber didin e. Çîroka xortên ku li ber çavên dayika xwe ji ber îşkenceyan xeriqîne, dayikên ku li ber çavê kurê xwe hatine tecawuzkirinê, jixweşermkirina ji ber destdirêjiya hovan, tecawuz û xapandina jinan, jihevveqetandina ciwanên evîndar e.

Ez çi bêjim? Dîtin û gotin ne yek e… Meriv nikare bûyerên zindana Diyarbekirê û tiştên ku anîne serê malbatên girtiyan bi gotinan bîne ziman.

Gelek spas Suphiya! Gelek spas Bûbê!

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *