Cenazeyê Cîhgirê Serokê Giştî yê PAKê Feyyaz Ekmen Li Kercewsê Hate Veşartin

Cenazeyê Cîhgirê Serokê Giştî yê PAKê hevalê me Feyyaz Ekmen îro(04.05.2021) li  Kercewsê ya Nevçeya Batmanê(Êlih) hate veşartin.

Cenazeyê hevalê me Feyyaz Ekmen di seet: 09.45ê gihîşte Balafirgeha Batmanê.

Li gel qedexeyên Covîd-19ê jî girseyeke gelek mezin li Balafirgeha Batmanê pêşewazîya cenazeyê hevalê me Feyyaz Ekmen kir.

Cenazeyê hevalê me Feyyaz Ekmen, bi konvoyeke mezin ya trêmbêlan gihîşte cîh û warê bav û kalan, gihîşte Kercewsê.

Ewil cenazeyê hevalê me Feyyaz Ekmen gihîşt mala wan a li Kercewsê. Paşê  girseyê cenaze ji malê girtin û bibirn mezelê navçeyê.

Piştî cenaze hate veşartin telqîn a dînî hate xwendin.

Piştî telqînê li gori wasîyeta Kek Feyyaz Ekmen, endamê Komîteya Birever a Navendî a PAKê Orhan Kaya axa û kulîlkeke ku ji Başurê Kurdistanê anîbû li ser mezelê kek Feyya Ekmen reşand û kulik lê çand.

Mezelê kek Feyyaz Ekmen bi Alaya Kurdistanê hate pêçan.

Paşê endamê Meclîsa PAKê Eyüp Alacabey mesaja Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik xwend û di derbarê xebat, û hevaltîya xwe ya 50 salî ya bi kek Feyyaz Ekmen re axaftinek kir , behsa kesayet û xisûsîyeta  welatperwerane ya Kek Feyyaz Ekmen kir.

Ji ber qeexeyên Covîd-19ê Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik û rêveber û endam û alîgirên PAKê, welatperwerên Kurdistanê û aqreba, nas û dos û hezkirîyên kek Feyya Ekmen mixabin nikarîbÛn beşdarî  merasîma veşartina cenazeyê wî bibin.

Lê dîsa jî girseyeke mezin ji malbat û aqrebe û nas û dostên kek Feyyaz Ekmen ,  hinek rêveberên PAKê û welatperên Kurd beşdarî  veşartina cenazeyê bûn.

Endamê Komîteya Birever a PAKê Orhan Kaya û endamên Meclîsa PAKê Eyüp Alacabey, Bedran Acar, Aziz Özdemir, Mehmet Ali Yılmaz, Ömer Erdem, Şeyhmus Ünal, Ahmet Öztekin karîbûn beşdarî veşartina cenazeyê bibin û hemû PAKî li wê derê temsil kirin.

Nûnerê PDK-Bakur jî li ser mezel ji malbata kek Feyyaz Ekmen û ji PAKîyan sersaxî xwest.

Piştî merasîma veşartina cenaeyê hevalê me Feyyaz Ekmen, ji ber tedbîrên Covîd-19ê şÎn nehat danîn û girse belav bû.

04.05.2021

Buroya Çepemenî û raGehandinê ya PAKê.

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *