Çarenivîsa endam û alîgirên ENKSê yên li Rojavayê Kurdistanê hatine girtin nediyar e

Çekdarên girêdayî PYDê di binpêkirin û zêdegaviyên xwe de li Rojavayê Kurdistanê û bakurê rojhilatê Sûriyeyê berdewam in.

Ji destpêka vê salê ve çekdarên Ciwanên Şoreşger 18 endamên partiyên di nava ENKSê de girtine û çarenivîsa wan ne diyar e. ji bilî girtinê, wan çekdaran ji meha Adarê ve zêdetirî 25 caran êrîşî bingehên ENKSê û partiyên siyasî yên ku ne di bin siya Rêveberiya Xweser de kar dikin kiriye û şewitandine.

ENKSê di hejmareke daxuyaniyan de daxwaz ji Hevpeymaniya Navdewletî kiribû ku desttêwerdanê bike û givaştinan bixe ser PYDê, ji bo ku dawiyê li binpêkirin û zêdegaviyên çekdarên xwe bîne, çarenivîsa girtiyan eşkere bike û wan girtiyan azad bike, lê heta niha çi guuhertineke nû di helwesta PYDê de çê nebûye.

Ji bilî girtina endam û alîgirên ENKSê û rojnamevanên ku rexneyê li siyaseta Rêveberiya Xweser digirin, Ciwanên Şoreşger zarokan jî ji bo leşkeriyê direvînin, tevî ku di navbera HSD û Neteweyên Yekgirtî de pirotokola dûrkirina zarokan ji rêzên leşkeriyê heye.

Di derheqa girtina alîgir û endamên partiyên siyasî û revandina zarokan de, HSD û Rêveberiya Xweser çi daxuyaniyan nadin. Eger daxuyaniyên bepirsên wê hebin jî, ew wan tometan red dikin an jî bi rewşên kitekesî binav dikin.

Çalakvanên Ereb jî dibêjin ku binpêkirinên çekdarên girêdayî PYDyê ne tenê li dijî Kurdan in, lê li Dêrazorê û Reqayê û Hesekê li dijî Ereban jî hene. Ew dibêjin ku HSD bi tometa endametiya DAIŞê kesên bêguneh desteser dike. Lê HSD dibêje ku ew kesên tên girtin ji şaneyên DAIŞê ne, destên wan di tevlîhevî, teqîn û êrîşên li wan deveran de hene.

K24

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *