Buroya Ragihandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK): BILA EV JÎ ŞERMA TIRKÎYEYÊ BE!

Dayikeke kurd ya 80 salî ji bo ku bi tirkî nizanîbû, li balafirgeha Stenbolê 2 saet û nîvan hate rawestandin û destûr nedanê ku rêwîtiya xwe weke her rêwîyê pêk bîne.
 
Kurê wê dayikê bi vîdeoyekê dîmenên xwe û dayika xwe yên li balafirgehê bi medîya civakî re par ve kir û ev bûyer di hinek malperên kurdan de jî hate weşandin.
 
Kurê vê dayika kurd di vîdeoya xwe de, vê bûyerê protesto dike û di derheqê vê bûyerê de weha dibêje:
“Binerin, min li Balafirgeha Stenbolê ya ku dibêjin sêyemîn mezintirîn balafirgeha cîhanê ye, bi kesekî neda fêmkirin û nikarî dayika xwe ya reben 2 demjimêr û nîvan derxista.
 
Çima? Ji ber ku zimanê wê nebû, xwendin û nivîsandina wê nebû. Li welatê min, karmendê balafirê ku ez baca wê didim ji min re nebû alîkar.
 
Dayika min 2 demjimêr û nîv e li vê derê dîl e, min nikaribû ew derxista. Zimanê ereban heye, zimanê azeriyan heye, zimanê îngilîzan heye lê zimanê dayika min nîne.
 
Dayika min nikaribû xwe bida fêmkirin û min nikaribû 2 demjimêr û nîvan wê ji pişt vî derî derxînim. Bila ev jî şerma Tirkiyeyê be, dê sibe dengan ji me bixwazin û bêjin em bira ne.”
 
Xwedêgiravî di Qanûna Esasî ya Tirkîyeyê de hatiye nivîsan din ku ”li Tirkîyeyê mafê her hemwalatî heye ku bi awakî azad seyehet bike”; lê ji vê bûyerê carek din diyar dibe ku ew ”mafên” di Qanûna Esasî ya Dewleta Tirkîyeyê hene dahî, ji bo kurdan û dayikek kurdî ya 80 salî ya bi tirkî nizane, derbas nabe!
 
Ev bûyer carek din siyaseta dewleta tirk ya li hemberî miletê me û zimanê kurdî eşkere dike.
 
Em weke Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) vê bûyerê şermezar dikin û vê qêrîna kurê wê dayika 80 salî dubare dikin:
 
BILA EV JÎ ŞERMA TIRKÎYEYÊ BE!
 
Buroya Ragihandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *