Brîtanya û Amerîkayê êrişî Husiyan kir: Joe Biden daxuyanî da

Serokê Amerîkayê Joe Biden da zanîn ku Brîtanya û Amerîkayê wekî “karekî parastinê” êrişî Husiyên Yemenê kiriye.

Brîtanya û Amerîkayê şeva borî li Sanaya paytexta Yemenê û bajarê Hudeydeyê êrişî Husiyan kir.

Serokê Amerîkayê Joe Biden ragihand ku ev êriş bi fermana wî hatiye kirin û ji êrişên Husiyan ên li Deryaya Sor re bersivek e.

Joe Biden herwiha diyar kir ku Awistralya, Behreyn, Kanada û Holendayê jî di van êrişan de piştgirî daye Brîtanya û Amerîkayê.

“Dema pêwîst bû ez dudilî nabim”

Joe Biden di daxuyaniya xwe de amaje pê kir ku dê êrişên wan berdewam bikin û got:

“Dema pêwîst bû ez dudilî nabim ku li dijî Husiyan fermana çalakiyên serbazî bidim.

Êrişên berdewam ên Husiyan ên li Deryaya Sor karmendên Amerîkayê, rêwiyên sivîl û hevpeymanên me xistine metirsiyê.

Washington û hevpeymanên wê tehemûl nakin ku êrişî karmendên me bê kirin û rê nadin dijminan ku azadiya deryayan bixin metirsiyê.”

Li aliyê din, rayedarên Amerîkayê destnîşan dikin ku êriş bi balafir, keştî û keştiyên binê avê û mûşekên Tomahawkê hatiye kirin û baregehên Husiyan ên li çend bajarên cuda bûne armanc.

Serokê Husiyên Yemenê Evdilmelîk Husî jî piştî van êrişan ji televîzyona “Al Masirah”ê ya Husiyan re axivî û gef li Amerîkayê xwar ku ev êriş bê bersiv namînin.

Piştî êrişên Îsraîlê yên li Xezeyê Husiyên Yemenê yên ku Îran piştgiriyê dide wan, li Deryaya Sor êrişî keştiyên bazirganiyê dikin.

Piştî van êrişên Husiyan bazirganiya bi vê rêye kêm bû û rêjeya bazirganiya bi rêya Deryaya Sor meha borî ji sedî 20 daket.

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *