Blinken: Biden êrişa li Hewlêrê wekî gefeke mezin dibîne

Wezîrê Derve yê Amerîka Blinken ragihand ku Amerîka û Serokê Amerîkayê Joe Biden êrişa li hemberî Herêma Kurdsitanê wekî gefeke mezin dibînin û ji bo parastina aramiya herêmê dê gavên pêwîst biavêjin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Swîsreyê beşdarî Foruma Aborî ya Cîhanî ya Davosê bû.

Mesrûr Barzanî îro li Davosê bi Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Anthony Blinken re civiya.

Di hevdîtinê de Blinken êrişa li Hewlêrê şermezar kir û got, “Ev bi eşkere binpêkirina serweriya Îraqê ye.”

Blinken li ser navê welatê xwe sersaxî ji malbata qurbaniyan re xwest.

Blinken tekezî li ser wê yekê kir ku Amerîka û Serokê Amerîkayê Joe Biden wan êrişên li Herêma Kurdistanê, wekî metirsiyeke cidî dibînin û dê ji bo parastina asayîş û aramiya herêmê gavên pêwîst biavêjin.

Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê herwiha slavên xwe ji Serok Mesud Barzanî re şand.

Mesrûr Barzanî jî amaje bi wê yekê kir ku ev êriş bêbingeh in û got pêwîst e civaka navdewletî li hemberî êrişan bêdeng nemîne.

Herwiha di civînê de, çareserkirina pirsgirêkên di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Îraqê û bicihkirina mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê hatin gotûbêjkirin.

Li Hewlêrê çi bû?

Supaya Pasdaran a Îranê şeva borî derdora saet 23:30î bi deh mûşekan êrişî Hewlêrê kir û pênc ji van mûşekan li mala karsazê Kurd Pêşrew Dizeyî ketin.

Di vê êrişa Îranê de Pêşrew Dizeyî, Kerem Mixayîlê ku karsazekî Îraqî yê Xirîstiyan e û dema êrişê mêvanê Pêşrew Dizeyî bûye û keça Pêşrew Dizeyî ya bi navê Jîne canê xwe ji dest da.

Jîneya ku di êrişa Îranê de hat kuştin 25ê vê mehê dê bibûya yek salî.

Li aliyê din, dronek li Pîrmamê û yek ji Behirkeyê hatin xistin.

Berpirsê Operasyonên Taybet ê Ajansa Parastin û Zanyariyan Ebdula Hemereşîd ji Tora Medyayî ya Rûdawê re da zanîn ku wan bi rêya sîstema parastina asmanî du mûşekên Îranê xistine xwarê.

Dijeterora Kurdistanê jî ragihand, sê dronên bombebarkirî yên ku armanca wan Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê bû, xatine xistin.

Îro demjimêr 05:50î jî dîsa li nêzîkî Balafirgeha Hewlêrê dronek ketibû xwarê û teqiyabû.

Nûçegihanê Rûdawê Sîdar Leşkirî da zanîn ku ew dron a grûpa bi nave Berxwedana Îslamî ya Îraqê bûye.

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *