Lokman POLAT
- Ez ji navçeya Lice ji malbata perişane me. Buyine min 1932, jiyana min di cewr u cefa ye de bihuri ye.
Tişten ku di jiyana min de min diti u sere min de derbasi bibu ez de bi kurtahi ji bo we ezizan binim zimani. Di vê jiyane de tişten ku min diye ger di xeribiye de, ger di cefa u zor u zext u zindan u eşkenceyen neyen xeyal u ditin u derbasi kirin. Beri ku ez ji dayika xwe bibim, kale min bi tevi çar kuren xwe beşdari hereketa Şex Seide kal dibun. Sala 1928an de dema ku efuyeke gişti derdixinin teslim bune. We deme bave min bi dergisti bu. Di sala 1929 yi de bave min dergistiya xwe u di sala 1930yi de ez ji dayika xwe dibim.
Alî Perîşan ji Licê ji malbata mala perîşanê bû. Mala perîşan xwarzên mala Hecî Usman in. Di dîroka Kurdistanê ya nûjen de navçeya Licê keleha welatparêziyê û berxwedanê ye. Ji dema serîhildana Şêx Seîdê nemir heta dema niha gelê navçeya Licê herdem li dijê dagirkeriyê derketiye, têkoşaye. Welatparêzên kurd yên Lîceyî ji bo azadiya gel û rizgariya welat têkoşîneke bêhempa meşandinê, şer kirine, bedêl dane, hatine girtin, li zindanan razane, çûne sirgûnê, çûne serê çîya, li bajaran ketine nav tevgera demokratîk û herweha herdem di nav tevgerê de meşiyane, têkoşiyane.
Li navçeya Licê hem di dema serîhildana Şêx Seîdê nemir de û hem jî di dema şerê panzdeh salan de malbata ku herî pir bedêl da, şehîdên wan çêbûn û zilamên wan ketin hepis û zîndanan, malbata bi navê ”Mala Perîşanê” ne. Dewleta dagirker bi zilm û zordariyê, bi kirinên hovane vê malbatê bi rastî jî perîşan kire. Li çîya û bajaran, li hepis û zindanan gelek keç û xortên malbata mala Perîşanê şehîd ketin. Lê, kesên vê malbatê ji bîr û baweriya xwe ya ji bo doza netewa kurd paşve ling neavêtin û her li doza netewî xwedî derketin, ji bo azadîyê têkoşiyan, kar û xebata xwe domandin.
Yahya Perîşan şexsiyeteke jîr û zana ê vê malbatê bû. Ew dilsozê gelê kurd bû, parastvanê doza netewî û demokratîk bû. Ew şexsiyeteke wisa zana bû ku, zanîna wî weke deryayê bêserûber bû, weke fîlozofekî zanîstê civakê û ramanê bû. Ew di hepis û zindanên dagirkeran de, di nav berxwedaneke bêhempa de şehîd ket. Cihê wî wisa zû bi zû nayê tijîkirin. Divê gelê kurd şexsiyetên wek Yahya Perîşan yên jîr û zana hertim bi bîr bîne. Yahya Perîşan û hemû şehîdên Kurdistanê dê di nav dilê gelê kurd de herdem bijîn.
Elî Perîşan jî welatparezekî dilpak e ku ji malbata mala Perîşanê ye. Dema ez pê hesiyam ku wî bîranînên xwe nivîsiye, gelek keyfa min hat. Pirtûka wî ya bi navê ”Bi kovîtî, rûmetî û qaçaxtî JÎYANA MIN” di nav weşanên ”Pêrî” de li Stenbolê hatiye çapkirin. Pirtûk 128 rûpel e.
Elî Perîşan di sala 1932-an de li navçeya Licê ji dayik bûye. Li Licê di hêla siyasî û rêxistinî de ew wek Kuk/Pdk yî dihat nasîn. Ew jîyaneke têr û têje kar, xebat û têkoşerî jîyaye. Jîyana wî di nav refên tevgera azadîxwaz a kurd de wek endamekî Kuk/Pdk yî derbas bû. Ew welatparêzekî dilpak, dilsozê gelê xwe ye û ji bo doza netewa kurd di nav têkoşîna gelêrî de cih girtiye. Niha wî jîyana xwe bi zimanê xwe ê zikmakî, bi kurdîya şêrîn nivîsiye.
Wî di dawiya pirtûka xwe ya bi navê ”Jîyana Min” de ”raman û hêvîyên xwe” nivîsiye. Di esasê xwe de raman û hêvîyên wî raman û hêvîyên malbatên kurd, kes û şexsiyetên kurd in. Wekî ku ew jî dibêje, herçiqas wî ewqas pir zor û zehmetî dîtiye, eziyet û cefa xwariye jî, bîr û baweriyên wî neşkiyaye û wî tu car dev ji fikir û ramanên demokrasiyê û welatekî azad û serbixwe bernedaye, ji fikrên xwe paşve gav neavêtiye. Mentalîteya wî herdem parastina doza netewa kurd, parastina mafê mirovan û demokrasiyê bûye. Daxwaza dilê wî hêvîdariya ji bo demokrasiyê, wekheviyê, azadiyê û serxwebûnê şadî peydabûne, bextiyariya gelêrîye. Di pêşeroja gelê kurd de heger rojên şad û bextewar pêk bê, azadî û jinaneka bi rûmet bê sazkirin, ev bi saya têkoşîna kesên welatparêz yên wekî Elî Perîşan û hemû şehîdên Kurdistanê dê pêk were. Welatparêzên dilpak yên wekî Elî Perîşan bi kar û xebata xwe, bi têkoşîna xwe bûne rûknê doza netewa kurd. Cihê wan di nav rûpelên têkoşîna doza netewa kurd de ciheke bi qîmet û rûmet e.
Niha ez ê bi kurtahî behsa serpêhatiyên Elî Perîşan (ku wî bi xwe di pirtûka jiyana xwe de aniye zimên) ji xwendevanan re bi kurtahî rave bikim. Bi min digel jiyana Elî Perîşan jiyana Wezîr Perîşan jî balkêş e û divê rojeke bê nivîsîn. Wezîr Perîşan jî weke Elî Perîşan welatparezekî jîr û dilpak e û wî jîyana xwe daye xizmeta karker û gelê kurd û herweha wî ji bo doza netewa kurd kar û xebat kiriye, têkoşiyaye.
Wezîr Perîşan yek ji wan şoreşger û welatparêzê destpêkê ya salên 1970-yî ye. Di xebata ji bo doza netewa kurd ya salên 1975-80 yî de ew gelek aktîf bû. Di protestoya xwepêşandana li dijê serokê partiya faşîst – MHP- ê Alpaslan Turkeş de wî serî kişand û bi pêşevatiya Wezîr Perîşan û hevalên wî û bi xwepêşandana gelê Amedê ya bi girseyî A. Turkeş nikaribû bê nav bajarê Amedê. Wezîr Perîşan ji ber çalakiyên girseyî û xebatên siyasî gelek caran hatiye girtin, di hepis û zîndanên dewleta dagirker de razaye. Di dema desthilatdariya cunta faşîst ya leşkerî de – dema dîktatoriya Kenan Evren ê faşîst de- Wezîr Perîşan hatiye girtin, şkence dîtiye û di zîndana 5. nolu ya Amedê –Diyarbekirê- de razaye. Jîyan û têkoşîna Wezîr Perîşan bi serê xwe dibe romaneke bedew. Bi hêviya ku rojeke romana jiyan û têkoşîna wî bê nivîsîn.
Niha em li çend dîmenên jîyana Elî Perîşan binêrin. Elî Perîşan di sala 1932-an de li Licê ji dayik bûye. Ew hêj kurekî 6 salî bûye, diya wî çûye ser heqîya xwe û ew li ber destê dêmariye weke sêwîyekî mezin bûye.
Elî perîşan di sala 1951-an de li ser bûyereke pevçûnê dibe mahkûm û derdikeve çolê. Paşî ew bi qaçaxî derbasê binxetê –Suriyê- dibe. Ew demeke li wir li başurê biçûk ê Kurdistanê dimîne û vedigere bakurê Kurdistanê. Demeke li ser vegera wî derbas dibe û ew tê girtin, dikeve hepisê. Lêbelê ew ji hepisê direve û dîsa dibe qaçax û firarê romê. Ji ber neçariyê ew careke din dîsa diçe binxetê. Li wir demeke dirêj dimîne û paşî ji wir diçe Kurdistana başur. Ew li başurê Kurdistanê jî tê girtin û di zîndana bajarê Musulê de şeş meh radize. Ji hepixaneya Musulê wî dibine zîndaneke nav çolê. Ew sal û nîv jî li wir dimîne. Ew li zîndanê dest bi çalakiya birçîbûnê dike. Hukumeta Îraqê wî paşve dişîne Suriyê. Wê demê li Tirkiyê efûya giştî derdikeve û ew vedigere bakurê Kurdistanê.
Elî Perîşan di serpêhatiyên xwe de behsa erdheja –deprem, zelzele- Licê dike. Di erdhejê de ez jî ketim binê xanî. Ez û Yahya Perîşan ê gorbihuşt li cem hev, li qahwa Elî Çawîş runiştîbûn, erdhej çêbû û em ketin bin dîwarê qahwê. Yahya giran birîndar bûbû û ez sivik birîndar bûm. (Yahya Perîşan çend car ji bo ku alîkariya hêza çekdaran kiribû, cenazeyê gerîllan ji çîya anîbû û gerîllan li mala xwe hewandibû hatibû girtin. Paşî zilamê JÎTEMê ê ku kodnavî Yeşîl e, zilamekî ji malbata Hesen Deger kuşt û kuştina wî kirin ser Yahya Perîşan. Dewletê bi qestî û bi derew Yahya Perîşan girt kir zîndanê. Yahya li zîndanê nexweş ket, dewletê nehêşt ku tedawî bibe û ew ji ber nexweşiya penceşêrê –qanserê- li hepisxanê çû ser heqiya xwe. Yahya Perîşan însanekî pir zana bû. Kurdperwerekî pir baş bû. Zarokên wî jî hemû jîr û zana ne, kurdperwerin, dilpakê welatê xwe ne û li doza netewa xwe xwedî derdikevin, têdikoşin. Ji xwe keça Yahya –ku navî Rojbîn e- di çîya de çekdar –gerîlla- bû û paşî dîl ket, dadgeha dagirker 36 sal ceza dane pê. Wê li hepisxaneyê şend pirtûkên edebî, çîrok û roman nivîsî.Piştî razana 30 salan hate berdanê. Niha li Amedê dijî. L. Polat)
Piştî hatina cuntaya faşîst ya leşkerî –Kenan Evren û konseya wî – gelek şoreşger û welatparêzên kurd hatin kuştin û girtin. Hinek zilamên partî û rêxistinan – ku Xwedêgiravî ew qadirên siyasî û rêvebirên rêxistinan bûn- di berxwede nedan, di lêdanê, şkencê de hatin pişkaftin, xeber dan, wek bilbilê axifîn û navên hevalên xwe yên rêxistinî dane polîs. Bi navê Alî Kemal zilamekî tirsonek hate girtin, di şkencê de bizdiya û wî navên gelekan da. Alî Kemal navê Elî Perîşan jî dide û ji navçeya Licê Elî Perîşan û deh hevalên wî digrin, bi wan şkence dikin. Lê, ji bo ku Elî perîşan tu suceke qebûl nake û di şkencê de liberxwe dide, dadgeha dagirkeran neçar dimîne û wî berdidin.
Elî Perîşan di greva birçîbûnê ya Licê de û di çalakiyên ku li dij dewleta dagirker pêk tê de bi aktîfî cih digre, alîkariya hêza çekdaran dike, li cenazeyên gerîllan xwedî derdikeve, gerîllan bi merasîmên girseyî binax dikin. Herweha zarokên Elî Perîşan jî bi aktîfî di nav tevgera azadîxwaz a kurd de cih digrin. Keça wî Fevzîye li Ankara’yê dixwîne û li wir di nav rêxistineke siyasî a kurd de kar û xebata demokratîk dike. Kurê wî Mistefa û keça wî Dibistan diçin çîya û beşdarê nav refên hêza çekdar dibin û dibine gerîlla. Elî Perîşan dîsa tê girtin û şkenceyê nedîtî pê dikin. Zextê dewleta kemalîst a dagirker li ser mala malbata Perîşanê zêde dibe. Ji vî malbatê gelek têne girtin û hinek jê jî şehîd dikevin. Serkan Perîşan jî di zîndanê ji alî hêzên dewletê ve tê kuştin, şehîd dibe.
Kurê Elî Perîşan yê biçûk ku navî Bahoz e di çardesaliya xwe de li Stenbolê faşîstekî dikuje. Kurê wî ê bi navê Mistefa li çîya dibe takim qomutanî yê gerîllan, lê paşî ew jî êsîr –dîl- dikeve destê dagirkeran. Dadgeha dewleta dagirker 36 sal ceza didine wî. Keça wî Dibistan jî li Bodromê di çalakiyeke bombeyî de şehîd dikeve. Elî Perîşan cenazeyê keça xwe ji Bodromê tîne li Amedê bi merasimeke girseyî defin dike. Lê vêca keça wî ya bi navê Evîn tê girtin. Sedemê girtina Evînê di merasima gelêrî ya definkirina xweşka wê de ji guldesteyek çeleng çêkiriye û li ser çelengê nivîsiye ”Tu dixtora mirovayêtiyêyî”. Loma polîs wê digrin û dibin.
Nivîsa danasîna pirtûka jiyana Elî Perîşan dirêj bû. Serpêhatiyên wî, anku tiştên ku hatine serê wî divê bê zanîn. Ji xwe re binêrin bê dewleta kemalîst a dagirker çi aniye serê malbateke kurd. Elî Perîşan Licîye û weke ku ew jî dibêje : ”Licê nayê salixdanê, lê divê mirov bibîne û lê bijî….Mirovên Licî bi jîrbûna xwe û bi welatperweriya xwe jî navdar in.”
Elî Perîşan di meha Sibatê a 2008-an de wefat kir, çû ser heqiya xwe. Ruhê wî şad be, mekanê wî bihuşt be.