Lokman Polat
Di dema berê de têgihiştineke şaş hebû; herweke ku kurd tenê li Ermenîstanê hene û kurdên wir, ew hemû kurdên êzdî ne ku ji ber misilmanan reviyane çûne wir. Ji bo ku rojnameya Riya Teze û radoya kurdî ya li Erîwanê jî hebû, loma hinekan digot qey tenê kurd li Ermenîstanê hene.
Lêbelê paşê derket holê ku, kurd ne tenê li Ermenîstanê di gelek dewletên federe yên girêdayê Sovyetê ên asyaya navîn de jî hene. Kurd hêj jî li Gurcistanê, Kazakîstanê, Ozbekîstanê, Tacîkîstanê, Azerbeycanê, Tirkmenîstanê û hwd de jî hene.
Piraniya kurdên Êzîdî ji ber zilma dagirkerên Osmanî û komara Kemalîst reviyan çûn Ermenîstanê û Gurcistanê. Di bajar û navçeyên ku di dema Lenîn de wek Kurdistana Sor hat binav kirin û di dema Stalîn de hate hilweşandin de ji xwe ji berê ve kurd hebû. Ew der parçeyeke Kurdistanê bû. Di salên beriya 1980yî de li bakurê Kurdistanê grubeke siyasî bi nav pênc parçecî hebû wan digot Kurdistan 5 parçe ye. Azerbeycan ji xwe ji dîrokî ve axa kurdan bû. Li ser wê axê kurdan 3 dewlet damezrandibû. Azerî bi xwe neteweyek îndo aryan in, neku tirk in. Ji bli zimanê tirkiyeke xerabe tu eleqeya wan bi nîjada mongolan, bi tirkan tuneye.
Divê bê zanîn û neyê jibîrkirin ku; di navbera salên 1937 û 1944’an de bi fermana Stalîn Yekîtiya Sovyetê 1 milyon û 200 hezar Kurd ji herêmên ku sînorê Tirkiyeyê ne, sirgûnî Asyaya Navîn kirine. Di dema sirgûnê de bi hezaran zarok, kal û pîr jiyana xwe ji dest dan. Di Şerê Cîhanê yê Duyem de Serokê Yekîtiya Sovyetê Stalîn di bin navê “ewlekariya” sînorên bi Tirkiyeyê re Kurdên Misilman li Gurcistan, Ermenîstan û Azerbaycanê sirgûn kir.
Piştî van çend gotinên gelemperî ango hinek kurteagahiyan, ez dixwazim behsa pirtûka bîranînên Ahmedê Mîrazî bikim. Pirtûk bi navê ”Bîranînêd Min” di nav ”Weşanên Deng”ê de , di meha Adarê ya sala 1997an de derketiye. Pirtûk 141 rûpel e. Weşanxaneya Dengê ji bo pirtûkê pêşgotinek nivîsiye. Herweha kurdê profesorê navdar, xebatkarê çand, ziman û wêjeya kurdî Heciyê Cindî jî bi sernavê ”Ahmedê Mirazî û Efirandinên wî” Gotareke hêja ji bo pirtûka bîranînan nivîsiye.
Ahmedê Mirazî kurdekî ji bakurê Kurdistanê ji herêma Serhedê ye. Wekî bi hezaran kurdên Êzîdî wî jî koçê nav axa ku di bin desthilatdariya rusan de bû ango koçê Gurcistanê kiriye.
Ew di bîranînên xwe de rewşa kurdan yên wê demê, sedemê koçberiyê, di rêveçûyina koçberiyê de zahmetên ku dîtine û jiyana kurdên kafkasyayê qal dike. Di dema xortaniya wî de nivîsên Ahmedê Xanî û Mele Mahmûdê Bazîdî li ser wî tesîr dike û ew wekî kurdekî welatparêz ji bo doza kurd û Kurdistanê, ji bo pêşveçûna çand, ziman û edebiyata kurdî kar û xebat dike. Ew di dema sazkirina sazumana Sovyetê de li Gurcistanê di nav kurdên mihacir de dixebite û herweha alîkariya hêza Bolşevîkan ya ji bo pêkanîna sazûmana Sovyetê dike û ji bo serketina Bolşevîkan dixebite. Naveroka pirtûkê de nivîskar, xwendevanan di derbarê destpêka sedsala bîstan de û derheqê jiyana xwe de agahdar dike.
Ahmedê Mirazî rewşenbîr û nivîskarekî kurd e. Ew bi 5 zimanan zanibûye. Wî gelek helbest, gotar, cure cure nivîs di rojnameya ”Riya Teze” de weşandiye. Wî di sala 1935an de berhemeke şanoyî bi navê ”Dema Çûyî” jî nivîsiye û weşandiye. Ev şano di derbarê hal û hewalên rewşa kurdên bakur û jiyana wan a dijwar de ye. Heciyê Cindî ji bo Ahmedê Mirazî dibêje : ”Zimanê A. Mirazî zehf dewlemend e. Marîfeta wî ya afirandinê pir e, loma jî her afirandineke wî bi heweskarî tê xwendin û bihîstinê….Berhemên A. Mirazî li zimanê Urisî, Ermenî û Gurcîkî hatine wergerandin.” Rûpel 10.
Di pirtûka bîranînên Ahmedê Mirazî de beşa herî balkêş ku bala min kişand beşa sernavê ”Korbûna Evdalê Zeynikê” ye. Helbet beşên din yên pirtûkê jî hêjayê xwendinê ne. Dema koçkirina ji serhadê ber bi Kafkasyayê ve, zahmetiyên ku di rêwîtiyê de dîtiye, bi sernavê ”Ber bi welatê Uris” û çûyina Gurcistnê jî di beşa ”Ber bi Tiblîsê” de qal dike.
Di beşa sernavê wê ”Xebata kulturiyê Nava Kurdêd Tiblîsî Da” behsa kar û xebatên ji bo çand, ziman û wêjeya kurdî ku li bajarê Tiblîsê hatiye kirin rave dike. Ew di beşa dawî a pirtûka xwe ya bîranînê de behsa kurdekî ji malbata Bedirxaniyên Cizîrî dike. Navê wî Yusiv Bedirxan e. Rewşenbîrekî jîr û zana ye. Di nav kurdên Kafkasyayê de xebata siyasî pêk tîne. Yusiv li bajarê Tiblîsê dersa kurdî dide kurdan û wan perwerde dike. Yusiv bi xwe li Stenbolê, Parîsê û Cenevrê dibîstan xwendiye, perwerde dîtiye, xwendina bilind kuta kiriye. Paşê çûye Tiblîsê li wir di nav kurdan de jiyana xwe domandiye.
Balkêş e. Tiştê ku ew dem Yusiv ji Ahmedê Mirazî re dibêje îro jî heman tişt ji alî dewleta dagirker a komara kemalîst û dewleta dagirker a Îranê ve pêk tê. Rewşa kurdan jî niha weke ku Yusîv ew dem aniye zimên, weha ye. Yusiv ji Ahmedê Mirazî re dibêje :
”Rom û Îran bi her cûre dixwazin Kurda di tiştekî da mijûlkin, ku ew ji bona azadiya xwe nefikirin. Gelek serkarêd kurda xapiyan. Romê hestiyek avîte devê wan, ew pêda mijûl dibûn, êdî ji bona milet nedifikirîn. Mesele heta niha jî serekêd êla, mêra ji hev dikujin, koka hev tînin, Rom tev nabe, çima ku ew bêtifaqî ji Romê re lazim e.” Çi heyf ku bêtifaqiya kurdan hêj jî didome.
Mirazî bîranên xwe hetanî sala 1928an nivîsiye. Lê di sala 1959a de wek pirtûk weşandiye. Pirtûka wî di sala 1977ê de jî li bakurê Kurdistanê hatiye weşandin û ketiye destê xwendevanên kurd. Min jî wê di sala 2024an de xwend û vê gotara danasîna pirtûkê nivîsî û pêşkêşê xwendevanên kurd kir.
Bi ya min, dive kesayetiyên/şexsiyetên kurd ên rewşenbîr, nivîskar û siyasetmedar bîranînên xwe binivîsin. Keça Heciyê Cindî Firîda Cewarî jî bîranînên xwe nivîsiye. Niha hinek kesayetiyên/şexsiyetên kurd dest pê kirine bîranînên xwe dinivîsin. Bi hêviya ku kurdên rewşenbîr, nivîskar û siyasetmedar ên bakurê Kurdistanê bîranînên xwe binivîsin.
Têbinî / Ez ê pirtûkek ku behsa pirtûkên bîranînên kurdên rewşenbîr, nivîskar û siyasetmedaran dike, amade bikim û biweşînim.