Bîranîna 40 Salîya Mistefa Berzanî

Baran BOSKAN

Wek tê zanîn jî, Serokê nemir tevayîya jîyana xwe di rêya têkoşîna azadîya Kurd û Kurdistanê de ji bona neteweya kurd jî weka her neteweyên hevdemîyên cîhanê li welatê xwe serbixwe bijîn xwebexş kir.

Di vê rêya pîroz de wî tu sînorên ku dijminan wek daxek li ser singa me qet nasnekir. Wî di vê rêya pîroz de tu çîya, gelî, şikeft, ber û newalên Kurdistanê nema ku serdana wan nekir, her dinav gelde her çek lidest jîya.

Ew 40 sal berê bêyî dîtin û jîyana vê armanca pîroz ji nav me koç kir. Lê ew hêvî û rê û rêbaza ku ji me re hîşt bê rawestan didome.

Her weha em serbilindin dilxweşin ku îro kesayetîyek wek Serok Mesûd Barzanî bi baldarîyek mezin ve karibû û dikare vê rêznama Serokê nemir rabigire û berbipêşve bibe..

Her roj neteweya kurd tevî hemî dek û dafik û lîstikên dijminan jî nêzktirê vê hedefa pîroz dibe. Em ji bona pêkhanîna vê armanca pîroz; bihêvîne, em bibawerin û xwedî hest û helwestû taqetin. Rihê Serokê nemir û hemî nemirên vê rêya pêroz li benda avakirina Dewleta Kurdistanê ne..

Di roja îroyînde beşên Kurdistanê yên di bin mêtinkarîyên Tîrkîyê û Îranê de dijîn di rewşek hovane de berxwedana xwe didomînin.

Beşê di nav sînorê Sûrîyê de jî ji ber koçberî, tehdît, şer û wêrankarîyê de dinale, kurd li ser axa xwe ketine rewşek hindikayîyê û pêşerojek nedîyar..

Li Başûr desthilatdarîyek me ya Federal heye, ew jî ji ber tevlihevîyên navxweyî, nezelalîyên yasayî û rêveberîyê û tehdîtên Bexdayê û dewletên mêtinkar de dijî.

Bi rêya vê roja bîrhanîna Serok Barzanîyê Nemir ve dixwazim hinek lomeyên xwe dîyar bikim; Em li seranserê Kurdistanê, daxwazkarê xebatên hevbeş û hevahengîyên bingehên neteweyî ne. Ji ber ku; ji bona armancên me yên pîroz, ji bona azadî û serxwebûna Kurdistanê, yekîtî û yekrêzîtîya me hêza me ya bingehîne.

Bê guman niha qada me ya bingehîn û berbiçav Kurdistana Federal e. Rêya hêvî û armancên me yên mezin e. Ji ber vê jîxwestek û lomeyên me yên mezin jî li wê ne! Her weha em ji wê daxwazkarin;

Em daxwazkarin ku di demek kurt de partîyên me li hev bikin Hukumetek ji me re ava bikin.

Em daxwazkarin ku li Kurdistanê dawî li pêşmergetîtîya partîyan were dayin û tenê yek hêzek dewletê ya çekdar bimîne.

Em daxwazkarin ku polês û parastin di bin yak navend û berpirsîyarîyêde be.

Em daxwazkarin ku rêveberên partîyan bibin endamê Parlamentoya Kurdistanê daku Parlamento bibandor be.

Em daxwazkarin ku partîyên Kurdistanî rûmeta encamên hilbijartinan bigirin û desthilatdar û mixalif bihevre karibin karbikin û dev ji rêbaza parvekirina rêveberîyê berdin.

Em daxwazkarin ku dawî li wê burokrasîya xirabe were hanîn.

Em daxwazkarin ku hemî rêxistinên Kurdistanî li ser polîtîkaya derve bi yek dengî girêdayîyê biryar û helwestên Hukumeta xwe bin û polîtîkaya derve ji bona sîyasetên partîyên xwe nexebitînin.

Pêwist e em kurdistanî hemî tev de girêdayîyê rêya avakirina Kurdistana azad û serbixwe bin!

Dubare silav rêz ji bona we hemî beşdaran…

Bijî pêşmergeyên Kurdistanî…

Bijî Kurdistana Serbixwe…

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *