Bîranîna 35 saliya terora Dr. Qasimlo û rêhevalên wî

Îro 35 sal li ser şehîdbûna Dr. Ebdulrehman Qasimlo, Ebdullah Qadirî Azer û Dr. Fazil Resûl ji aliyê terorîstên komara îslamî ya Îranê derbas dibe. Em weke her sal Dr. Qasimlo û rêhevalên wî bi rêzdarî bi bîr tînin, û rejîma Îranê bo wê kiryara dijemirovî şermezar dikin. Her wiha em bêhelwestiya hikumet û dadegha Austria bi tundî rexnebar dikin û bo careke din ji wan dixwazin karê ciddî bikin bo vekirina doza terora Viyena.

Bêguman bi şehîdkirina Dr. Qasimlo û rêhevalên wî li ser maseya aşitiyê rejîma Îranê xwest banga aştîxwazî, demokrasîxwazî û edaletxwaziyê vemirîne. Rejîmê dixwest bi terorkirina Dr. Qasimlo weke rêber û kesayetiyekî karîsmatîk û xwedîbandor xebata rizgarîxwaziya gelê me ji holê rake. Mixabin rast e ku wê karesatê bandorekî mezin li ser têkoşîna rizgarîxwaziya gelê me li Rojhilatê Kurdistanê kir û gotina Dr. Qasimlo ku dibêje “her neteweyek ku azadiyê bixwaze divê nirxa wê azadiyê bide” bo careke din hate cih.

Sererayî wê xisara mezin têkoşîna neteweyî ya rojhilatê Kurdistanê heya îro bi hemû rengan berdewam kiriye û di nav qadên civakê de cihê xwe vekiriye. Sererayî berdewamiya terorê ji aliyê rejîma Îranê, lisêdaredana sedan têkoşerên kurd, mûşekbaran û hêrişên eskerî û zilm û sitema neteweyî li hemberî gelê me, keç û xortên Kurdistanê têkoşîna neteweyî hem di refên partiyên siyasî û hem jî bi xebata medenî heya îro meşandine.

Gelê me di şoreşa Jîna, di çalakiyên newroza îsal û di hilbijartina dawiyê ya serokomariya Îranê de nîşan da ku bi serbilindî ji nirx û mafên xwe yên neteweyî xwedî derdikewe û ew têkoşîne heya serkewtinê li Kurdistanê û diyaspora dê berdewam bike.

Silav ji riha pak ya rêberê şehîd û hewrêyên wî û hemû şehîdên rêbaza azadiya kurd û Kurdistanê!

Baştirîn diyarî bo şehîdan dirêjedana rêbaza wane!

Konfederasyona Kurdên Diaspora – Diakurd

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *