Îro Bingeha Lalişê ya Rewşenbîrî û Civakî di ragehandinekê de êrîşên li ser Herêma Kurdistanê şermezar kirin.
Îro (Çarşem, 3ê Berçileya 2024ê) Bingeha Lalişê ya Rewşenbîrî û Civakî li Dihokê peyamek parve kir ku di pareka wê de hatiye, “Desteya Bilind a Bingeha Lalişê ya Rewşenbîrî û Civakî bi tundî îdaneya wan êrîşên dronî bo ser Herêma Kurdistanê dike”.
Tekez jî kiriye, “Ev gef pêşhateka metirsîdar e li ser Herêma Kurdistanê”.
Peyama Bingeha Lalişê ya Rewşenbîrî û Civakî
Bingeha Lalişê bi tundî îdaneya hêrişên ser Herêma Kurdistanê dike
Desteya Bilind a Bingeha Lalişê ya Rewşenbîrî û Civakî li Dihokê bi tundî îdaneya wan hêrişên dronî bo ser Herêma Kurdistanê dike û ev gef pêşhateka metirsîdar e bo ser Herêma Kurdistanê.
Berdewamiya hêrişên dronî bo ser Herêma Kurdistanê tenê ziyanê digehîne aramî û seqamgîriya Îraqê û rewşê aloztir dike û dubarebûna van hêrişên tîroristî bo ser Kurdistanê ji aliyê grûpên neqanûnî ve, bi karekê neqebûlkrî û pêşhatên metirsîdar tê danan, ku asayiş û seqamgîriya Herêma Kurdistanê û silametiya welatiyan dike armanc, her dîsan seqamgîrî, aramî û asayişa Herêma Kurdistanê, zaminê aramî û seqamgîrîya Îraqê û deverê ye.
Herwesa ev grûp bûne gef ji bo têkdana rewşa Îraqê bi giştî û heta hindek deverên Êzidiyan jî ji ber van grûpan dinalin û bûne eger bo têkdana rewşa ewlehiyê li deverên wan.
Desteya Bilind a Bingeha Lalişê ya Rewşenbîrî û Civakî / Dihok
3/1/2024
K24