Ji bo civatek serbixwe, demokratîk û azad!|Monday, May 21, 2018

“Bi Tirkî Bipeyive, Pir Bipeyive!” 

(Jibo Bîranîna Dayikên Bi Tirkî Nizanîbûn!)

Di zîndana Amedê de, (1981-1984) li jora derîyê serlêdanê dinivîsand:

Bi tirkî bipeyive, pir bipeyive!”

 Di zîndana Amedê ya leşkerî de, em bi tirkî bipeyivîyana, yan qet nepeyivîyana, serlêdana me, herî zêde du deqe yan sê deqe dajot.

Em çi bipeyivîyana jî, ji alî gardîyanên leşker ve, bi me hatibûn jiberkirin, digotin hûnê tenê bibêjin:

“Hûn çawa ne, baş in? Em baş in!”

Behsa zad, nok û nîskan kirin, bi carekê ve hatibû qedexe kirin. Çimkî ev gotinana, ji alî rêvebirîya zîndanê ve wek şîfre dihatin dîtin. Wateya wan jî: rêxistinî û tekoşîn hey e an na? Ji bo ku em ji tirkî pê ve, bi zimanekî din nepeyivin û ji wan sê-çar gotinan cuda tiştekî din nebêjin jî, di çavîya zîndanî (yê girtî) de du gardîyan û di ya serlêdanîyan de jî, du gardîyan disekinîn.

Loma dema serlêdanê, piştî wan her çar gotinên ku me yê bi tirkî bigotana, heta ku li pîspîskê biketa, me li çavên hev dinerî. Ev ji bo serlêdanîyên ku bi tirkî nizanîbûn derbas nedibû. Çimkî di serlêdanê de, ji tirkî pê ve, bi zimanekî din peyivandin qedexe bû. Ev jî tê weteya ku dê û bav, keç û kurên me yê ku bi tirkî nizanîbûn, wê bi zîndanîyên xwe re wan her sê gotinan jî nepeyivîya.

Di mala min de, ji xeynî birê min yên dibistan xwendibûn, dê, xweh, jin û zarokên min jî bi tirkî nizanîbûn. Gava dihatin serdana min jî, me wek ker û lalan tenê li çavê hev dinerîn.

Ku carekê “me ruhê xwe têkira devê xwe” û ji devê xwe gotinek Kurdî derxista, her du leşkeran di cî de bi çepilên me digirtin û em dikişandin nêvkoyê, yan jî salona sînema ya ku tucarî me lê fîlmek temaşe nekiribû, lê wek îşkencexanê dihat karanîn. Bangî deh panzdeh leşkerên din jî dikirin û dest bi îşkencê dikirin: bi kulmuk, peîn, cop û darê bankan, heta ku dev û bêvila me bi xwînê derdikirin, hin hestîyê canê me dişikandin, canê me reş û şîn dikirin û em ji hişê xwe diçûn li me didan. Piştî ku em bi hişê xwe dihatin jî, bi zikkişkê, lêdan û li me siwarbûn, berê me didan qawîşa me.

Lê serlêdanîyên me, gava ku ji dervî fermanên wan derketana, çi bi serê wan dihat me nizanîbû. Ji xwe me nema karîbû xeyal jî bikira!

Gava ji bo derketina serlêdanê navê me dixwendin, wek berê me di rêya mirinê keve, em diketin xof û heyecana îşkenceyek taybet:

Gava em derdixistin devê derî, gardîyanan berê navê bajarê me dipirsîn û bi qasî hejmara herfên bajarê me, dar li tilmeqûnên me didan. Piştre bi merş û talîm berê me didan serlêdanê. Gava ji qatê sisêya em digehîştin nêvkoyê, digotin:

“Merşê bibirin, nûtikno! Vekevin! Rabin! Vekevin! Rêza xwe xera nekin, bi zikkişkê berdewam bikin!”

Gava em bi wî haweyî diçûn, îcar li me siwar dibûn û bi dar, cop û peînan li me didan.  Piştî ku em bi heman şêweyî vedigerandin qawîşê jî, ji me û yên li qawîşê hemûyan re, tevlî yên ku serlêdanîyên wan nehatibûn re digotin:

“Têkevin rêza lêdanê; çimkî hevalê we şaşî kirine, divê hûn tev bi hev re bên cezakirin!” Me her yekî, bîst darên ku kefa destê me diperçivandin û diteqandin dixwarin.

Kesên ku malîyên wan bi tirkî nizanîbûn, cil û solên ku dixwestin, tu car li gor pîvana wan nedihatin. Ji xwe cilên dihatin jî, ji serî heta binî, ne di cîyê dirûnê re diçirandin, tîş-tîşî dikirin û didan me.

Pereyên ku serlêdanîyên me ji me re radizandin jî, ji bo efserê gardîyanên leşker bera bêrîka xwe bidin, bi nîrxekî gelek buha pê boyax, firçe, tîner, sabûn, şimik, qelem û defterên ku ji tu karê me re nedibû dikirîn. Çimkî xwendin û nivîsandin û serşûştin qedexe bû. Boyax û firçe jî, ji bo wêne û durişmên nîjadperestîya tirk û ala wan ku li ser pace û dîwarên zîndanê bên xêzkirin dihatin kirîn.

Tu demê ji bîra min naçe: Serlêdanekê, kevanîya min û dayika min hatibûn serdana min. Çavîya serlêdanê, li gorî yek mirovî hatibû çêkirin û du mirov bizor tê de hildihatin. Ji xwe li alî min du leşker, li herdu kêlekên min sekinîbûn. Li hember jî, du serlêdanîyên min hebûn û du leşkeran jî xwe di kêleka wan rakiribû. Hingî ez ewqas li ber xwe û li ber wan ketim û aciz bûm, loma min ji wan re bi kerb got:

“Haho, hûn tên serdana min çi! Bicehemin, bes bên serdana min! Bila ez geber bibim, bila ez jahrê bixum wey!”

Wê rojê hes di canê min de nemabû! Çend li min didan jî ez nediêşîyam! Tenê min di dilê xwe de digot:

“Bes e, bav û kalên me, vê zordarî û bêşerefîya dît, me dît, bila zarokên me nebîne!”

Wê rojê êvarî bi halekî xerab ez di xew re çûm. Di xewna xwe de, min dinêrî ku ez di nava civatê de bê cil û şilfî tazî me! Min fedî dikir û li ber xwe diketim!

Hinek nivîsên din:

Nerîna te