Bi destê PKKê kuştina Jina Kurd ya Anatoliyê û Teror-Provokasyona Mersînê ya PKKê

Îbrahîm GUÇLU 

PKK him bi destên dewletê û him jî bi destê xwe 45 sal in ku kurdan dide kuştin û dide qetilkirin. Her roj bi çalakîyên bêencam ciwanên Kurdistanê li Bakurê Kurdistanê, li Başûrê Kurdistanê, li Rojavayê Kurdistanê dide kuştin. Vê yekê ji bona ku xizmetî plan û projeyên dewletên dagirker bike, pêk tîne. Di hemandem de di nav xwe de jî keç û xortên kurd yên ku bi awayekî li dijî şaşiyên wan derdikevin dikujin. Lewra naxwazin ku rastiya wan ya tehl, rastiya wan ya barbar, rastiya wan ya taşeronîya dewletên kolonyalîst derneke derve, kuştinên navxwe pêk tîne.

PKK, di van rojên dawî de jî, jineke kurd ya Anatoliyê Nagîhan Akarsel bi awayekı trajedîk kuştin. Ev jina kurd li Sileymaniyê li ber mala xwe hat gulebaran kirin û hat kûştin.

Nagîhan Akarsel ji gundekî Canbegê (Cîhanbeylî) ye. Zanîngeh qedandiye. Piştî zanîngehê diqedîne beşdarî xebata PKKê dibe û diçe çiyê, dibe şervana PKKê. Demekê şervanî dike. Pişt re di çalakiyekê de tê girtin û dikeve destê Dewleta Tirk. 8 salan di hepisê de dimîne. Piştî hepsê demekê ji PKKê dûr disekine. Lê piştî çend mehan dîsa diçe di metropolan de beşdarî xebata PKKê dibe.

Li metropolan şûnde jî, PKKê wê dişîne Başûrê Kurdistanê û li wir li hemberı gelê kurd û Dewleta Federe ya Kurdistanê dixwaze bi kar bîne. Lê diyar e ku gor agahdariyên malbat û hevalên wê, Nagîhan Akarsel ji PKKê diqete û li Sileymaniyê malekê kirê dike, li wir jiyana xwe dimeşîne.     

Hezar mixabin di 4ê Cotmeha 2022an de li ber mala xwe bi deh gulan tê kuştin.

Gor agahdariya Asayîş û emniyeta Silêmaniyê: “Diyar kir ku ku îro (04.10.20022) di saetên sibehê de em hatin agahdarkirin ku li taxa Bextiyarî ya Silêmaniyê jinek bi navê Nagihan Akarsel hate kuştin û yekser hêzên wan gihiştin cihê bûyerê dest bi lêkolînê kirin. Piştî lêkolînek baş di nava çend saetekê de di jêr fermana Serokê Dezgeha asayîşa Herêmê de û bi hemahengiya li gel rêveberiya asayîşa rojhilatê Hewlêr-Koye, me karî tawanbarên vê bûyerê bigrin.”

Emniyeta Sileymaniyê di demeke kurt de, di heman rojê de kûjerên Nagîhan Akarselê digrin. Di derbarê wan de lêpirsin dest pê dikin.

Gor serkaniyên rasteqîn diyar dibe ku Nagîhan Akarsel bi destê PKKê hatiye kuştin. Ew agahdarî jî bi her awayî li bejna PKKê û li tevgera PKKê tê. Lewra PKKê tehemula wan ya mixalefeta nav xwe tûne ye. PKKê mixalefetê ji bona xwe xetertir dibîne. Mixalefeta nav PKKê zêdetir rastiyan û deşifrasyona tîne. Ew jî li hesabê PKKê nayê. PKK, xwediyê sîetema dîktatorî ya serokî û îdeolojî û partiyê ye.. Xwediyê sîstemeke totalîtar, faşist e. PKK bi ev sîstema li dijî mirovatî, dixwaze li ser hemû kesan bandor û desthlatdarî çê bike. Li hemû beşên Kurdistanê xirabiyê bike.

Hezar mixabin kuştina jina kurd a Anatoliyê bi destê PKK bûyera zîncira bi hezarann kesên hatine qetilkirin e. Divê ev qetlîama di nav PKKê de bê rawestandin. Bi taybetî jî Dewletên ji bona xwe dibêjin “em demokrat in” piştgiriya PKKê dikin, di vê mijara girîng de divê berpirsiyariya xwe bînin cî.

Di encam de dikarim bibêjim ku İranê jina kurd Jîna Emînî kûşt. PKK jî jina kurd a Anatoliyê Nagîhan Akarsel kûşt. Her du jî du sîstemên cêwî ne. Bi hev re alîkar in.

TEROR-PROVOKASYONA MERSÎNÊ YA PKKÊ

Di 26ê Îlona 2022an de li Mersînê li dijî ”Mala Polisan” bûyereke terorîstî  pêk hat. Di encama bûyera terorîstî de polisek hat kûştin, ew du kesên çalakiya terorîstî çêkirin jî ku herdu jî jin bûn, hatin kûştin.

PKK di destpêkê red kir ku ev çalakiya terorîstî nekirine. Pişt re di demeke kurt de daxuyanî da ku ev çalakiya bi destê wan hatiye çê kirin.

Hiç şik tune ye ku dema ev çalakiya pêk hat, li ser bûyerê gelek şirove çêbûn û gelek partiyên siyasî û berpirsiyarên dewletê ev bûyera şermezar kirin. HDPê û Selahattin Demîtaş jî ev bûyera Mersînê şermazar kirin. 

HDPê di derbarê vê bûyerê de got: ”Erkê me ye ku em vê hesabê kesên ku dixwazin siyaseta demokratîk teng bikin û bêfonksional bikin pûç bikin.”

HDPê bi vê daxuyaniya xwe diyar kir ku ev çalakiya li dijî wan e û dixwazin pêşiya siyaseta wan ya legal bigrin.

Selahattin Demirtaş nivîsand û got ku: “Emê li dijî hemû cureyên şîdetê derkevin.Emê di siyaseta demokratîk de israr bikin. Ez dixwazim hemû aliyek vê yekê baş têbigihin.”

Dema ku HDPê û Selahattîn Demîrtaş ev bûyera terorîstî ya li Mersînê şermazar kirin, wan wusa dizanî ku ev bûyera terorîstî bi destê PKKê çênebûye.   

Lê piştî daxûyaniya HDP û Demirtaş, PKK/HPGê di derbarê çalakiya Mêrsînê de daxûyaniyek belav kir. Got ku “Şeva 26’ê Îlonê du hevrêyên me yên fedaî li navçeya Mezîtlî ya li Mersînê li dijî hêzên dijmin çalakiyeke fedaî kirin. Ev çalakî bersivek li dijî zextên li zindanan, komkujiyan û êrîşên bi çekên kîmyewî yên li hemberî gerîla ye. Bila kes ne li bendê be ku milîtanên fedaî yên Apoyî bi rengekî cuda tevbigerin. Yên ku zimandirêjiyê li vê çalakiya bi heybet dikin, beriya her tiştî bila bala xwe bidin ser êrîşên bi çekên kîmyewî yên rejîma daqirker faşîst a AKP-MHP’ê yên li dijî hêzên me yên gerîla. Yên ku bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê rejîma faşîst ve şermezar nakin, fedaiyên ku ji bo parastina nirx û gelê Kurd xwe feda dikin bi zimanê dijmin şermezar dikin. Ev nêzîkatî tenê bi tepisandinê dikare bê vegotin. Hevrêyên me yên ku ji bo pêşî li qirkirina gelê Kurd bigirin xwe feda dikin, nirxên me yên herî pîroz in. Yên ku zimandirêjiyê li van nirxan dikin, divê zanibin ku ne gelê me yê welatpaêz ne jî heqîqeta fedaiyên me temsîl nakin Heta ku êşkenceya li derveyî mirovahiyê ya rejîma faşîst a AKP-MHP’ê ya li ser zindanan dewam bike, heta ku daqirkeriya li ser gelê me û bikaranîna çekên kîmyewî yên li dijî gerîla nesekine, çalakiyên me yên bi vî rengî wê dewam bikin.”

Piştî daxuyaniya PKK/HPG, berpirsê PKKê yê ne kurd û kurdkûj Duran Kalkan jî di telewizyona PKKê de heman nêrîn diyar kir. Li HDPê û Selahattîn Demîrtaş heqaret kir.

Min ev mijara di telewîzyonekê de şirove kir û got ku “HDP û S. Demîrtaş dema hîn ne diyar bû ku bûyera terorîstî bi destê PKKê çêbûye şermezar kirin. Ev pirr girîng nîne. Mijara girîng ew e ku piştî daxuyaniya PKK/HPG û Duran Kalkan, helwesta wan dê azadbûn û niyeta wan ya rasteqîne derxe holê. Lewra HDP, girêdayî PKKê ye û rêxistina PKKê ye. Selahattîn Demîrtaş jî, ji derveyî PKKê nikare helwestekê nîşan bide.”

HDPê û Selahattîn Demîrtaş heta nûha jî helwesteke nû diyar nekirin.

Diyarbekîr, 07. 10. 2022

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *