Berdevkê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li ser destnîşankirina Parêzgar û Serokê Encûmena Parêzgeha Kerkûkê û dabeşkirina postên îdarî li wî bajarî daxuyaniyek belav kir û tê de ragihand, “Tiştê ku hatiye kirin, ne yasayî ye û ne li ser bingeheke ne rast e.”
Berdevkê PDKê Mehmûd Mehemed îro 12ê Tebaxê di daxuyaniyekê de ragihand, “Tiştê ku roja 10ê Tebaxê li hotêla Reşîd a Bexdayê ji bo destnîşankirina Parêzgar û hikûmeta xwecihî ya Kerkûkê hatiye kirin, bêyî agahdarkirina hemû aliyan û nebûna nûnerên Tirkmen, hinek Ereb û PDKê bûye, ji ber wê jî ne yasayî ye.”
Herwiha got jî: “Tiştê hatî kirin ne çareseriyeke guncayî ye ji bo derbaskirina kêşeyên Kerkûkê, ji ber ku çareserî bi yekdestdarî nabe û hewla perawîzkirina aliyan jî nabe, belku divê her kes bi niyazpakî û xizmeta xelkê beşdarî birêvebirina Kerkûkê bibe.”
Daxuyaniya Berdevkê PDK:
Derbarê guhertin û pêşhatên dawî yên pêkanîna hikûmeta xwecihî ya Kerkûkê de, piştî ragihandina encamên hilbijartinên Kerkûkê, têbîniya me hebû ku ew encam îradeya rastîn a xelkê Kerkûkê nîşan nade. Lê ji ber berjewendiya giştî ya xelkê Kerkûkê û bi berçavgirtina rewşa bajêr û hemû proseya siyasî, me çavên xwe girtin. Lê ji wê demê ve heta niha, gelek hewl hatine dayîn ku li Kerkûkê bigihin çareseriyeke guncayî, ji ber ku rewşa Kerkûkê rewşeke awarte ye û divê çareserî jî çareseriyeke awarte be ku xizmeta vejîn, aramî û xweşguzariya xelkê bajêr bike.”
Di dirêjahiya wan hewlên ligel aliyên Ereb û Tirkmen hatin kirin. Di civîna dawî ya roja 04.08.2024an li gel Serok Barzanî ku bi amadebûna hemû nûnerên Ereb û Tirkmenan pêk hat, tekezî li ser wê yekê hat kirin ku çareserî li ser rêzgirtin ji mafên hemû pêkhateyên Kerkûkê û di çarçoveya lihevkirina niştimanî de be û hemû alî li ser wê hevbîr bûn ku ezmûnên berê dubare nebin û nêrîna cenabê Serok jî ew bû ku parêzgarekî Kurd û bêalî ku ji aliyê hemû hemû partiyên serketî ve bê pejirandin, were destnîşankirin.
Di berdewamiya gotûbêjan de li ser wê yekê lihevkirin hate kirin ku Parêzgarê Kerkûkê sê alî be. Her aliyek daxwaz kir ku yekem car parêzgar ji pêkhateya wan be û cenabe Serok jî tekez kir ku pêwîst e yekem kert parêzgar kurd be. Serok Barzanî her wiha daxwaz ji wan kir ku eger ne razî ne bi mercê ku cara yekem parêzgar ne kurdekî bêalî be, ligel YNKê rêkeftinê bikin. Lê wan hemûyan red kir ku bi YNKê re li ser destnîşankirina parêzgar li hev bikin. Piştre çend hevdîtinên din jî hatin kirin. Her çend hejmara yasayî ji bo destnîşankirina parêzgar her tim temam bû, lê rola hewldan û navbeynkariya birêz Sûdanî hat berçavgirtin, ji ber ku doz di destê wî de bû û wî hewlên mezin dabûn bo komkirina aliyan û gihîştina çareseriyeke guncayî ji bo Kerkûkê.
Tiştê ku roja 10ê Tebaxê li hotêla Reşîd a Bexdayê ji bo destnîşankirina Parêzgar û hikûmeta xwecihî ya Kerkûkê hatiye kirin, bêyî agahdarkirina hemû aliyan û nebûna nûnerên Tirkmen, hinek Ereb û PDKê bûye, ji ber wê jî ne yasayî ye, kêşe heye û ne dirust e. Tiştê hatî kirin ne çareseriyeke guncayî ye ji bo derbaskirina kêşeyên Kerkûkê. Çareserkirin û nehîştina kêşeyên wî bajarî û dermankirina êş û azarên xelkê Kerkûkê bi muzayede, hest û lîstikên siyasî nayê kirin. Çareserî ne yekdestdarî û ne hewla perawîzxistina aliyan e û divê her kes bi niyazpakî û ji bo xizmetkirina xelkê beşdarî birêvebirina Kerkûkê bibe.