Berdevkê HEZKURDê Barij Celalî bo Rûdawê: Me kêmasiya xwe dît

Hereketa Zimanê Kurdî (HEZKURD) îsal careke din ji bo ku xwendekar li dibistanên navîn û seretayî yên li Bakurê Kurdistanê dixwînin, dersên bi zimanê Kurdî (Kurmancî û Zazakî) hilbijêrin, li beşek ji parêzgehên Bakurê Kurdistanê dest bi kampanyayekê kir.

Li Tirkiyê zêdeyî 20 milyon Kurd hene, lê zimanê wan hîn jî ji aliyê Tirkiyê ve weke zimanê fermî nehatiye qebûlkirin û zarokên Kurd bi zimanê Tirkî perwerde dibin û ji mafê perwerdeya bi zimanê dayikê bêbeş in.

Tenê di  sala 2012an mafê dersa bijarte bo Kurdan hatiye dayîn û li çend zanîngehên Bakurê Kurdistanê beşên Ziman û Edebiyata Kurdî hatine vekirin.

Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê, wek her sal, îsal jî pêvajoya dersên bijarte yên Kurdî (Kurmancî û Zazakî) li dibistanên navîn û seretayî dest pê dike.

Ji bo ku hişmendiya ziman di nav malbatên Kurd de pêş bikeve û xwendekarên Kurd li dibistanên Bakurê Kurdistanê waneyên zimanê Kurdî hilbijêrin, HEZKURDê îsal jî dest bi kampanyaya zimanê Kurdî kir û rojane li beşek ji parêzgehên Bakurê Kurdistanê belavokên agahdariyê li ser malbatên Kurd belav dike daku zarokên wan li dibistanan dersên Kurdî hilbijêrin.

Kar û xebatên Kampanayaya dersa bijarteya Kurdî bi pêşengiya Berdevkê HEZKURDê Barij Celalî û 350 çalakvan û xwebexşên zimanê Kurdî yên HEZKURDê birêve diçe.

Berdevkê HEZKURDê Barij Celalî derbarê kampanyaya wan a îsal a ji bo dersa bijarteya Kurdî de bersiva pirsên ji Rûdawê Ferdî Sak da.

Rûdaw: Mamoste weke par we  îsal careke din dest bi kampanayay dersa bijarte ya Kurdî kir, niha karûxebatên we çawa dimeşin?

Barij Celalî: Hûn jî dizanin me par ji bo proseya dersên bijarte kampanyayeke berfireh dabû destpêkirin. Di vê kampanyayê de hemû medyaya Kurdî, weşanxaneyên Kurdan û gelek partî û rêxistinên Kurdan,  kesayetên serbixwe yên Kurdan, nivîskar û ronakbîrên Kurdan di vê xebatê de cih girtibûn û kampanya bibû kampanyaya hemû milletê Kurd. Kampanya bi awayek baş birêve çûbû û rojeva hemû Kurdan tenê zimanê Kurdî bû. Ew kampanya ne li gor dilê me bû, lê ji bo destpêkê, gelek baş bû. Hem ji bo me bû mînak daku em piştî wê kampanyayê xebatên kolektîf bi awayekî bihêztir bikin. Îsal jî li dibistanên dewletê proseya dersên bijarte destpê dike. Me par hinek kêmasiyên xwe dîtibûn, ew kêmasî jî çi bûn? Me piçekî dereng destpê kir ango di dîroka destpêka proseyê de me destpê kiribû, heya ku kampanya bi coş di nav gel de belav bû, mixabin dîroka wê proseyê (proseya dersa bijarte) qediyabû. Îsal me biryar da weke Hereketa Zimanê Kurdî em nêzîkî heftiyek heta deh rojan pêşwext xwe bi her awayî amade bikin û kampanyayê pêşdetir bidin destpêkirin, heta ku kampanya berfireh dibe û geş dibe daku  haya millet jê hebe  proseyê kêngî destpê kir û zarokên Kurdan li dibistanan dersên Kurdî hilbijêrin.

Hûn îsal ligel çend kesan vê kampanyayê dimeşînin û armanca ew e ku hûn xwe bigihînin çend malbatên Kurd?

Me îsal bi derdora 350 xwebexşan dest bi kampanyayê kiriye. Em bi bawer in ku dê roj bi roj hejmara xwebexş û xebatkarên Kurdî zêde bibe. Sala par me bi nêzîkî 300 kesan destpê kiribû, lê heta kampanya qediya hejmara xwebexşên zimanê Kurdî gihiştibû derdora 730 kesan. Îsal jî em bawer dikin ku dê ji hezaran bibore. Ji ber ku di warê ziman de hişmendî di nava gel de gelek zêde bûye. Me ji bo destpêkê nêzîkî 40 hezar belavokan amadekirine, armanca me ew e ku em îsal nêzîkî 400 hezar belavokan belav bikin. Em li gor derfetên xwe dest bi belavokan dikin. Lê di pêvajoyê de em spasiya kesên serbixwe dikin ku miletê me bi xêra xwe ji bo piştgiriyê ew jî belavokan çap dikin û ji me re dişînin daku em belav bikin. Herwiha em spasiya medyaya Kurdî dikin ji ber ku medyaya Kurdî di vê xebatê de roleke girîng dilîze û erkê dikeve ser mile wê bi başî pêk tîne.

Sala borî astengiyên li pêşiya xebatên we çi bûn û îsal çi astengî li pêşiya we ne? Bo mînak li qadê hûn rûbirûyî çi astengiyan dibin?

Hin rêveberên dibistanan bi awayek kêfî di meseleya dersên Kurdî de ku zarok hilbijêrin daxwaz qebul nekiribûn, ji ber wê jî me îsal komîsyoneke hiquqê ava kiriye, bi taybet me ligel baroyan jî peywendiyên xwe xurt kirine, em dixwazin ew jî çavdêriya vê pêvajoyê bikin. Jixwe par wan jî çavdêrî kiribû. Bes îsal bi awayekî rêkûpêktir û kolektîf em dê tevbigerin. Di qadê de çi astengî hene? Di qadê de heta niha me ti astengî nedîtine. Ji ber ku ev mafekî yasayî û hiquqî ye. Ka îsal dê çi bibe em nizanin. Ji ber ku weke hûn dizanin li gelek bajar û bajarokên Kurdan qedexe hene. Em bibêjin ji aliyê parêzgariyên bajaran ve ji bo belavkirina belavokan, kombûn, mîtîng û protestoyan qedexe çêdibin, lê em sê roj in li qadan in heta niha ti astengiyek nehatiye pêşiya me.

Gelê Kurd  bi çi awayî li xebatên we dinêre? Bersiva wan çi ye û çi helwestekê nîşan didin?

Gel bi awayekî gelek erênî pêşwaziyê li kampanyayê dike. Tenê rexneyeke wan heye, ew jî dibêjin çima heta niha haya me jê nebû? Madem ku ev 12 sal in ef maf heye, çima em nû dibîhîsin? Me jî dît ku di vî warî de valahiyek heye û em hêvî dikin ku em dê bibin bersivek bo vê valahiyê daku milletê me agahdar be ku mafê wan çi ye û van dersan hilbijêrin.

Di warê aborî de hûn rûbirûyî pirsgirêkan dibin? Kîjan sazî, rêxistin an jî kesayet di warê aborî de piştevaniya kampanyaya we dikin? Weke piştevanî banga we ji bo karsaz, sazî û kesayetên dewlemend ên Kurd çi ye?

Di warê aboriyê de jî HEZKURD hereketeke sivîl e, û ne girêdayî ti sazî an jî rêxistinekê ye, ji ber wê jî xwebexş û endamên me ji berîka xwe van mesrefan dikin. Banga me ev e, em tiştekê maddî ji bo hereketa xwe naxwazin, eger ku karibin herkesê ku di vê kampanya û pêvajoyê de, çi pirtûk an jî xerciyên belavokan bin herkesek li gor hêza xwe ya ku di dilê wî de derbas dibe, piştgiriyê bide vê kampanyaya ji bo zimanê Kurdî em,  dê şanaz û deyndarê wan bin.

Hûn dê li çend parêzgehên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê îsal xebatan bikin?

Hûn dizanin me par li hemû bajar û bajarokên Kurdan xebatên xwe kiribûn. Me herwiha li metropolên ku Kurd lê dijîn jî xebatên xwe kiribûn. Îsal jî bi heman awayî, em dê li hemû bajar û bajarokên Kurdan û metropolên ku Kurd lê dijîn xebatên xwe berdewam bikin. Heta ku ji destê me bê û taqet û qudreta me têrê bike, em dixwazin li deriyê hemû Kurdan bixin û wan agahdar bikin, lê hûn jî dizanin rastiyek heye çi ye ev rastî?  Ew e ku li gor şert û merc û hêza xwe tevbigerî.

Peyama we bo dayik û bavên Kurd çi ye?

Armanca me ew e ku hişmendiya zimanê Kurdî di nava Kurdan de berz û bilind bibe, miletê Kurd zimanê xwe hilbijêrin. Bi taybet dayik û bavên me ji zarokên xwe re bibin pêşeng û ev prose di çavdêriya wan de bibore û zarok bi awayekî zimanê xwe fêr bibin. Çi astengî jî dîtin bila ji me re, ji HEZKURDê binivîsîn an jî bi baroyên peywendîdar re peywendiyê daynin. Çi gilî û gazin hebin bila bigîhînin baroyan an jî bila bigihînin Hereketa Zimanê Kurdî.

Banga  we bo sazî, kesayek  û rewşenbîrên Kurd ên taybet kar li ser zimanê Kurdî dikin çi ye? Hûn dixwazin ligel wan karek hevbeş bimeşînin?

Em daxwaz dikin ku ji çi fikir, raman, cemaet, bîr û baweriyê be bila bibe eger kesek ku bibêje ez Kurd im bila tevlî vê kampanyayê bibe. Çi ligel me, çi biawayekî serbixwe, eger ku rêxistin jî be bila bixwe vî karî bimeşînin. Em amade ne ku her cor hevkariyekê bikin. Hem ligel hev xebatê bikin, hem jî proseyên ne ligel me wekî din jî berdewam bikin. Em dikarin tecrûbe û xebatên xwe jî bi wan re parve bikin. Hêviya me heye îsal dê zêdetir xebat bên kirin û armanca me jî ew e di dawiyê de ne dersên hilbjartî, em bi aweyekî mecburî û mayinde vî mafî bidest bixin daku zarokên me perwerdeya bi zimanê dayikê bibînin. Herwiha armanca me ew e ku zimanê Kurdî di makezagona Tirkiyê de bi awayekî fermî cih bigire û zimanê Kurdî li Tirkiyê bibe zimanê fermî.

https://www.rudaw.net/kurmanci/interview/04012023

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *