Belûçistanê serxwebûna xwe îlan kir

Komên cudaxwaz ên li Belûçistanê li New Delhiya paytexta Hindistanê bi daxuyaniyekê “Komara Demokratîk a Belûçistanê” ragihand.

Birêvebiriya Pakistanê biryar nas nekir û li herêmê jî tedbîrên ewlehiyê zêdetir kirin.

Belûç ji civaka navneteweyî daxwaza naskirinê û piştgiriyê dikin.

Li başûrrojhilatê Pakistanê, tevgerên cudaxwaz ên li herêma Belûçistanê 9ê Gulanê 2025an ragihand ku wan serxwebûna xwe îlan kiriye.

Daxuyanî di konferanseke çapemeniyê de li New Delhiya paytexta Hindistanê ji aliyê rêberê cudaxwaz Mîr Yar Baloch ve hat ragihandin.

Mîr Yar Baloch avakirina dewleteke nû ya bi navê “Komara Demokratîk a Belûçistanê” îlan kir.

“Belûçistan êdî dewleteke serbixwe ye”

Mîr Yar Baloch di daxuyaniyê xwe de got:

“Belûçistan êdî dewleteke serbixwe ye. Em ji Pakistanê veqetiyan.

Em vê biryarê îlanî cîhanê dikin.”

Daxuyanî ji aliyê çend komên neteweperest û Artêşa Rizgariya Belûçistanê (BLA) ve hat piştgirîkirin.

Mîr Yar Baloch

Daxwaza piştgiriyê ji Hindistanê

Di konferansa çapemeniyê de Mîr Yar Baloch bangî Hindistanê kir ku ew dixwazin li New Delhiyê nûnertiyeke dîplomatîk a Belûçistanê vekin û ji bo naskirina navneteweyî pêdiviya wan bi piştgiriya Hindistanê heye.

Piştî îlana serxwebûnê hat îdiakirin ku di bin navê “Operasyona Herof 2.0” de ji aliyê BLAyê ve li gelek cihan êrişên hevdem hatine kirin.

Li gorî çavkaniyên herêmî li 58 cihan 78 êriş pêk hatine ku di nav armancên êrişê de baregehên leşkerî, xalên kontrolê û avahiyên fermî hebûn.

Ji aliyê Pakistanê ve heta niha ti daxuyanî li ser kuştiyan nehatine dayîn.

Rêberên cudaxwaz, Pakistanê bi binpêkirina mafên mirovan û meşandina siyaseta zextê ya li herêmê tawanbar dikin.

Mîr Yar Baloch, çalakiyên Pakistanê yên li Belûçistanê wekî “komkujî” bi nav kir û da zanîn ku ev rewş îlankirina serxwebûnê neçar kiriye.

“Rêberên Belûç dixwazin li New Delhiyê balyozxane bê vekirin”

Medyaya Hindistanê Times Algebrayê li ser ragihandina serxwebûna da zanîn:

“Komara Belûçistanê hat îlankirin.

Rêberên Belûç niha ji Hikûmeta Hindistanê dixwazin ku destûrê bide ku li New Delhiyê balyozxane bê vekirin.

Her wiha ew bangî Neteweyên Yekbûyî dikin ku hêzên aştiyê bişînin Belûçistanê.

Planên ji bo hikûmeteke veguhastinê ya ku mafên wekhev ji bo jinên Belûç misoger dike hat ragihandin.”

Eyaleta Belûçistanê ya li Pakistanê

Pakistan: Îlan ji bingeha qanûnî dûr e

Birêvebiriya Pakistanê îlana serxwebûnê red kir û tekez kir ku Belûçistan beşeke Pakistanê ye û tedbîrên ewlehiyê li herêmê zêde kirin.

14ê Gulanê li Quettaya paytexta Belûçistanê di meşeke piştgiriya artêşê de bombeyek teqiya û di encamê de kesek mir, 10 kes jî birîndar bûn.

Komên cudaxwaz ên Belûçistanê serî li Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên navneteweyî yên mafên mirovan da û xwest ku Pakistan wekî “dewleteke terorîst” bê îlankirin.

Li aliyê din, gelê Belûç ji sala 1948an ve li dijî Pakistanê li ber xwe dide û ji bo parastina nasnameya xwe ya neteweyî têdikoşe.

Belûçistan di navbera Efxanistan, Pakistan û Îranê de hatiye dabeşkirin.

Parçeyên mezin ên Belûçistanê li Pakistan û Îranê ne û parçeyeke din jî li Efxanistanê ye.

Li Îranê bi navê Sîstan û Belûçistan û li Pakistanê jî bi navê Belûçistanê eyalet hene.

Herêmên Belûçan ên li Îran û Pakistanê

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *