Bêhn kengî dibe jehr û sedema penceşêrê? -Video

Bandorên erênî û neyînî yên bêhnê yên li ser jiyan û tenduristiya mirovan bûne mijara gelek lêkolînan.

Bernameya “Legel Renc” a Tora Medyayî ya Rûdawê vê hefteyê li ser hûrgiliyên mijarê rawestiyê.

Pisporê Kîmya û Pîşesaziyê Dr. Kawe Hemeşerîf, Bijîşkê Pişpor ê Nexweşiyên Hinav, Sîng û Nefesê Dr. Rewend Reûf Reşîd, Bêhnfiroş Hindirên Sed û Bêhnfiroş Şikar Umer mêvanên vê hefteyê yên Legel Rencê bûn.

Piraniya bêhnan sexte ne

Hindirên Sedê ku li Hewlêrê bêhnan difiroşe da zanîn, “Hinek bazirgan hene ku ji hezar bêhn li wan hebin 800ê wan sexte ne.”

Hindirên Sed diyar kir ku li Herêma Kurdistanê bêhnên marka tên kontrolkirin lê bêhnên sexte nayên kontolkirin.

“Tu dikarî 2 kamyon bêhnên sexte peyda bikî”

Şikar Umerê ku li Silêmaniyê bêhnfiroş e wiha behsa dek û dolabên hinek bêhnfiroşan kir:

“Hinek bêhn hene, orîjînalên wan bi 200 dolarî ne lê bêhnfiroş sexteyên wan bi 18 dolaran tînin û bi 80 dolarî difiroşin.”

Şikar Umer ji xelkê xwest ku berê xwe ji bêhnên sexte biguherin çimkî kes nizane çawa bi bi çi tên çêkirin.

Wî bêhnfiroşî gotinan Fransiyan a “Mana bêhnê jiyanê xwestir lê temen kurttir dike” bi bîr anî û eşkere kir ku li Herêma Kurdistanê gelek bêhnan tevlihev dikin û difiroşin.

“Çima Hikûmet rê dide bêhnen sexte bên Kurdistanê?”

Şikar Umer wiha da zanîn ku bêhnên sextê yên li Silêmaniyê gihane asteke metirsîdar:

“Eger tu tenê li bazarên Silêmaniyê bigerî tu dê herî kêm 2 kamyon bêhnên sexte peyda bikî.

Tenê ji ber markayên orîjînal ji hezarî zêdetir bêhnên saxe hatine çêkirin.”

Şikar Umer pirsa “Çima Hikûmet rê dide bêhnen sexte bên Kurdistanê?” çend caran ducare kir û da zanîn ku behnê sexte ji welatên cîran tên Başûrê Kurdistanê.

Li gorî agahiyên ku wî dane, li Dubaiyê li dikanên temîrê yên otomobîlan bêhnên sextê tên çêkirin da ku kes şikan ji wan nebe.

Şikar diyar kir ku gelek caran bêhnên sextê tev li yên jidil dikin û bi vî awayî naskirina wan gelekî zehmet dibe.

Bêhn dibe jehr

Bêhnên sexte ew qasî berbelav bûne ku wan serî li bêhnfiroşên behnên orîjînal gerandiye û “Hinek bêhn ji ber ku zêde li ber tavê dimînin hem bêhna wan diçe û hem jî dibin jehr” û jiyanê tehl dikin.

“Bêhnên ku tên Herêma Kurdistanê nayên kontrolkirin”

Pisporê Kîmya û Pîşesaziyê Dr. Kawe Hemeşerîf diyar kir, “Du cure bêhn hene: Yek ji wan dohnê xwezayî ye û yek kî petrokîmyayî” û got:

“Ti bêhnên ku tên Herêma Kurdistanê nayên kontrolkirin.

Li deriyên sînorî jî amûrên kontrolkirina bêhnan nînin.

Eger me bivê em wan kontrol bikin divê em wan bişînin Tirkiye, Îran an jî Besreyê.

Eger em bi 500 hezar dolarî amûrên pişkinînê bikirin ti pirsgirêka me ya bêhnên sexte namîne.”

Dr. Kawe Hemeşerîf amaje pê kir ku di çêkirina bêhnan de 6 made hatine qedexekirin lê li Başûrê Kurdistanê ji bo wan madeyên qedexekirî jî kontrol nayên kirin.

“Li welatên din qedexe ne li Kurdistanê tên bikaranîn”

Dr. Kawe li ser metirsiyên tevlîhevkirina bêhnan jî wiha axivî:

“Di encama tevlîhevkirinê de madeyeke nû ya jehrawî çêdibe.

Ev madeya nû dibe sedema nexweşiyên penceşêr, nexweşiyên rehan û boriya nefesê.

Li Kurdistanê hinek made di çêkirina bêhnan de tên bikaranîn ku li welatên din qedexe ne.”

Li gorî Dr. Kawe Hemeşerîf hinek bêhn hene ku tev li xwarinan jî dikin û li pey çûn:

“Bêhn ne tenê ew in ku em di xwe didin, hinek bêhnan dixin nav xwarinan jî.

Mixabin beşeke nexweşiya penceşêra kolonê ji ber van bêhnên nav xwarinan çêdibe.

Mirov hene ku ji ber bikaranîna misk û parfûman nexweş ketine.”

“Bêhnên sexte yên zarokan jî hene”

Dr. Kawe desnîşan kir ku ne tenê bêhnên mezinan, bêhnên zarokan jî yên sexte hene û zarok jî ji bêhnên sexte ne xalî ne û got:

“Hinek bêhnên zarokan jî hene ku ji kontrolan derbas nebûne lê hatine bazarên Kurdistanê.

Zarokên 3 salî hene ku ji ber van bêhnan bi nexweşiya bêhnefişkiyê (astim) ketine, zarokên 3 salî hene ku bi penceşêrê ketine.”

Dr. Kawe Hemeşerîf anî ziman ku hinek madeyên qedexekirî li bazarên Başûrê Kurdistanê bi tonan peyda dibin û berdewam kir:

“Hinek bêhn ji Brîtanyayê hatine ku madeyên qedexekirî di wan de he û ji sînoran bi qaçaxî hatine derbaskirin.”

Pakker jî xeternak in

Dr. Kawe bal kişand ser metirsiyên made û amûrên paqijiyê jî û got:

“Hinek pakker hene ku Bisphenol A di nav wan de heye ku ji bo penceşêra memikan xerab e lê jin wan bi kar tînin.”

Pisporê Kîmyayê Dr. Kawe diyar kir ku gelek jin ji ber pakkeran bi egzamayê dikevin û pê de çû:

“Hinek madeyên paqijiyê hene ku tu wan li cihên girtî bi kar bînî metirsiya mirinê jî heye.

Ji bo xweşkirina bêhnên lavaboyên xwe ‘Espenîk’ê bi kar tînin ku gelekî xeternak e. Ez rica dikim vê bi kar meyînin.”

Dr. Kawe ragihand, nabe ku rêjeya alkolê ya di bêhnan de ji sedî 30î derbas bike lê “Bêhn heye ku ji sedî 75ê wê alkol e.”

Dr. Kawe Hemeşerîf di dawiya axaftina xwe de got, “Ez piştî hemû wan lêkolîn û zanînan ne ji bêhnên sexte bawer dikim ne jî ji yên orîjînal.”

Pakkeran têkel mekin

Bijîşkê Pişpor ê Nexweşiyên Hinav, Sîng û Nefesê Dr. Rewend Reûf Reşîd jî li ser kevneşopiya ku 7 bêhnên têkel di zarokan didin wiha got:

“Çêtir e ku hemû bêhn ji bo zarokan neyên bikaranîn.

Ne tenê bêhnên sextê, dibe ku bêhnên rasteqîne jî xelkê tûşî hesasbûnê bikin.”

Dr. Rewend Reûf Reşîd daxuyand ku baştir e hûn bêhnê li zendên xwe, milên xwe, cihên ziwa û birîndar ên laşê xwe nedin û zêdetir cilên xwe tercîh bikin.

Dr. Rewend jî bal kişand ser metirsiyên têkelkirina bêhnan û madeyên paqijiyê û got:

“Her roj hinek jinên ku pakkeran bi kar tînin dibin nexweşxaneyan.

Ji ber vê jî pakkeran têkel mekin û li cihên girtî bi kar meyînin.”

Rûdaw

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *