Åžeyhmus Ozzengin
Rewşa koçberên li ser sînorê Belerûs û Polonya tiştên ku diqewimin û bi binpêkirina mafê mirovan, bûye sebeb ku carek din formên mirovî û vîcdan, di navbera berpirsîyarên Ewrûpa û Belerûs de were rojevê.
Bûyerên bêwîcdanî, ew in ku sîyasetmedar û berpirsîyarên dewletan, bêçaretîya mirovan ji bona berjewendîyên xwe bikar bînin. Li hêvîyê bin, ku ji bêçaretîya koçberan rantek sîyasî bidest bixin.
Destpêkê, dewleta tirkan, ev metodên nemirovî girt destê xwe û di ser Yewnanîstanê re xwest piresek koçberî li hember Ewrûpa bikar bîne. Di van bûyeran de, li sînorê Tirkîye û Yewnanîstanê, li Bosna û Xirwatîstanê bûyerên ne mirovane pêk hatin. Bi hezaran mirovan xwe li têlan dixistin, rûbirûyî mirinê dibûn. Bi mehan birçî, tazî, bê derman û neçar di van hidûdan de, dorpêçkirî man.
Bi sedan jin, zarok û betaqetan li ber van têlan cangorî bûn.
Niha bûyerên nemirovane, ku li hidûdê Belarûs û Polonya diqewimin, yek ji van karesatên xerab in. Berpirsîyarên Belarûs, qefle qefle koçberan li ser sînorên Polonya kom dike û wek tehdît li hember Ewrûpa bikar tîne. Yekitîya Ewrûpa jî bi dehhezar leşkeran û bi têlan sînoran dorpêç dikin û nahêlin koçber derbasî axa Yekitîya Ewrûpa bibin.
Bûyerên li ser sînorên Polonya-Belarûsyayê û tiştên ku bi salan di navbera Bosna û Xirwatîstanê û di navbera Tirkiye û Yewnanîstanê de diqewimin, pir tiştan tînin bîra me:
Barbarî û karesatên nemirovane ew in ku xwedîhêz, dewlet û sîyasetmedar; vê bêçaretîya mirovên ku bi jin û zarokên xwe re ji deverên ne ewle, ji herêmên şer û qeyranên sîyasî direvin û ji xwe re li starekê digerin, ku ji bona berjewendîyên xwe bikar tînin.
Ji havîna derbasbûyî û heta niha 13 koçber, li ser sînorên Polonya û Belarûsê canê xwe jidest dane. Pir kes îdîa dikin ku ev hejmar hîn pirtir e.
Bi hezaran jin, zarok û nexweş, di nav daristanên Belarûsê de, tazî, birçî, li hêvîya hêvîyekê, li hêvîya destekî mirovane ne. Mehek şûnde zivistan e. Zivistana Belarûsê, pir sert û dijwar e. Di nava van daristanan de karesatên mezin yên nemirovane li benda van hezaran koçbera ne.
Bi hezaran raporên bûyerên ne mirovane, li ber destê komîsyonên mafê mirovan, yên Ewrûpa hene. Ev rapor, mirovan şok dikin. Ev rapor, bi tecawûza jinan, îşkencekirina mirovan, tazîkirina mirovan û bi kşjtina wan destpê dike. Piranîyên hemwelatîyên dewletên YE ji van rdaporan ne haydar in.
YE, sazîyên penaberan, sazîyên Parastina Mafê Mirovan û NY, li hember van bûyeran û raporan, li hember karesatên li sînorê Polonya û Belarûsê diqewimin bêdeng in.
Çima?
Bi hezaran penaber, niha di nav daristanên Polonya û Belarûsê de ne. Ev mirov, ji welatên qrîzê wek, Efxanîstanê, İraq, Sûrîyê, Yemen û Kurdistanê tên. Zivistanek dijwar li benda wan e. YE, serokê Belarûsê Lukaschenko, wek „dîktator, ku van penaberan li hember Ewrûpa bikar tîne“ bi nav dike û bi vê sebebê sînoran digire.
Polonya, li ser sînorên xwe rewşek awarte îlan kirîye. Biryar girtîye ku wê bi Belerûsê re hejmara leşkeran bike 10 hezar. Amadekarîya xwe dike ku sînorê xwe wek 100 Km. bi barîyerên çîmento bigire.
Di warê koçberan de YE, xwedî sîyasetek durû ye. Ji hêlekê de, yasa û komîsyonên wan yên parastina mafê mirovan hene û li ser karê xwe ne; tên fînanse kirin. Ji hêla din de; li Tirkîyê, li Yewnanîstanê, li Xirwatîstanê, li Bosna, Polonya û Belarûsê li henber koçberan karesatên nemirovane pêk tên û bêdeng in. Ji ber ku, ji vê bêdengîyê, rê didin ku koçber li van hidûdan rû bi rûyî zalimtîyek mezçin werin.
08.11.2021