Gava baweriya Êzdiyan ya bi Xweza û stêran re bêye ronîkirin, wê hingê kevnarî û têgihiştina nîzama gerdûnê yê bêye naskirin.
Ez hergav dibêjim, „pirtûka me Êzdiya ya pîroz xweza bi xwe ye û rêzdar Pir Khalat Elias jî vê nêrîna min sererastdike û dibêje,
Dest xweş Mamosta Kemal
Êzdiyatî Xwe bixwe Xwerste û Xwezaya û Ji Edebê Dînê me Êzdiyan daye Xûyakirn û dibêje:
Çî sibeyeka kubare
Deryê buhştê liber min vekir Her Çar yare
Min slav kir li bran û yare .
Her Çar yar ( Ax – Av – Ba – Agir)e
Ev Her Çar yar ji krerma Xwedê ne û Xweza û Xwe rstin.“*1
Her wusa binêrin li „NAVÊN HINEK XWEDANÊN ÊZDIYAN*2
Spas ji Xwedê ra niha lêkolînvan jî dibêjin, „Êzdiyatî sîstemeke baweriyê ye ku, xweza û gerdûnê pîroz qebûl dike. Ev bawerî bi hebûnên kozmîk ên wekî roj, hîv û stêrk re têkiliyek kûr çêdike. Êzîdî nîzama xweza û gerdûnê wek diyardeyeke Xwedê dibînin. Ji ber vê sedemê, bûyerên xwezayî û tevgerên stêrkan di rêûresmên olî û pergalên baweriyê de cihekî girîng digirin. Weke mînak di dua û îbadetên êzîdiyan de derketina rojê û rojavabûnê wateya sembolîk heye.
Her wiha cih û tevgerên stêrkan di diyarkirina salnameya Êzdiyan û cejnên olî de rola xwe dilîze.“*3
Berdewama vê lêkolîna bi zimanê tirkî di çavkanî *3 de ye:
*Çavkanî:
Nivîskar Kemal Tolan
Weşan DRA
11.03.2025