Baştirîn wefa pêşerojeke azad û serbixwe ye!

Di 29mîn salvegera komkujiya derheqê kurdên Başûrê Kurdistanê ya bi navê Enfalê de, Barzanî ragihand: “Baştirîn wefa ji bo xwîna şehîdên me dabînkirina pêşerojeke azad û serbixwe ye, û ew yek tekane garantî ye ku careke din gelê me nekeve ber gefa dubarebûna wan tawanên ku derheqê me de hatin pêkanîn, û herwiha hemû pêkhate di jêr siya Ala Kurdistanê de bi biratî û aramî bijîn.”

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî îro înê 14ê Nîsanê, di bîst û nehemîn salvegera karesata Enfalê ya komkujiya derheqê gelê Kurd li Başûrê Kurdistanê de, peyamek belav kir.

Peyam bi van gotina dest pê dike: “Di bîst û nehemîn salvegera destpêkirina karesata Enfalê ya li dijî zarok û gedeyên gelê me de, em hezaran silavan ji canê pakê şehîdên Enfalê û hemû şehîdên Kurdistanê re dişînîn û serxweşiyê li malbat û kesukarên serbilind ên qurbaniyên karesata Enfalê dikin.”

Di beşeke din a vê peyamê de, Mesûd Barzanî ragihandiye:

“Enfal rûpeleke şermezariyê ye li ser eniya dijminan û cîhanê û birînekî bi êş e jî li ser laşê mirovayetiyê, bi taybetî jî ewên ku li beramber vê karesatê bêdengî hilbijartin. Pêwîst e hewlên bi cenosîd nasandina Enfalê li ser asta cîhanê berdewam bin û bigihin encamê. Em tekez jî dikin ku dewleta Iraqê berpirsiyar e li qerebûkirina kesûkarên serbilindên enfalkiriyan. Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî divê berdewam be li ser hewlên xwe yên ji bo vegerandina termên pîrozên hemû şehîdên Enfalê ji bo axa niştiman û pêwîst e bi baştirîn awayî xizmeta malbatên şehîdên enfalan bê kirin.”

Barzanî di vê peyama xwe de herwiha dibêje: “Enfal û hemû ew tawanên ku li dijî xortên gelên me û xaka Kurdistanê hatine pêkanîn, belgeyên zindî ne ji bo rewatiya maf û daxwaziyên me û nabe ku ew hemû qurbanîdan bê encam be.”

Di sala 1988 de, hikûmeta Beis a Iraqê dest bi komkujiyeke mezin li hember gelê Kurd li Başûrê Kurdistanê kir, ku di 8 qonaxan de hat cîbicîkirin û di encamê de herî kêm 182,000 mirovên Kurd hatin komkujkirin.

Herwiha nêzîkî 5,000 gundên kurdan jî li Başûrê Kurdistanê û bi taybet li deverên Germyan û Kerkûkê hatin wêrankirin.

http://www.rudaw.net/kurmanci/kurdistan/1404201710

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *