Basil Nikitin di 1’ê Rêbendanê 1885an de li Sosnowiec, bajarokekî li Polonya (ew ku wê demê
Polonya beşek ji Împaratoriya Rûsyayê bû) ji dayik bûye û di 7’ê Pûşperê 1960’î de li Parîs’ê wefat
kiriye. Basil Nikitin, rojhilatnas û dîplomatekî Rûs bû; Di malbata Basil Nîkîtîn de çend rojhilatnas
hebûne. Ji ber vê yekê di zarokatiya xwe de eleqeya wî bi vê mijarê re çêbûye. Li herêma Behra Reş
û Kafkasyayê geriyayê. Piştî qedandina lîseyê di sala 1904an de, Nikitin diçe Rûsyayê û li wir ji bo
fêrbûna Farsî û Tirkî li Enstîtuya Lazarev (Şarqiyyatê) qeyd dike. Di 1908an de, Nikitin ji bo karekî
li Wezareta Derve ya Saint Petersburgê serlêdan kiriye. Ew karê derve dayîne û posta wî yê yekem
şandin Balyozxana Rûsyayê a Afganistanê bû. Salekê li balyozxaneyê xizmet kir, ji wir çûye Parîs’ê.
Di 1911an de, Basil Nikitin careke din xwe li balyozxaneya Rûsyayê dîtiye. Vê carê wekî cîgirê
konsulê bajarê Raşt, Gîlanê bû. Li wir li ser pirsa çandiniyê lêkolîn kiriye û diyar kiriye ku axa hem
bacên dewletê distînin û hem jî kirêya mezinahiya wê li gorî çavbirçîtiya wan diguhere, distînin got.
Di 1915an de wekî konsul hatiye bilindkirin û li Urmiyê bi cih bû. Li vir bû ku wî bi 19’emîn Simon
Benyamin, Patrîkê Asûrîyan re ku li hev kiribûne ku leşkerên Asûrî beşdarî Artêşa Împeratorî a Rusî
bibin, hevdîtineke pêk anîye. Nîkîtîn destnîşan kiriye ku piştî Şerê Cîhanê ê Yekemîn wê li Rûsyayê
axa civaka neteweyî pêşkêşî Suryaniyan bê kirin. Lê belê ji ber ku Şoreşa 1917an rê li ber nîqaşên
din yên watedar girtiye, ev mijar nehate şopandin. Sê salan sefaretî kiriye. Di vê serdemê de Nikitin
destpêka Şerê Cîhanê yê Yekem û hilweşîna Împeratoriya Osmanî jî dît. Dema ku Şoreşa Cotmehê
li Rusya dest pê kiriye û Zarens hatiye derxistin, Basil Nikitin biryar da ye ku vegere Rûsyayê, û li
şûna wê koçî Fransa kiriye. Piştî li Fransayê bi cih bûye, dev ji siyasetê berda û dest bi nivîsandina
lêkolîna kir. Wî çend pirtûk çap kirin û bi piranî li ser Kurdan û gelên din ên Rojhilata Navîn nivîsî.
Vasily Nikitin, konsulê berê yê Rûsyayê li Urmiyê, him lêkolînerê Îrannasiyê û him jî Kurdolox e, ji
çaryeka sedsalê zêdetir bi profesor Polonî Tadeusz Kowalski re hevpeyivîn kiriye. Nameyên xwe ên
ji salên 1922a heya 1948an ji Krakowê/Polonya re şandin, di Arşîva Akademiya Zanistî ya Polonya
û Akademiya Huner ya Polonyayê de cih girtine. Nameyên ku wî ji Tadeusz Kowalskî re şandine,
têkiliya Vasily Nikitin bi rojhilatnasî û oryantalîstên Polonî re pêşkêş dike. Têkilî di vê demê de hat
guhertin. Di destpêkê de, Nikitin ji bo peydakirina kar li Zanîngeha Jagiellonian ji Kowalski alîkarî
xwestiye. Bi demê re, dema ku rewşa wî ya aborî li Parîsê -ku ew li sirgûnê bû- aram bû, ew bala wî
kişandiye ku ji dûr ve bi rojhilatnasên Polonî re bixebite. Ji ber hewldanên Kowalski, Nikitin bûye
endamê biyanî yê Civaka Rojhilatnasî ya Polonî û Komîsyona Rojhilatnasiyê. Bi saya vê yekê wî
weşanên ku ji hêla van rêxistinên Polonî ve hatibûn derxistin, wergirtin. Wî her weha di kovara herî
kevn ya rojhilatnasî ya Polonî de -Yearbook of Oriental Studies- û di hin kovarên din de weşandiye.
Wexta ew li Rojhilata Navîn bûye, wî di pirsgirêka Kurd de bi nêrînek kûr vekiribû. Ji ber vê yekê
ew di rewşeke bêhempa de bû ku şiyarbûna neteweperweriya Kurdî nas bike û fam bike. Wî ji nêzîk
ve, li ser pêşveçûna neteweperweriya Kurdî lêkolîn kir: ”Netewperweri kiriye sê qonaxan. Qonaxa
yekem bi serhildanan derbas bûye, wek qonaxa bê rêxistin û bê rêgez bi nav kir. Qonaxa duyemîn, li
gorî Nikitin, ew bû ku yekem car nîşanên rêxistinî dida. Ev qonax jî navbera salên 1880 û 1918an
bû û di heman demê de dema ku yekemîn partî û komeleyên siyasî yên Kurdan ava bûn. Qonaxa
sêyem ew qonax bû ku Kurd weke hêzeke siyasî li ser sehneya siyasî a navneteweyî derketine holê,
ku bi peymana dîrokî wek Sêvrê di 1920an de derketin holê”. Nikitin wekî mirovekî ku him li ser
dîrok û him jî bi zimanê Kurdî dizanî ye, ez ê bibêjim ku ev nûçeya hanê mirov çendî kefxweş dike.
Nikitin dibê Kurdên li herêma navborî dijîn ji hêla nijad, ziman, ol, edet û pêkhateya civakî ve bi
tevahî ji cîranên xwe ên Tirk cuda ne. Bi rastî jî di vê bûyera Dêrsimê de em dibin şahidê mînakeke
nû ya ku Kurd karektera xwe diyar dikin, dîsa weke paşxaneyeke nijadî ne. Ev xelet e ku meriv îdia
bike, ku Kurd bi exlaq û muxalif in: Bi rastî ya ku Kurd li dij derdikevin tenê xisleta Tirkkirinê ye.
Yekane zimanê ku ferd dikare spasî û hezkirina xwe ya ji bo welatê ku erka xwe ya medenî car bi
cih tîne û her weha geşepêdana xwe ya xwezayî û lihevhatî misoger bike, zimanê wî yê dayikê ye.!
Ji xwe hiqûqa netewên Kurd ji aliyekî ve hatiye naskirine. Li gorî qeyda ”Komeleya Neteweyan”
(Cemiyet-i Akvam) Iraqê yên weke Hewlêr, Kerkûk û Silêmaniyê Kurd xwedî xweseriya çandî ne û
bi vî rengî hem zimanê xwe hem jî bav û kalên xwe bikar tînin, bêyî ku tawîz bidin hebûna dewleta,
di eslê xwe de hemwelatiyên rastgo û bikêr in, hewl didin ku kevneşopiyên xwe yên kevn pêş bixin.
Her wusa, heman rewş ji bo Kurdên Ermenîstana Sovyetê jî wusa ye, Sowyet jî li wir polîtîkayê
xwe ên neteweyî dimeşand. Heya prensîbên mezin ên siyaseta partiyê bi awayekî giştî neyên cî bi cî
kirin, mixabin em ê berdewam bibin şahidê nakokiyên bi vî rengî yên nexweş di navbera “sebebên
ji menfatê dewletê derdikevin” û daxwaz û hewcedariyê partiyên îro qanûnên wan nayên qebûlkirin.
Özgürlük Yolu Yayınları/ Weşanên Riya Azadî: Çavdêriya Civaknasî û Dîrokî ya Kurdan (Cild 1-2);
Basil Nikitine Weşanên Deng bi Tirkî 1977an de li Stanbolê 2an car çap kirin: di derbare pirtûkê de:
Berhema Bazil Nikitin a bi navê “Kürtler” yek ji wan pirtûkên bingehîn e ku di vî warî de divê bête
şêwir kirin. Nivîskar kok, dîrok, ziman, karakter, bawerî, folklor, eşîrên Kurdan û hwd. Wî gelek sal
lêkolînên berfireh li ser vê mijarê kiriye. Di dema xwendina xwe de, wî berhemên gelek nivîskaran
yên li ser vê mijarê lêkolîn kiriye û bi dîtinên xwe re ev berhem amade kir. Ji xeynî referansên ku di
tevahiya nivîsê de hatine dayîn, bîbliyografyayeke dewlemend ya li dawiya pirtûkê hatiye zêdekirin.
Weşanxaneya Örgünê di derheqe pirtûka Basil Nikit ‘Kürtler’ê de di çapa li Stanbolê de ka çi gotine:
Li herêma çiyayê Agiriyê ku li ser çavkaniyên çemên Dîcle û Firatê ye, bi sedsalan eşîrên ku, bi
xizmên xwe yên civakî û zimanî mohra xwe di dîrokê de hiştine dijîn: Ev Kurd in.! Tevî ku gelek
pisporên ku bi pirsgirêka Kurd re eleqedar in, bi salan e li ser van mijaran lêkolînek bi rêkûpêk
kirine, lê bi zelalî nayê zanîn ku Kurdistan li ku ye? Ev pirtûka ji aliyê pisporekî li ser pirsgirêkên
Kurd ve hatiye nivîsandin, yekemîn berhema berfireh e ku gelek aliyên pirsgirêka Kurd vedihewîne.
Lê belê, her çiqas dewleteke Kurdî qet nebûbe (!) jî, pirsgirêka Kurd heye; Her çiqas zimanê wan bi
eslê xwe Îranî be, ew nîşan didin ku di eslê wan de bingeheke ji vê yekê cûda heye; Her çiqas ola
wan a niha Îslam be, îro hinek hêmanên kevin di ‘Êzîdîtî’, ‘Ehlî- Heq’, Sunnî û Şîe de dijîn, ku kêm
bi mezhebên sereke re hevaheng in. Ji eşîrên Kurd yên li Sûriyê, Anatolyayê, Iraqê, Ermenîstanê û
Îranê bi cih bûne, mirovên mezin yên xwedî taybetmendiyên taybetmendiya Kurdayetiyê derketine:
Mînak qumandarê Îslam Selahaddîn Eyûbî. Gelek siyasetmedarên tirk, ereb û îranî birastî Kurd bûn.
Encamek: Di gotara xwe ya dawî ya berî vê nivîse behsa Vladimir Minorsky kiribû. Di gotara xwe
îro de behsa Basil Nikitin kir. Di gotarê xwe de xwast çend xalên hevpar ên ku min di van herdu
nivîskarên rojhilatnasên Rûs de dibînim, şîrove bikim; Herdu niviskar li xaka Împaratoriya Rûsyayê
jidayikbûne, serdemê hev in; û xwendina herduya li Rojhilatnasiyê ya Enstîtûya Lazerev li Rûsyayê
qedandinê, çûne welatên biyanî ên der Rûsyayê, li Rojhilata Navîn wekî konsolos-balyoz xebitîne û
li Îranê çûne nav civakê, çûne nav gel û di cih de lêkolînên civakî kirine. Di heman demê li ser gel û
zimanên gel jî di cih de lêkolîn li ser kirin. Di Şerê Cîhanê yê Yekem de li Rojhilata Navîn li ser kar
bûne. Piştî şoreşa Cotmehê ne vegerîn Rûsyayê. Her du jî li Fransayê bi cih bûn. Ew li wir jî bêtir di
beşên Farisî, Tirkî û Erebî de têne naskirin. Îcar ma tesaduf e ku ew her du dibin dîplomatên karên
derve yên Rûsyayê!? Hem Vladimir Minorsky û hem jî Basil Nîkîtîn venegeriyan Sovyetê sosyalîst
li Parîsê bi cih dibin, yek sedema herî girîng jî ew e ku Parîs Navenda Zanistên Rojhilata Navîn, ya
Oryantalîzme bû. Heta dawiya jiyana xwe di salên 1960î de li wir man. Li ser Kurdoloxiyê xebitîne.
Yusuf Kaynak- Lahey, 01.10.2024