Asoya rizgarîyê yekîtî ye

Cano AMEDÃŽ

Gava mirov dest bi rêwîtîyêkî kir, divê mirov xwedî hişmendîyek zelal, xwedî asoyek berbiçav û xwedî menzîlek rasteqîn be.
Di berbanga sibê de, gava tîrejên rojê ronahîya xwe dide hawirdorê hemû reng û dengê jîngehê, li gor wê ronahîyê tevdigerin. Jiyan bi hewldan û wêneyên jîndar mazûbaniya xwe bi cîh tîne.

Li Kurdistanê tevgera milli li dijî nîzama dagirkeriyê bi sed salane têdikoşe, rê û rêbazên cuda dipejirîne, di nav pêlên bahozên dijwar de ji bo mafê dewletbûn û serxwebûna Kurdistanê têkoşînek domdar dimeşîne. Di nav demsalên dijwar de doza netewî her tim rastî kemin û xirabiyên mezin tê.

Şikestin, têkçûn û trawmayên civakî rê li ber dêrûnîyek xirab vedike.
Rêwîtîya tevgera rizgarîxwazên netewaya Kurdistanê 200 sal zêdetire di qonaxên dijwarde de derbasbûye û di heman deman de li dijî dagirkeran, li dijî qetlîam, komkujî û rêze jenosaydan her dem di nav hewldan û berxwedanên millî de bûye, seknek nîşandaye. Ne li gorî dilê me be jî her nifş li gorî şert û mercên xwe, li gorî hêz û qeweta xwe di nav hewldanan de bûye.

Îro jî dilsoz û kedkarê xeta netewî li diji nîzama dagirkeriyê tevdigerin, têdikoşin û li dijî itifaq û sîyaseta dagirkeran daxwaza yekrezîya mala Kurdî dikin.

Rîya me dûr û dirêj e, asoya me zelal e, menzîl û armanca me bi qasî navê Kurdistanê pîroz û ji dil e. Em di wê baweriyê de ne ku li ser vê rîya dûr û dirêj de rêwiyên di rê de ne, yên li rawestgehan li benda hêvîyên xwe ne, yên li îstasyonan de daxwaza tevgera millî dikin wê li ser berjewedîyên netewî tevbigerin, seknek nîşan bidin, rê li ber têkçûn û hêvî şikestinê bigirin û bihevra karwanê tevgera rizgarîxwazên netewaya Kurdistanê bi hêz bikin.
Ev kar bi çend partî an rêxistinan têr nake, divê hemû aliyên netewî û kurdistanî li ser bingehek hevbeş tevbigerin, îttîfaq û stratejiya netewî desthilatdar bikin.

Hebûn û hêzbûna me li diji sîstema mêtingerîyê ye. Emê rê nedin ku siyaseta entegrasyon û tunekirinê bi ser bikeve. Em bangî hemû aliyên netewî dikin ku zimanê xwe, pênûsa xwe, hêrs û hestên tolhildanê li dijî dagirkeran bi kar bînin.. Ne li dijî hev…. Hûqûqa navbera xwe bin pê nekin.. Em hemû rêwiyên rîya dûr û dirêj in…

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *