Armanc, Awayê Xebat û Nivîsandina Hawarê
Hawar dengê zaniné je. Zanin xwe nasîn e, xwe nasîn ji me re rêya felat û xweşiyê vedike.
Her kesê ko xwe nas dike; dikare xwe bide nas kirin.
Hawara me berî her tişti heyina zimanê me dê bide nas kirin. Lewma ko zman şerta heyînê a pêşin e.
Hawar ji niha û pêve bi her tiştê ko kurdanî ù kurdîtî pê bendewar e, dê mijùl bibe.Tenê siyaset jê dûr e, xwe naxe siyasetê.
Hawarê sîyaset ji civatên welati re hîştiye. Bi siyasetê bila ew mijûl bibin. Em ji di warê zanîn, hiner û sinhetê de dé bixebitin.
Awayè xebatê. Kareki ko bikare biçe serî, divêt jê re pronivisek bét çêkirin. Me pronivîsa xwe ser bingehên jêrin lêkiriye.
1. Belavkirina Elfabeya kurdi di nav kurdan ù hînkirina wê. Sinifandina zman azina kurdî û hin bi hin di komelê de belav kirin û péşdetir di şiklê kitébê de derxistin .
2. Sehîtîya zarên kurdi û berhevdanina wan. Sehîtî ser mirovatîya zmamê kurdi digel zimanèn din ên ari. Sehîtî ser bingehên zmanê kurdî, ser dîrok û awayè rabûn û pêşveketina wî.
3. Berhevkirina çirok, çîrçîrok û her texlît lawje ù stranén kurdî û birêve belavkirina wan .
4. Sinifandin û belavkirina dîwanên kurdi. Bi van ve jînenigarîyên şair û mirovèn bijarte jî dê bên belav kirin .
5. Sehîtî ser rêqs û qaydeyên stranên kurdi
6. Sehîtî ser her texlît rêzikên kurdî û Kurdistanê, jên zimanê borî û yên iro û sinifadina wan. Sehîtî ser hatinên kurdislanê û pîş ù sinhetên kurdi.
7. Dirok û erdnigarî:
Sehîtî ser tevayiya dirok û erdnigariya welatê Kurdislanè û ser diroka eşiran, berî, paşê û di wextê Mir-Şeref de.
* * *
Awayê nivisandinê – Di heqê zmanê me de heta niho gelek tişt hatine gotin. Li nav van gotinan de tiştinên rast û nerast jî hene. Ez ko kurd û kurdmanczman im û zmanê xwe rind dizanim û min ew bi heft heşt zmanên din danîye ber hev, kitkitên wî hûrhûnandine; qeydeyên wî ji hev derêxistine, dikarim ji biyaniyan bêtir û qenctir devgera wi bidim xuya kirin ù zanin .
Zmanê me îro hem freh hem teng e. Freh e: Bi her tiştê ko kurd pê mijûl bûne, dest dane wan, di wî warî de zmanê kurdi hing zmanên din û ji hinan bêtir pêş ve çûye, ù kemiliye, û ji tu zmanên kemilî bi şûnde ne maye .
Teng e: Herçî ko ji kurdan re nenas mane û kurd pê mijûl ne bune, di wî wari de zmanê me rawestiyaye, pêş ve ne çûye, di cihê xwe de maye .
Lê zmanê me ji wan zmanan e ko ber her tişlê nuh. pirsên nuh dizên û birêve pirsên nuh ji wan çar dibin.
Herwekî xelkê Gelîyê-Goyan, berî çardeb salan, gava tiyare dîtin, tavil bizarê xwe balafir nav lê kirin. Ji lewre ko ji banî, ji bala difire. Dîsan kurdmancinên ko tilèfon dîtin, ji mesnichi wê re bihistok gotin. Ji ber ko deng pê têt bihistin.
Niho em vegerin ser gotina xwe; ser awayê nivîsandina zmanê xwe.
Iro di zmanê me de du texlît kêmani hêne: windabùna pirsinên kurdî û ketina pirsinên biyanî nav zmên.
Em çî bkin ko zmanê me bikare vegere ser xurîtiya xwe û di nav zar ù zarawayên xwe de bikemile û bibe zimaneki tekûz:
Di winda bûna pirsan de, pirsin hene yekcar winda bûne, hin hene ji zareki ketine, lê di zarekî din de dijîn û çendek hene di axaftinê de kêm têne gotin, lê di mamik, medhelok, çîrok û stranan de têne bihistin.
Em li pey wan in, hin bi hin em wan diêxin dest û disinifinin û gora mehcetê jî ji nuh ve ser awayè hevedudanina pirsên kurdî pirsinên nuh çêdikin.
Ji bona pêşveçûna zmên, divêt em bendèn xwe bi tevayîya van pirsan binivîsînin ù li paşiya her hejmarê, ferhengokekê danin û tè de mana pirsên ko di zaran de kêm bûne ù yên ko ji nuh ve hatine hevedudanîn ji xwendevanèn xwe re bidim zanîn. Ji xwendevanèn xwe hêvî dikim ferhengoka me qenc bixwînin ù di heqê pirsekè de ko fikreke wan hebe ji me re binivîsînin; heke ciyoka pirsekê bizanin, ewa ha ji tev mana ù ferqên wê digel ciyoka xwe ji me re bidin zanin.
Weko: rèkirin, şandin, hinartin ciyokên hev in . Lê di mana rêkirinê de ji mana şandin û hinartinê farek heye, rêkirin, herhal, bi rê èxistin ù şandin e.
Dîsan, xeberdan, axaftin, peyîvin ciyokên hev in. Gelo di neqeba wan de çi ferq hene?
Hawar zarokeke nùza ye. Zarowa me ye; zarowa kurdan e. wek her zarok bi xweyîtîya dê û bav, bra ù pismamên xwe dikare bijî. Herkes, her kurd dikare arîkarîya hawarê bike.
Tu kes mebêje ko, ez mirovekî reben û nekêrhati me. Ji min ji diayè pève tiştek nayê.
Belê, tukes vè xeberè mebêje, herkes bi tiştekî, bi awakî dikare bê hawara hawarê. Tinè dibe ko awayê hawarê nizane. Jê re çend awa hene:
1-Kirîyarè hawarê bùyîn û jê re kiriyaran peyda kirin
2- Navên mirovèn xwendewar lê ne maldar, ko nikarin kirîyar bibin, û navên medresan ji me re dan zanîn. Da ko hawar ji wan re herwe bête sandin.
3 -Paş Xwendina hawarê ji heval û nasên xwe re dan xwendin û ji mirovèn nexwenda re bi xwe xwendin û ew ser têdexistiyên ko me lè serwext kirin
4 – Ji hawarê re her texlît şihr û bendan nivîsandin.
5 – Çirok, medhelok ù mamikan berhev kirin û ji hawarê re sandin.
6 – Di heqê welat, eşir, bajar û gundê xwe de tiştnên kevn û nuh ji hawarê re rêkirin.
7 – Her texlît bergehèn Kurdistanê peyda kirin û digel wesfên wan ji me re hinartin.
Ji gotinèn jorin qenc dixuye ko ji hawarê re arikirin gelek hêsanî ye. Kes ko dil bike dê bikare jî.
* * *
Di destpêkê de komela me di panzdeh rûjan de carekê de derkeve. Piştî çend hejmaran komela me dê bibe hefteki û li serê her hefteyê de belav bibe .
JI XWENDEVANAN RE
Hawar hawara we ye,
Deng û gazîya we ye .
Jîn û zanina we ye,
Werin, hawara xwe bin.
HAWAR 23, 24