Amûdê: Ciwanên Şoreşger zarokeke 13 salî bir

Li bajarê Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê zarokeke Kurd “ji aliyê Ciwanên Şoreşger ve hatiye birin.”

Zaroka Kurd a bi navê Maya Izedîn Şakir, ji roja pêncşemê 18 mehê ve, ji mal derketiye û venegeriyaye.

Maya 13 salî ye û ji ber nexweşiyeke di lingê xwe de, 3 meh in naçe dibistanê û ji bo ku were dermankirin gelek caran bi bavê xwe re diçe Şamê.

Bavê Mayayê Izedîn Şakir bû mêvanê bultena Rûdawê bû û li ser mijarê bersiva pirsên Dilbixwîn Dara da.

Bavê Mayayê Izedîn Şakir anî ziman:

“Keça min ji bo ku biçe marketê ji mal derket û venegeriya. Me berpirs agahdar kirin û dibêjin xwe gihandiye Ciwanên Şoreşger. Zêdetirî vê tiştekî din ji me re nabêjin.

Ciwanên Şoreşger jî dibêje ne li cem me ye. Em 2 caran heta ofîsa Mazlûm Ebdî jî çûn, dibêjin heger li cem Ciwanên Şoreşger be em nikarin vegerînin.

Em çûn gelekî cihên pêwendîdar û li cem xwe nivîsandin û got em dê ji we re xeberekê bînin.”

Izedîn Şakir herwiha anî ziman:

“Ji me re gotin dê bi hevaleke xwe re biçûya lê dema otomobîl hat û wê dît ku hevala wê ne tê de ye gotiye ez nayêm.

Diyar e ew li otomobîlê siwan kiriye û biriye. Ji ber ku em ji vî welatî hez dikin em li vir man û jê derneketin. Em bangî berpirsan dikin ku wê vegerînin.”

Heta niha gelek malbatan li Rojavayê Kurdistan bi rêya Rûdawê bûyerên wek vê ku Ciwanên Şoreşger zarokê wan birine ragihandine û daxwaz kirine ku zarokê wan werin vegerandin.

Rûdaw

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *